19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP’ê ji bo biçe Îmraliyê serî li meclisê da

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Ji 25’ê adarê heta niha 8 meh in bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Disa agahî ji Omer Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayê girtin. Parlamenterên HDP’ê ji bo biçin Îmraliyê serdana Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan kirin.

“Li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind, Abdullah Ocalan ê ku bi rengekî girankirî tecrîdkirî ye û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve tu agahî ji wan nayê girtin. Herî dawî di 25’ê Adarê de derfet ji malbatan re hate dayin ku karibin bi rêya telefonê bi xizmên xwe re biaxivin. Lê axaftina wê demê ya telefonê ya bi Ocalan re jî ji ber sedemeke nediyar nîvco hatibû hiştin. Axaftina bi Hamîlî Yildirim re jî kurt bû û Konar û Aktaş diyar kirin ku ew ‘tecrîdê şermezar dikin’, lewma axaftina bi telefonê red kiribûn. Xizmên wan ji hingî ve agahiyê ji wan nagirin, ji ber rewşa wan a tenduristiyê û jiyana wan bi fikar in. Parêzeran jî serî li komîsyona me dan û xwestin ku bikevin dewrê. Malbatan her wiha serdana koma me ya li Meclîsê kirin û di vê mijarê de fikarên xwe parve kirin. Ji bo mafê ragihandinê yê malbatan 3u girtiyan, ji bo şopandina mafê agahîwergirtinê û bidawîkirina fikarên malbatan, ji bo çareserkirina binpêkirina mafên mirovan divê komîsyona me serdana Girtîgeha Îmraliyê bike.”