20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP’ê 33 kesên li Geliyê Sefoyê hatin qetilkirin bi bîr anîn

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, 33 kesên bi fermana Fermandarê Artêşê yê 3’yemîn Orgeneral Musatfa Muglali, di 1943’an de, li Geliyê Sefoyê girêdayî navçeya Qelqelî ya Wanê bi hinceta “Sînor derbas kirin e” hatibûn qetilkirin, bi bîr anîn. HDP’ê ji bo 33 kesan li navçeya Saray a Wanê bername amade kir. Endam, rêveber û parlamenterên HDP’ê yê Wanê Hevserokên DBP’ê û gelek partiyî beşdarî bîranînê bûn. HDP’iyan li ber qesra berê ya hikûmetê ku gundî lê hatin qetilkirin deqeyek rêz girtin û qerenfîl danîn.