24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP’ê li Êlihê panela ‘Em ê tecrîdê bişkînin’ li dar xist

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, li Sendîkaya Petrol Îş’ê panela bi mijara “Tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê” li dar xist. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredarên Êlihê yên HDP’î ku ji peywîrê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, endam û rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan û gelek kes beşdarî panelê bûn. Koma beşdarî panele bûn li eywanê pankarta “Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin” daliqandin. Di panelê de Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca û parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Newroz Ûysal axivîn.

‘Hemû serlêdanên parêzeran têne redkirin’

Parêzera Ocalan Newroz Ûysal, diyar kir ku hemû mafên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ji dest hatine girtin û wiha got: “Hevdîtinên malbat û parêzeran nînin. Dema pirtûk, name û hin tişt jê re hatin şandin em nizanin ka girtine an ne girtine. Em ji şertên wî yên din re jî bê agahî ne. Em weke parêzerên wî her hefte serlêdanên hevdîtinê dikin. Lê hemû jî tên redkirin. Bi hezaran nameyên jê re tên şandin nadinê. Berê digotin koster xerabe ye niha hatiye asteke wisa ku 8 sal in hevdîtina parêzeran nîne. Destûrê nadin hevdîtina wasî û malbatê jî. Êdî hincetan jî nabînin. Ne girtîgeh ne jî wezaret telefonên me ranakin.”

 ‘11 cezayê dîsîplînê birîne’

Ûysal, da zanîn ku 11 caran cezayê dîsîplînê dane Ocalan û têkildarî hêcetên cezayê agahî nedane parêzeran. Ûysal, destnîşan kir ku sedemê tecrîda girankirî ku 22 sal in berdewam dike şerê li dijî vîna Ocalan e û wiha axivî: “Polîtîkayên Îmraliyê yên dewletê bi awayekî girankirî berdewam dike. Têkoşîna Ocalan a li dijî van polîtîkayan jî didome. Dema em bi Ocalan re diaxivîn banga “Xûrtbûnê” dikir. Ji bo ku kurd hêza xwe zêde bikin digot têkoşînê mezin bikin.”

 ‘Em têkoşînê mezin bikin’

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca jî diyar kir ku operasyona Tirkiyeyê ya ser Herêma Federe ya Kurdistanê êrişên ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girêdayî tecrîdê ne û wiha got: “Hemû gelê cîhanê daxuyaniya Ocalan a Newrozê temaşe kir û piştevaniya wê jî kir. Lê îro ji dagirkirina axa kurdan û tecrîdê re bêdeng dimînin. Îro hemû gelên cîhanê ji bo azadiya Ocalan têdikoşin. Di demekî ku hemû cîhan ji bo azadiya Ocalan têdikoşe de divê sazî û dezgehên gelê kurd xwe rexnedayînê bidin. Divê ji bo ku tecrîda ji aliyê serdestan ve pêk tê, bi dawî bibe divê em têkoşînê mezin bikin.”