23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Hê jî lêpirsîna îdarî venekirine’

Di 11’ê îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê leşkerên ku derketibûn operasyonê welatiyên bi navê Servet Tûrgût û Osman Şiban binçav kiribûn û piştre ew ji helîkopterê avêtibûn. Heta du rojan bi tu awayî agahî ji Tûrgût û Şiban nehatibû girtin û piştre li nexweşxaneyeke li bajêr derketibûn holê.

Tûrgût di cotmehê de jiyana xwe ji dest da û Şiban jî hê bi ser hişê xwe ve nehatiye lê heta niha avêtina ji helîkopterê ya Tûrgût û Şiban ji aliyê dewletê ve nayê qebûlkirin û daxwazên lêkolînê yên ji bo bûyerê ji aliyê HDP’ê ve hatin kirin jî ji aliyê desthilatê AKP-MHP’ê ve li meclisê hatin redkirin.

Destpekê Tûrgût girtine

Li ser navê Ji bo Demokrasiyê Yekitî (DÎB), heyeteke ku ji Perîhan Koca, Salih Zekî Tombak û Ayşegul Devecîoglu pêk dihat, di 9’ê cotmehê de çû Wanê û bi malbata Servet Tûrgût re hevdîtin kirin. Heyetê ji van hevdîtinên xwe raporek amade kir û ji partiyên siyasî û rêxistinên hiqûqî re şand.

Li gorî  agahiyên ku malbata Tûrgût dane heyeta DÎB’ê; roja bûyerê leşker li navçeya Şaxê ya Wanê derketine operasyonê û li cihê bûyerê ewil 2 û piştre jî 8 helîkopterên Skorsky li herêmê firiyane. Leşkerên ku derketine operasyonê Servet Tûrgût girtine û bi xwe re birine mezra Sûrikê li vir Osman Şiban jî bi xwe re birine û ji gund derketine.

Bi erdê ve kaş kirine

Di berdewama raporê de cih ji axaftgina birayê Şiban Cengîz Şiban re hate veqetandin. Şiban dibêje ku leşkerên hatine gund ji wan re ev tişt gotine, ‘Em bi hêrs in. Êşa me heye. Em kela xwe di serê we de hênik bikin’. Pişt re Cengîz Şiban ev tişt dibêje: “Leşkeran gef li me xwarin û dema ku Tûrgût anîn gund şopên lêdanê lê tunebûn. Pirsa Osman Şiban kirin. Piştre Osman Şiban birin. Dema birin li çamika sutiyê wan dan û wan bi erdê ve kaş kirin û avêtin helîkopterê. Pêlav û şewqê wan li wir man.”

Di dirêjiya raporê DÎB’ê cih da daxuyaniyên parêzeran û destnîşan kir ku li gorî daxuyaniya parêzeran heta niha pêvajoya hiqûqî û tu lêpirsînên îdarî nehatine destpêkirin. Di dawiyê rapora xwe de DÎB’ê xwest ev bûyer bê ronîkirin û der barê berpirsiyaran de lêpirsîn bê vekirin. STENBOL