25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP’ê li Erzînê bang kir: Tecrîdê rakin

Cîgirê Serokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tûncer Bakirhan û Serwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di çarçoveya kampanyaya “Em HDP’î ne, li her derê ne” de li Çûkûrovayê 3 roj berê bernameyek amade kirin. Bername li navçeya Erzîn a Hatayê bi mîtîngekê bi dawî bû. Girsê li qadê wêneyê Denîz Poyrazê û pankarta li ser “Tecrîd sûc e li hemberî mirovahiyê. Ji tecrîdê re na, bijî berxwedana zindanan” nivîsandî daliqandin. Mîtîng bi rêzgirtinê dest pê kir. Endam, rêveber û parlamenterên HDP’ê û nûnerên SYKP û jî beşdarî mitîngê bûn.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di mîtîngê de bal kişand ser tecridkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Em ji bo civînê hatibûn vira, lê coşa we veguherî mîtîngê. Çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê 245 roj in dirdome. Di dema pêvajoya çareseriyê de gel xwedî li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derket û li cem wî cih girt. Ên pêvajoya çareseriyê qedandin, ew kes in ku li Girava Îmraliyê tecrîda girankirî dikin. Gelê kurd tim li pişta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûye û ji bo rakirina tecrîdê hem li welêt hem jî li derveyî welêt dengê xwe bilind kiriye. Em ji Erzînê bang dikin; tecrîdê rakin, hûn nikarin baweriya gelê kurd a ji bo vê têkoşînê bişikînin.”

Piştî axaftinan merasîma vekirina avahiya Rêxistina HDP’ê ya Erzînê hat lidarxistin. Bernameya heyetê ya 3 rojan a li Çûkûrovayê bi dawî bû.