24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP’ê li Tekîrdagê mîtîng li dar xist

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qada Şaredariyê ya Kevn a navçeya Çerkezkoy a Tekîrdagê bi dirûşmeya “Banga Demokrasiyê” mîtîng li dar xist. Rêveberên HDP’ê qada mitîngê, rê û xaçerêyên derdorê bi alên partiyê xemilandin. Ji bilî Stenbol û Tekîrdagê ji Edîrneyê jî gelek kes bi otobûs û wesayîtan bi konvoyê beşdarî mîtîngê bûn. Parlamenter, rêber û endamên HDP’ê beşdarî mîtîgê bûn. Gelê hatin qada mîtîngê di kontrola cendirmeyan re derbas bûn. Dema hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) xwestin bi amûrên muzîkê derkevin ser dikê, cendirmeyan destûr nedan ku hunermend bi amûran derkevin ser dikê.  Li ser vê yekê hunermend bêyî amûran derketin ser dikê û stran gotin.

HDP pira gelan e

Piştî girse li qadê kom bû, hevseroka giştî ya HDP’ê Pervin Buldan, derket ser dikê û gel silav kir. Buldan anî ziman ku li her derê gel tu carî li dijî zext û zilmê serî natewîne û bi serbilindî û rûmet têdikoşe heye û wiha got: “Li ku dibe bila bile, çi dibe bila bibe gel li partiya xwe xwedî derdikeve. HDP ji Tekîrdagê heta Qersê, ji Colemêrgê heta Edirneyê pira gelan e. Li gel hemû zext û astengiyan em tu carî ji rê û rêgezên xwe tawîzê nadin. Hevkariya têkoşîna hemû civak û baweriyan e. Tu kes nikare vê pira gelan xera bike. Gelê me yê rêzdar, yên ku niha vî welatî bi rêve dibin, bi polîtikayên talankirin, wêrankirin, şer, xizanî û birçîbûnê bi rêve dibin. Lê li dijî vê yekê HDP li cem gel cihê xwe digire. AKP’ê di 20 salan de xirbe û kavilên mezin li pey xwe hiştiye. Em niha dibînin ku sînorê xizaniyê 10 hezar lîra derbas kiriye. Ji ber ku butçe ne ya şer e. Butçe ya Qesrê ye. Êdî hemû gelê Tirkiye dizane ku yê vî welatî ji qeyranê rizgar bike HDP ye.”

Buldan, da zanîn ku yên vî welatî ji vê qeyranê rizgar bike gelên li vî welatî dijîn in û wiha berdewam kir: “Gotin em ê aboriyê bifirînin, lê aborî têk birin. Zem li ser zemê zêde dikin. Hemû çavkaniyên vî welatî li şer xerç dikin. Her roj ceyran, xaza xwezayî zem dikin.”

Buldan, bal kişand ser axaftinên Sedat Peker û Mehmet Eymur û wiha bi dawî kir: “Sedat Peker axivî lê tu tişt nekirin, Serokê Daîreya MÎT’ê Mehmet Eymur mukir hat. Aşkere kir ku cînayetên ku pêk hatin bi destê dewletê pêk hatiye. Em dizanin ku ev mukirhatin dê zêde bibe. Ji ber ku yên vî welatî bi rêve dibin vê pergalê xera dikin. Mafya û çetayan dest dane hev û vî welatî bi rêve dibin. Em bang li yên ku dibêjin ‘Li vî welatî pirsgirêka kurd tune ye. Me ji mêjde pirsgirêka kurd çareser kir’ dikin. Li vî welatî pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e. Ji ber vê yekê divê daxwazên gelê kurd ên ziman, çand û nasname, daxwazên gelê kurd ên rêveberiyê pêk bên û bi zagonan mîsoger bibin. Li vî welatî pirsgirêka elewiyan, pirsgirêka jinan, pirsgirêka ciwanan, heye.”

Piştî mîtîngê jin û ciwan meşiyan nava bajêr. Bi dehan kesan dirûşme berz kirin û meşiyan.