Sêşem, Nîsan 20, 2021

Ez kî me!

Hê jî nizanim ez kî me û ez çi me?

Di demên pêş de belkî navekî min çêbibe yan jî hinek navekî li min bikin û min pênase bikin. Nizanim.

Wê şeve bi tirs ji xew şiyar bû. Her çiqasî ava cemidî li ser çavên xwe kir û porê xwe şil kir jî gêjiya wî neçû. Di nav tasewas û xeyalan de bû. Piştî taştê rahişt dasa xwe û berê xwe da nava rez. Reze wî li nik Baxçeyên Selehiyê yên binya latên mezin bû. Ji vira Tîjle xweş dixwiya û nerîna li Heskîfê mirov dilxweş, kêfxweş û dilaram dikir. Her çiqasî ji vira aliye kelehê, sere kelehê nedixuya jî hêza xebatê dida mirov.

Piştî xebateke demdirêj, pala xwe da kendalekî û xwe bera nav xweşiya xwezayê da. Çawa be kesaxa wî ne zêde bû. Xwedêyo, ev çi xweşî bû. Rezan mil dabûn hevdu, benên wan bi gul û çîçekan nexişandî… Selehiyê tev dixuya, darên sêv, mişmiş, hinar û hejîran ango baxçeyan jî xwe spartibûn rezan. Li binya rê keç û jinan kare malê qedandibûn, zarokên bêvil lîçik li pey wan, bere xwe dabûn qiraxa Tîjleyê.

“Herê Tîjleya nerm, pir xweşik. Xweşikahî û xweşherikîna ava te mirov sermest dike” got di dile xwe de. “Ev çi xweşherikîn e? Hêza çiyê di dile te de…!” Bala wî çû ser şikefta wî alî avê, ya di lata wî alî çem de. Hele, hela… Dîsa gêj bû.
Bera ev colê me çi qasî bi heybet û bê serî û ber e. Kes li kesî guhdar nake. Ruhê min bi wan re çû. Gotin bi serê wan de nare, bêfêhm in, ji başî û hewcedariyan bêhay in. Bîra rêz û meş û civandinê û xetereyan nabin. Ketberê dijîn û her tim di derekê re werdibûn an jî tiştinê hov wan dixwin. Êdî ez ji jiyana colîn acizim, bi colê re naqedînim. Ne porqijikê bûna karê min zor bû. Nizam çi bikim.

Tev gêj in. Di nav pirça xwe de winda bûne, mîna wan hûtên çiyê. Deng bi sere wan de naçe, ne fêhmdar in. Lavelavek û qebeqebek di nav devê wan de ye, mirov ji wan fêhm nake. Min got, “mirov!” ê wele ez jî nizanim mirov çi ye? Lê va tê ser zarê min, neyê ser. Pêşî bi îşaret, dehfdan û rêdanê min hebekî rêzan û pîvan da wan. Me ev şikeft kolan bi hev re. Hoste ez bûm. Paşê me şikeftên xwe bi rêyek bin erdê re, bi reşahiyê ve girêdan û nepenî hişt, wek kewiyê bû, ji bona ewlehiyê. Jixwe şikeftên me tev bi hev ve girêdayî bûn, ji yekê em derbasî ya dinê dibûn. Em bi hejmarê nizanin, lê pir bûn, bi qasî balindeyên li hewayê. Rêya asasî di nav avê de bû, ya bi dizî jî me çend kesan dizanî. Carinan şeveqê di vira re derdiketim û diçûm nêçîrê. Ev rindika porqijik î çavhungivîn jî heja ye, xwîngerm û xweşik e. Lê ez bi qasî wê ne biaqilim. Xurt im, lê têgihîştina min qels e. Ev meseleya li qiraxa avê kolana şikeftan wê bi ber me xistibû.

