20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP’ê Îbrahîm Ayhan bi bîr anî

Malbata Îbrahîm Ayhan û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ê di 20’ê Îlona 2018’an de, li Hewlêr krîza dil derbas kir û koça dawî kiribû, di 3’yemîn salvegera mirina wî de li Goristina Nato ya Sîwerêg ew bibîr anî.

Malbata Ayhan, rêveber û parlamenterên HDP’ê û gelek dost û hevalên Ayhan beşdarî bîranînê bûn. Hevserokê HDP’ê yê Rihayê Ziya Çalişkan, diyar kir ku ew ê têkoşîna Ayhan mezintir bikin û têkoşîn dê bidome. Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê Mahmût Bînîcî jî anî ziman ku têkoşîna Îbrahîman, di heman demê de têkoşîna wan e.”

Kurê Ayhan Mazlûm Ayhan jî, spasiya kesên beşdarî bîranînê bûne kir. Hevjîna Ayhan Rezan Ayhan jî, xwest carek din mirineke wiha nepe para tu kesan. Beşdarên bîranînê pişt re qerenfîl danîn ser gora Ayhan û dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin.