20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hecî Şerîfa

Dema we xweş be.

Pêşî ez kêfxweşiya xwe ji bonî “Xwebûn”ê bînim ser ziman.

Dilê min xweş dike û berdewamiya rojnameyên kurdî bi serê xwe serkeftinek e. Her çiqasî rewş ne li gorî dilê me be jî, berxwedana “hebûn” û herhebûnê bixwe ne tiştekî ji rêzê ye, di van şert û mercan de.

Divê di serî de em “xwe” bin. An na di jiyanê de em ê pêş nekevin. Xwebûn, nîşana serkeftinê ye. Em “Xwebûn”a xwe biparêzin.

Ez ê jî bi nivîsên xwe, ji îro pê ve bi qasî taqeta xwe, fikir û ramanên xwe bi ceribînan parve bikim. Hêvîdar im em xwebûna xwe tekûz bikin û hûn kêfxweş bin…

Keremkin nivîsa pêşî.

Bi hêviya azadiyê…

Me go em seriyekî bidin dostên xwe yên qedîm.

Ew çûbûn aliyê din, zaroyên wan mabûn. Me silav da Brahîmê Corc..

Mêrdînê xweş Mêrdînê, şişik kebabên wê, soqilbeqer û zêrkerên wê qedîm, qedirnas, cansivik, devliken û xwedî hewayek nenas, ango mîtolojîk, nostaljîk û bêhnderîn in. Tew bêhna qehwê, de ka bisekinin. Dizanim min pir dirêj kir. Lê va mesele ev e.

Em li dikana dostên qedîm î suryan runiştibûn û me qehweya xwe ya Mêrdînî hêdî hêdî vedixwar û pişta gotinê dişikand. Yextiyarek ket hundir û silav da û yekser got;

Ka Brahîm?

Were keremke Brahîm ez im.

Na lo. Ma ev der dikana Brahîm e?

Were Hecî, ma te ez nas nekirim?

Brahîm tu yî, ma lawo ne hiş maye, ne jî çav dibînin…

Piştî xêrdan, xweşbêş û halpirsînê em li sohbeta wan guhdar in û awirên min wisa li ser Hecî ne. Bala hevala min jî li ser. Dixwaze tiştinan jê bipirse. Min çav lê şikênand û ew sekinand ku rewşa xwezayî ya hestewariya wan xera nebe.

Derdora 85-90 salî, çav hûrik bûne û tev şîlaq. Bejnkurt î piştkubik. Kum li serî, rîh zêde nedirêj, lê simbelê sor î qermiçî derheqê xortaniya wî de işaretna dide. Bêvil weke nikulê qertel î xwar. Qermuçikên rû, bi ser hev de badayî, weke rêza qalikên daran işaretên temen in. Dest ji qeşartina gwîzan reşqermiçî. Awirên wî, bavo awirên wî…

Ka Hecî Ehmed derdê te çiye? Halê te çawa ye?

Ma wê hal çawa be lawo? Hecî Şerîfa çû, ez wilo hiştim…

Yekser hêstir ji çav bariyan, weke barana biharê û çav wisa li nixteyekê dinêrin. Çend deqîqe bêaxaftin… Brahîm da ser, li ber dila da.

Mirin emrê Xwedê ye.

Tu dizanî bêkesim…

Û sîng hilkişiya û daket bi keser, wisa melûl, stûxwar…

Paşê em ê fêhm bikin ku bêkes e, Hecî Ehmed. Hevsera wî Hecî Şerîfa jî çûye ser dilovaniya xwe. Dema ku diçûn Heca Pîroz, bi hev re pereyên xwe tev disipartin Brahîm, yanî yekî xiristiyan, xaçperest ango “file…” De were, îja jî hatina xwe ya sala îsal, gwîz pir bi bereket bûn, hatina wî pereyekî zêde(!) danî cem û lê zêde kir;

Ku ez bimirim tu yê vî pereyî bidî Camiya Mezin kirîv, bila ji camiyê re xerc bikin.

Em li camiyan tev, li gişkan bi wekhevî parve bikin, digot kirîvê Brahîm…

Û xweşsohbetê bi îskeîska Hecî Ehmed didomand;

Aax… Hecî Şerîfa… Çima tu çûyî… Te ez bitenê hiştim..!

Mêrdîn, Kirîvê Brahîm, xaçperest, suryan, Hecî Ehmedê Bisilman, kurd, dostanî, bawerî û di vê sala ku xwîn dibare de li Rojhilata Navîn, xwîna li ser navê ol û nijadê… Mêrdîn, tu qedîm î, Hecî Şerîfa, Hecî Ehmed, Brahîmê Corc… hûn pîroz in, pîrozên mirovahiyê…

Aaxx.. Hecî Şerîfa, ax!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê