Rojnameya Heftane

Hebûn

Di hengameya jiyanê de mirov dikeve gelek rewş û derûniyên curbicur.

Carinan dilxweşî, carinan bêbiryarî, carinan bêhêvîtî, carinan dilcoşiya hêvîdoş…

Zêde bala me kurdan, van çend salan e li ser ziman e. Di gelek semîner, panel, hevpeyvîn û hwd. de ev zêde xweş û bi kûrahî tê nîqaş û ravekirin. Bi min bi derengî be jî ev karekî xweş û baş e, li gel kêmasiyan. Lewra rewşa jiyan, bindestî û dinyê tê zanîn, di hinek waran de bêhêzî, qelsî têra tiştinan nake. Gazin, endîşe, şik, guman û pêşniyaz derdikevin holê.

Ez bixwe jî carinan dikevim rewşên bêhevî; “way liminê, ziman çû…!

Gelek caran ev derûnî li me gelekan dibe bar.

Bi rastî jî ji bon zimanê me xetere zêde ne. Rewş têra gelek tiştan nake. Zarokên me yên heta nerin dibistanê her tim û xweş bi kurdî dipeyivin (bi zêdeyî) jî ku diçin dibistana seretayî, piştî çend salan hew bi kurdî dipeyivin û tew hinek ji bîra dikin. Îja hinek malbat li malê ji destpêkê bi zaroyên xwe re bi kurdî napeyivin ku malkambaxiya mezin ev e. Ya rast ev rewş bi şîroveyan, rastî bi şîroveyên min jî dernakeve holê. Lêkolînên civakî û nirxandina wan karekî berfireh û karê pisporan e. Em dilêşiyê rojane dijîn û hilbet wek aktivîstekî zimanê kurdî peyt û ramanên min, fikir û fıkarên min jî hene û metirsî zêde ne. Malbat li malê bûne du nifş; navser û yextiyar bi kurdî, zarok û ciwan bi tirkî dipeyivin. Nifş, yanî yextiyar, ciwan, navsere û zarok bi hev re bi tirkî dipeyivin. Zimanê malê dibe tirkî.

Em dizanin ku domdarî û hebûna ziman bi xêra zarok û ciwanan e, ma hima em kal û yextiyar bibin pisporê zimên ew ê çi encamê derxe, berê me li gorê ye, ku nebe malê zarok û ciwanan. Lewra domdariya ziman û jiyanê bi wan e.

Tehde, xeyd, rexne, acizî tu encamê nadin…

Dibe ku hestiyar bim.

Dizanim divê kurdî  bibe zimanê fermî û perwerdeyê, xwestek û rastiya esasî ev e lê bi ya min ev jî têrê nake. Rewşa Başûr li holê ye û fermîtî û perwerde jî carinan wek dilê mirov dixwaze encamê nade. Heyraniya zimanê serdestan malxerabûn û nexweşiyeke me ya neteweyî ye. Bazar, lîstîkên kolanan û warên civat-civakî nebin kurdî, em derûniyek kurdewar bi cî nekin, encam ne xêr e. Babîlî, akadî, latînî û hwd. jî zimanê fermî û perwerdeyê bûn, ka îro li ku ne..! Ziman divê ruhê civakê be. Piştî ewqas hengameyên giran, demdirêjiya dîrokê kurdî têknebiribe, divê em kûr bifikirin, kumê xwe deynin ber xwe û hezar carî bifikirin. Ji bo zimanê me seferberiyek ruhî, derûnî û her wiha lazim e. Hişmendiyek xurt, zaneyî, berpirsiyarî lazim e ku ew ê bibe bingeha yekitiyê jî.

Dem dema vê ye.