Rojên betlanê zû diqedin. Kare daîreya fermî jî ne giran bû. Bi hêsanî ji heq derdiket, lê derdê nezanî û cahiliya gundiyan ew bêzar dikir, dile wî bi wan dişewitî. Dizanibû ku pergala serdest wek qeydek hesine, ew jî tê de, mirov, ruhê mirov dişidîne û xwînê di canê mirov de nahêle…

Îro karê rez tune bû, berê xwe da sere kelehê. Beriya ku bajar dakeve dora rê, dora pira nû û çem mala wan jî li vira bû. Di “Deriyê Medan” re bi awirên dilkeser li porê rojê yê nexişkirî yê tozgirtî yî nîvbirqane nihêrî. Sêra dûpişkê ne li ciyê xwe bû. Hatibû dizîn. Lewra li serê kelehê dûpişka bi mirov vedida. Ma çiqasî pir bûn. Te digot qey axa vira tev dûpişk in. Hêdî, hêdî meşiya. Di kaşê rê de desten xwe da pişt xwe. Sere xwe hejand, serî di ber de. Deriyê duyemîn ê “Fersan” ku sêra mar wisa reşbiriqîn li ser dixwiya, hê tekûz bû, bi rastî jî li serê kelê mar bi mirov venedida. Dihat gotin ku ji ber vê sêrê ye. Deriyê dawîn ne şeş be yê “Qereqoyîniyan” bû, bê sêr. Hebikî hilweşiyayî. Xwe gihand rasta serê kelê, ber camiye. Divê li dûvpişkan miqate bûna. Hersê derî jî li ser rêyekê bûn, rêya asasî. Li rasta ber camiyê bi dilguvaştî meşiya. Rasta hespbeziya qaşo Hesen! Hesenê ber sêdarê. Bi xwesteka dawîn bi kêf li vê rastê hesp bezandibû û xwe di ser Tîjleyê re qevastibû… Herê axê, herê waro! “Hesenkêf, Hesenkêyf, navê lê hatî!” “Heskîfa me herimand” digot di dilê xwe de. Difikirî ku îro zêde kes jî li derdorê nîne. Xalî bû Heskîfa melûl, kesî xatir jî nedixwest…

Bi rastî Heskîf li ser tehtek mezin û fireh bû. Mal, xanî û şikeftên ku tê de hatibûn kolan bi şêwe wek kefa heskê bûn, heskîn. Şikeftên wê “hesk”în bûn, Heskîfa dîrokî ya dilêş! Ji vê rastê, ji vira, ji serê kelê her der dixwiya. Rêyek bi tene dihat vira. Ya li rojava hebekî biçûk û bi ristinek, hûnandinek kevirîn î zexm hatibû asêkirin, kaşê wê pîr tîk bû. “Niha ez qala Heskîfa, Eskîfa ji qal û belayê bikim tê dernayêm” got ji xwe re û gera xwe domand. Seriyek da herdu cercikên ku bi nepenî ji bona avê, avanînê dadiketin Tîjleyê û rewşaramekê dile wî dagirt. Zilamekî ciwan, jîr û karker bû, ji karê xwe, ji kedê hez dikir. Lê xûyekî wî yê ecêb hebû. Ji xwe diçû. Carinan nizanibû çi ye, kî ye, li ku ye… Di nav van ramanan de ew mamosteya ciwan î porqijik î çavhinguvîn ket bîrê. Gelo rojek şemiyê piştî nîvro ku dersdayîn diqediya nikaribû pê re here gerê, seyranê. Derdora tehta qîza qerêl û serêkaniya, serêava pişt latên Selehiyê pir xweş bû. Têkiliya wan xweş bû, ku diya wê jî destûr bidana…

Bi awirên kûr î nepen li Tîjleyê dinêrî; Çiyayê Rima, Pira Kevn, Îmam Evdela, Pira Nû, Ser Pira, Bin Pira û ew şikeftên ku ji wan re digotin “Malên Medan”* bala wî kişand. Şikeftik bi serê xwe di nîvê lata di ser Tîjle de hebû, ji şikeftan tevan dûr, ku bala wî çû ser, dîsa gêjiya wî hat. Bêhna wî çikiya û te digot qey di binê avê de ye. Avê hêdî hêdî gewriya wî dixitimand, bênefes dima. Xîrexîr diket qirika wî. Dîsa ber çavên wî tarî û hişê wî şolî. Hela, hela…

— *: ji malên serê kelê re jî wisa digotin.

