19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP’iyan titûnfiroş ziyaret kirin

Parlementer û rêveberên HDP’ê, titûnfiroş ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.

Wezareta Çandinî û Daristanê, ji bo titûnfiroşan qanûneke nû derxist. Li gorî vê qanûnê dê ji sibê pê ve kesên ku “belgeya karbidestiyê” ji Wezareta Çandinî û Daristanê negirin, nikaribin titûnê bifiroşin. Kesên bêyî “belgeya karbidestiyê” bazirganiyê bikin, dê ji 3 salan heya 6 salan ceza li wanê bê birîn. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Antalyayê Kemal Bulbul, çû serdana esnafên li Çarşiya Titûnfiroşan a li navenda Semsûrê ku ji ber vê qanûnê mexdûr dibin. Rêveberên HDP’ê jî bi Bulbul re beşdarî serdanê bûn. Di serdanê de HDP’î û esnaf li ser encamên ku ji ber vê qanûnê derkevin holê axivîn.