spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP’iyan li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir

Endam û rêveberên HDP’ê li gelek navendan “Darbeya Siyasî” ku di 4’ê Mijdara 2016’an de li dijî siyasetmedarên HDP’ê pêk hat, bi daxuyaniyên girseyî şermezar kir. Rêveberên HDP’ê gotin “Kesên di bêçareseriyê de israr dikin bêçare mane. Lê partiya me li ser piyan e.”

Amed

Rêxistina HDP’ê ya Amedê, bi armanca “Darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê” ku li dijî partiya wan pêk hat şermezar bikin, li Parka Hazal a Navçeya Yenîşehîrê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun û rêveberên HDP’ê, cîgira hevseroka giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran, nûnerên rêxistinên civakî û gelek kesên din amade bûn.

Di çalakiyê de hevserokê rêxistina HDP’ê ya Amedê Zeyyat Ceylan, anî ziman ku di ser darbeya siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an de 5 sal derbas bûn û wiha got: “Darbeyê bi girtina hevserokên me Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş, parlamenter û siyasetmedarên me dest pê kir. Ji ber darbeyê îro bi sedan hilbijêrên me girtî ne. Xwestin bi darbeyê siyaseta demokratîk dîl bigirin. Xwestin piştî siyasetê hemû civakê dîl bigirin. Xwestin daxwaza azadî, demokrasî û aştiyê tune bikin. Divê hemû gelê Tirkiyeyê li dora van daxwazan bibin yek û hêz.”

Ceylan, herî dawî darbeya siyasî şermezar kir û wiha got: “Em tu carî siyaseta demokratîk teslîmî operasyonên zulm û tunekirinê nakin. Em ê heta dawî têkoşîna gelê xwe ya demokrasî, aştî û azadiyê bilind bikin.”

Riha

Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî bi heman armancê daxuyanî da. HDP’ê li avahiya bajar daxuyanî da. Di civînê de Hevserokê HDP’ê yê Rihayê Ziya Çalişkan darbeya siyasî şermezar kir û wiha got: “5 sal di ser darbeya 4’ê mijdarê re derbas bû. Careke din dibêjin em ê siyaseta demokratîk tu carî teslîmî  polîtîkayên wan ên tunekirin û zulmê nekin. Em ê bi biryar têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê berdewam bikin.

Mêrdîn

Rêxistina HDP’ê li navçeyên Artuklu, Qoser, Nisêbîn, Midyad, Stewr, Kerboran, Dêrik û Şemrexê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê li pêş avahiya HDP’ê ya bajar daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji darbeyên siyasî re na” vekirin. Girsê bê navber dirûşmeyên “Zext nikarin me têk bibin” berz kirin. Hevserokê HDP’ê yê navçeya Artukluyê Bekîr Dag daxuyanî da û darbeya siyasî şermez kir.

Şirnex

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî Rêxistina HDP’ê daxuyanî da û darbeya siyasî şermezar kir. Rêveberên HDP’ê di bin dorpêça polîsan de daxuyanî da. Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag, diyar kir ku tevî hemû zextan HDP têkoşîna xwe berdewam dike û li ser piyan e. Komê di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Zext nikarin me têk bibin” berz kirin û belav bûn.