20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hê xwîn ji vê birînê tê

Harun Evîndar

Bi qasî xak û dîrokeke bi berhem ewqasî jî bi êş û kul e Kurdistan. Bi qasî gelê leheng û mêrsas e, ewqasî bi birîn û keder e. Çiqasî jina kurd xweragir û qudret e, ewqasî li ser sînga wê ji sûngî û mîxên xayîn û nemerdan tije birîn, hesret û keser e. Em xwedî dîrokeke qedîm û heqîqeteke wisan in, hema bêje tu rojek nîne ku xwedî wate, pîrozî û bi êş û jan nebe.

Ji bo vê ye ku dijminê gelê kurd ê xwînxwar tim ji bo xwîna kurdan bimije û xwe li ser bide jiyîn bi devxwîn û çavsorî êrîş dike, qetil dike û tune dike. Em weke her salê îsal jî ber bi wê rojê tên… Ew roj 16’ê Adara 1988’an Helebeçe ango bi navê xwe yê din ‘Enfal’ e. Enfal dîrokeke ku tu carî wê neyê jibîrkirin û tim birînek be li ser bedena dayika Kurdistanê ye. Dibêjin birîna ku nekuje qehîm dike, ez jî li ser vê gotinê dixwazim hinek vê birînê vekim û li gorî rewşa heyî bikevim nav mijarê.

Êrîşa yekem a kîmyewî ya Balîsan: Rejîma Baasê cara yekem di 16’ê Nîsana 1987’an de li hemberî Geliyê Balîsayê çekên kîmyewî bi kar anî. Li gorî texmînan 64-142 kes hatin kuştin. Piştre bi sedan kes hatin girtin ku agahiya tu kesê ji vê bûyerê pêk neyê. Di êrîşa Sergelî û Bergeliyê de jî 25 û 30 gund bûn hedefa artêşê. Li gorî çavkaniyên Yekitiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) di vê êrîş û dorpêçê de ji 200 heta 250 pêşmerge û gundî hatin qetilkirin.

Êrîşa 2’yem a kîmyewî ya Şanexşê: Rejîma Baasê li dijî pêşmergeyên YNK’ê yên li gundê Şanexşê kom bûbûn, çekên kîmyewî bi kar anîn. Piranî pêşmerge 28 kes hatin qetilkirin û 300 kes jî birîndar bûn.

Êrîşa 3’yem a herî xedar Helebçe: Piştî dorpêça li Sergelî-Bergeliyê û şûnde bi piştgiriya pêşmergeyên YNK’ê leşkerên Îranê ketin bajarokê Helebçeyê. Di 16’ê Adarê de artêşa Iraqê bi hewan û topan êrîş bir ser bajarokê Seîd Sadik ê dikeve bakurê Helebçeyê. Ev operasyon bi navê ‘Enfal’ê ku weke xenîmetê şerê artêşê tê pênasekirin hat kirin. Di vê operasyona de ku heta 17’ê Adarê dom kir bi dehan bombeyên gaza xerdel û fosforê hatin bikaranîn. Di vê êrîşê de zêdetirî 5 hezar kes hatin qetilkirin û 9 hezar kes jî birîndar bûn.

Êrîşa 4’emîn a kîmyewî ya Karadagê: Rejîma Baasê gund dabûn ber topan û ji topên ku li avahiyan diketin bêhneke ‘sêvê’ belavî derdorê dibû. Li gorî hejmara ne zelal derdora 78-87 kes hatin qetilkirin.

Êrîşa 5’emîn a kîmyewî ya gundê Ekser: Di 3’yê Gulanê de gundê Ekser bû hedef û li gund gûyek spî û bêhneke pûnkê belav bû. Lê li gorî agahiya kesê bi navê Enwer Riza Omer 25 pêşmerge şehîd bûn, 5 jî birîndar bûn.

Her çendî ku bi awayekî fermî Enfal di sala 1986’an de pêk hatibe jî lê li başûrê Kurdistanê pêvajoya qirkirina kurdan sala 1983’an bi qetilkirina mêrên Barzanî ve dest pê kiriye. Zêdetirî 8 hezar mêr ên Barzanî ku temenê wan li ser 10 saliyê re heman rojê ji malên wan hatin derxistin û çolistanên başûrê Iraqê piranî bi saxî hatin binaxkirin û qetilkirin. Di navbera sala 1986-1989’an de piranî kurd 185 hezar Kurdistanî bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Her wiha 4 hezar û 665 gund ji van 4 hezar di êrîşa qirkirina Enfalê de hatin xerakirin, hezar û 800 dibistan, 300 nexweşxane, 3 hezar mizgeft û 27 dêr hatin hilweşandin, ji sedî 90’ê gundên kurdan bi erdê re kirin yek.

Nabe ku li vir bendekê ji bo jenosîda Şengalê venekim û derbas bibim. Piştî Helebçeyê, yek ji komkujiyên herî mezin ên li dijî kurdan a 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengal li dijî civaka êzidî pêk hatiye. Ev komkujî jî bi qasî Enfalê bi êş û xedar bû. Dema mirov li bîlançoya wê dinêre, wê ji bo vê jî pênaseya ‘Enfal’ê ne kêm be. Nêzî 400 hezar kes ji gund û bajarên xwe koçber bûn. 6 hezar û 450 jin, zarok, keç û beşek zilam dîl ketin destê DAIŞ’ê. Li gorî hatî tespîtkirin heta niha ji 6 hezar û 450 kesan 3 hezar û 370 kes ji destê DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin. Zêdetirî 3 hezar kes aqûbeta wan hê jî ne diyar e. Hezar û 500 kes ên li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan şehîd bûn. 280 kes dema ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê reviyan, di rêyên çiyê de ji têhn-birçîbûn û nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan.

Dema mirov li van bûyeran dinêre, dibîne ku çiqasî janeke bêderman e. Ev yek tenê li beşeke pêk hatiye. Li bakurê Kurdistanê Geliyê Zîlan, Geliyê Tiyarê, Dêrsim, Gimgim… her wiha di dîroka nêz de, jêrzemînên Cizîr û Silopiyayê hê zindî ne. Dîsa li Rojava di nav 9 salên dawî de li Kobanî, Cizîr, Efrînê jin û zarok jî di nav de bi sedhezaran kes hatin qetilkirin û ji cih û warên xwe bûn.

Divê gelê kurd dîroka xwe bizanibe. Heta yekitiyek nebe û hevgirtineke di nav mala kurdî de nebe, wê hê zêdetir komkûjî û qirkirin werin serê me kurdan. Ji bo vê, divê demek berî demekê ev birîn bikewin û hew xwîn ji wan biherike û em bikaribin yekitiya neteweyî û kongreya neteweyî pêk bînin. Em hêvî dikin ku yekitiya nav mal kurdî pêk bê. Na ev yek nebe, dê birîn kûrtir bibe. Ev jî ne qedera me kurdan e…