Min şikefta xwe ediland. Tifikek ku dû nagire çêkir. Ciyê xwarinên ku ji bonî zivistanê hilînim, xweş kir. Ciyê rûniştinê, yê paqijiyê û hwd… Ciyê herî xweş ê şikeftê ber devê wê bû. Min du sedrên ku li ser rûnêm û li avê temaşe bikim çêkir. Av, boş û coşiya herikîna wê pir bala min dikişand. Di seyra wê de gelek raman di serê min de diçûn û dihatin, gelek tiştan êrîşî mêjiyê min dikir. Ji ber vê min pir ji vê avê û herikina wê hez dikir û kelecanî dida min. Av, ev çi bû! Bingeha jiyanê. Ev çi ye, ji çi çêdibe û bi ku ve diçe! Çima candar bêyî wê naqedînin û bêyî wê najîn… Of…. Her çi be! Rêya nepenî ya ku ji avê tê ya ku di bin wê hejîra di latê de ye û ya banî min tekûz kir. Ma ku ez porqurîşkê qanih bikim û bînim vira.

Gotina min ducar nekir. Yanî wate da îşaret û tevgerên min. Bi dilxweşî da pey min. Dile min bi kelecanî lê dida, mîna yê kevokê, wek ku hestên cuda li min peyda bûn ku ji qalibê xwe derbikevim. Bi kêfxweşî li şikefta min geriya û hat li ser sedra li pêşberî min rûnişt. Ligel kenekî tinazî bi awirên xwe ez darizandim; “Çawa tu col êditerikînî? Çawa tu wan bitenê dihêlî? Ma jiyan bi serê xwe dibe, wê halê jin, extiyar û zarokan çi be? Tu bikêrhatiyê wan î û bi tenê xwe û dixwazî min jî bikî hevparê sûcê xwe…”

Mûyên canê min bûn wek diriyan ku di canê min de biçikin. Ber bi min ve hat. Hêviyek ket dilê min ku min bipêçe û ramûse, wisa dilşa me. Lê ji nedîtî ve destên xwe xist qirika min. Gêja min çû. Dema ku min çavên xwe vekirin, ez û ew di nav golek ava boş, bi coş î pir zede de bûn. Xirexir ket qirika min. Çavên wê jî beloq bûn. Em difetisîn.

Xewn bû, xeyal bû nizanim. Wek milyaketên çiyê keç û xortên mil bi çek ku qet min rewşa wan xeyal nedikir, bi rêzê ber bi me ve dihatin. Bi nav nedibûn. Li ser avê dimeşiyan. Roj li ber ava. Di soringa roja rojava de wek ku av sekini û her der aram bû. Gulîstanek, baxçeyekî îremî hat hişê min, wisa di dil û mêjiyê min de bi cî bû, şewq dida. Rûyê çavhungivê geş bû. Gêjiya min didome. Gelo ez kî me! Ev çi ye! Nizanim.

Zilam û keçeke porqijik dest di dest de, di neqebên Salihiyê de ku Selehedîn Eyûbî li vira ciwaniya xwe borandibû, ber bi Textê Qîza Qerêl ve diçûn. Demsal bihara xalîçeya Ecemî. Kulîlkên cur be cur xweza, dayê xweza dikemiland û Heskîfê îro keybanûya jiyanê.

Wexta ku herdu li tenîşta hev rûniştin û lingên xwe bi tehtê ve berdan, bala zilêm dîsa çû ser wê şikefta bitenê. Xeniqînê ew girt,dîsa. Jinik behitî ma. Av, her diçû bilind dibû, ew jî wek ku girêdayî bûn. Nikaribûn bileqin. Xirexir qet qirika zilêm. Av, bi ser pira kevn ket. Minareya qut û ya tenîşta pire jî êdî binav bûn. Nefes diçû, çav beloq bûn. Xewn bû, xeyal bû, çi bû. Nedizanîn.

Heskîf têk diçû; jiyan, dîrok, şaristanî têk diçû. Rêzek milyaketên çiyê, çek li dest, keç û xort di rêzê de li ser avê dimeşiyan, wek ku li ser xalîçeya Sînbadê Şehrazat bin. Av giran bû, her ku diçû nizm dibû, wek firtone yan jî ejderhayê ku kedî bibe serî bitewîne, bi çavên melûlî li şervanan, ango milyaketên çiyê dinêrî…

Nizam çi dewran bû. Ez û Tu… Ew ê bêkes, tikûtenê û sêwî.