Rojnameya Heftane

Hecî Qadirê Koyî û Rojnameya Kurdistanê

Wek hemû rojnameyên pêşîn ên neteweyan rojnameya Kurdistanê jî piştî pêvajoyeke dûr û dirêj a di qada çapemenîyê da karibûye derkeve pêşberî xwendevanan. Gelo dema ku Mîqdad Mîdhet Bedirxan (1858-1915) di 22yê Nîsana 1898an da, dest bi weşana rojnameyê li derveyê welêt dike, atmosfera welêt û ya cîhanê çawa bûye?

Bi nêzîkî 460 sal berî ku rojnameya Kurdistanê li Qahîre/Misirê derkeve çapxane ji aliyê dahêner(mûcîd)ê Almanî Johannes Gutenberg (1398-1468) ve tê dahênan. Ev dahênan derfetek giranbiha bû. Heta wê serdemê jî hemû berhem bi destxetan dihatin amade kirin. Cara pêşîn dema Dr. Kemal Fuad lêkolîn li ser destxetan dike li Almanyayê rastê rojnameya Kurdistanê tê.

Çapxane, bi derengî be jî hat nava dewleta Osmanî. Di sed sala 19. da dewleta Osmanî dixwest pêşiya neteweyên ku doza mafê xwe yê neteweyî dikirin bigire. Di nîvê pêşîn ê vê sed salê da mîrektîyên kurdan ji holê hatine rakirin. Herî dawî di sala 1847an da mîrê Botan, Mîr Bedirxan(1806-1869) û malbata wî bi darê zorê ji welêt der dixin. Li Stenbolê gelek zanyar û alimên kurdan digihîjin hev. Kar û xizmeta neteweya kurd dikin. Yek ji wan zanyaran jî Hecî Qadirê Koyî ye.

Di gelek çavkaniyên ku li ser dîroka kurdan û bi taybetî li ser malbata Bedirxaniyan hatine nivîsîn da, em dibînin ku Hecî Qadirê Koyê (1816-1897) mamostetîya zarokên Mîr Bedirxan kiriye.  Em bi saya van çavkanîyan digihîjîn wê qen’etê ku Hecî Qadirê Koyî bandorek mezin li ser Mîqdad Mîdhet Bedirxan û Evdirehman Bedirxan (1868-1936) kiriye da ku rojnameyek kurdî biweşînin. Lê mixabin Hecî Qadirê Koyî salek berî ku rojnameya Kurdistanê derkeve, di 1897an da li Stenbolê çûye ser dilovaniya xwe. Gora wî jî li goristana Karacaahmed e. Mixabin bi tevî gelek lêgerînê jî heta nuha kurd bi ser gora wî ve nebûne. Divê kurd gora pêşengê modernbûna xwe bibînin.

Di jimara sêyem a rojnameyê de, wefata wî wiha dertê: “Alimek ji Sora hebî. Sala dî wefat kir; rehma Xweda lê be, Xwedê gunehên wî bixefirîne! Navê wî Hacî Ebdulqadir bî. Ev mirov saxîya xwe de gelek xebitî; derheqa elimandina ilm û marîfetê de gelek beyt û eş’arên kurmancî dinivîsî, rêdikir welatê xwe Sora. Ezmanê wî ezmanê Sora ye. Loma kurd hemî vî ezmanî nizanin. Pişta kitêba “Mem û Zîn”ê de bi xetê destê xwe hin beyt nivîsîne. Teberruken min ev ebyat li vê cerîdeyê de nivîsîn. Wekî bi dîqet bê xwendin, mana wan xweş têt famkirin:

Zemane resmî caranî nemawe

Çiraxî nazim û munşî kujawe

Le dewrî ême roman û cerîde

Eger çi meqsede zanînî bawe

Eman qedrî bizane em kitêbe

Le dunya êstekey hemtay nemawe

Le eyyamî heyatî Şêxî Xanî

Le ser nusxey ew nûsirawe

Le lay erbabî xoy bo qedr û qîmet

Xezîney gewhere-w kîse diraw e

Le mecmûî duwel Soran û Botan

Le sayey em kitêbe nasirawe

Le kurdan xeyrî Hacî-w Şêxî Xanî

Esasî nezmî kurdî danenawe.”

Di kovara Hawarê hejmara 33yan da, di bin sernavê “Klasîkên Me” da Celadet Bedirxan jî vê helbestê nivîsîye û gotîye ku “ev li ser ‘Memozîna bavê min’ a destxetê ji alîyê Koyî ve hatibû nivîsîn.”

Bi kurtî meriv kare bibêje ku Hecî Qadirê Koyê pêşengiya modernbûna kurdan a di qada çapemenî û edebiyatê da kiriye.

Helwesta dewleta Osmanî li hember rojnameya Kurdistanê gelek tund bûye. Rojnameya Kurdistanê di 22yê Nîsanê da derdikeve. Di nava hefteyek li dû derketina rojnameya Kurdistanê da, 30ê Nîsanê fermana Siltan Evdilhemîdê Duyem (1842-1918) a qedexekirina rojnameya Kurdistanê li her derî belav dibe. Ev jî nîşan dide ku her dem mafê rewa yê neteweya kurd ji destê wê, bi darê zorê hatiye sendin. Rojnameya Kurdistanê 122 sal berê derketibû, em hêjî negihîştine hejmara 19. a wê. Kesên ku bixwazin bigihîjin 30 hejmarên wê yên li ber destê me dikarin malpera www.rojnameyakurdistan.com ê ziyaret bikin.

Rojnamegerî&Wêjeya Kurdî

Ez ê hewl bidim ku di bin navê Rojnamegerî û Wêjeya Kurdî da ji 15 rojan carek, li gor rojeva kurdî nivîsek amade bikim.