Em çi bifikirn, çawa bawer bikin; çi gundî, çi bajarî, çi xizan, çi dewlemend, çi karmend, çi payebilind û nizam çi… divê xala me ya hevpar kurdî be. Bêyî ku em dilê hev bihêlin, xwe bixeyidînin, bi zaneyî, bi derwêşî divê em zimanê xwe bi kar bînin ku ew li me bibe xwedî û hebûna me bipeyitîne. Lewra ziman bi rastî jî hebûn e, hebûnek ku nayê pênasekirin. Birastî peyva pîroziyê jî hindik e, carinan bi pîroziyê em tiştan wenda jî dikin. Jiyaniyek rasteqînî kar û berpisiyariya civaka kurdan e. Ne dema rev û fitlonekan e!

Min dirêj kir. Û ev nivîs têra zelalkirina mijarê nake, lewra ev bîr kûr e lê derbirina dilêşiyekê ye; dilêşiyek hebûnî û civakî. Me hindik bedel nedaye û êdî bilêvkirina qedirbilind, payebilind û cangoriyan ew ê propagandeyek erzan be, li min biborin û ne hedê min e. Dijberên me di çi êrîşan de ne, ne hewceyî qalkirinê ye, ew li tunekirin û kokqelandina me digerin, hov, erîşkar û çavsor in. Her kar û stratejiya wan li ser asasê tunekirina me ye. Ne hewceyî şîrove û korbûnê ye. Necamêran di vê rewşa nexweşiya cîhanî ya  Kovîd-19’ê de jî li bayê xwe dinêrin, ba li me tînin û kîna dilê xwe vedirişin.

Dixwazim balê bikişînim ser xetereyeke jiyanî. Derdê min ev e. Em kurd tev bi hev re bifikirin.

Li bernameyên TV’ên kurdî tevan, bi qasî ku fersendê dibînim û têdigihêjim temaşe dikim, guhdarî dikim. Çend roj berê di bernameyekê de rewşa min serobin bû. Neyîniya hişê min, bêhêvîtiya min li binê guhê tehtekî, li hîmekî mezin ket. Keçeke ciwan ku min navê wê nû dibihîst; Hêja. Hunermend Hêja, paşê ez ê hîn bibim ku navê wê ciwanokê Hêja Netirk e. Hin tiştên dinê jî di derheqê wê de hîn bûm. Tu her bijî keçkokê, bi peyv, tevger, deng, hewes, sînerjî, derûnî… bi her awayî kurdî jê dibariya. Em bi malbatî pir kêfxweş bûn. Di heftê û yek saliya xwe de ev cara ewil e ku dilopek hêsir a dilgermiyê ji çavê min herikî. Bê hemdî min dilxweşiya xwe da der, êşa bi salan a ser dilê min sivik bû.

Her wiha dê ev ziman her bijî, heta abadînê.

Metirsiya min a dilêş hebikî ferikî, belkî jî ez meseleya metirsiya ziman pir mezin dikim. Coşiyek ket dilê min, û min xwest parve bikim. Min go gelo ev enerjî, ev sînerjî, ev vejena jiyanî nabe ku bibe derûniyek civakî! Divê ku ev ruh belav bibe wek têgeriyê. Bila ev bibe mînak, ku di vê tengasiyê de ruhekî wisa derkeve, belkî jî sira emirdirêjiya kurdî di vê xalê de be; derûniyek jiyanî ya kurdewar…

Na tu têkiliya vê bi nijadperestî, nizam ezezî, paşvemayîn, tengfikirîn û nizam çi ‘îzman ve nîne. Ev heqîqet û rasteqîniya hebûnê ya jiyanê ye. Hebûn bi xwexapandin û derûniya serdestan a xerîban nabe. Cîrantî, hevaltî bi hev re jiyana gelan hilbet rewşek mirovîn e, lê divê em “Xwe” bin. Wekehevî, biratî, şarezayî, şaristanbûn, demokratî… bi “Xwe”bûnê ye. Wek ku N. Hikmet dibêje; “wek darekê yek û azad û wek daristanekê bi biratî!” Têkiliya mirovî, mirovîn, mirovbûn wisa ava dibe.

Wisa difikirim.

Bimînin bi ruhê kurdewariyê…