19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

“Hefsar” belgeyeke zindî ye

Berhemên edebî belgeyên zindî yên dîrokî ne. Bi taybetî ji bo xebat û têgihîştina sosyolojîya civakan xwedî cihekî girîng in. Her wisa gelek daneyên psikolojîk ên derbarê rewşa civakê de jî di berhemê de xwe didin der û ji bo serdemên dîtir wekî kodên dîrokî dimînin. Di gelek waran de mirov bi saya wan berheman hewl dide da xwe bigihîne psîkolojîya nivîskar û di ser nivîskêr re jî xwe bigihîne serdema nivîsandina berhemê.

Gelek berhem bi şêwe û ekla xwe bala mirov dibe ser wê taybetmendîya edebîyatê. Li dinyayê gelek mînakên bi vî rengî hene. Di kurdî de jî mînak hene helbet. Yek ji van romanan jî “Hefsar” a Hesenê Metê ye.

Di dema xwendina vê romanê de, lehengê Hesenê Metê; Germîyan, bêyî hemdê xwe lehenga romana Toni Morrison; Sethe (romana “Beloved”)  tîne bîra mirov. Sethe, rêwîtîyeke dijwar, asê, dûr û dirêj didomîne – ji koletîyê ber bi azadîyê ve. Bêguman Sethe û Germîyan yek bi yek ne mîna hev in, lê ew lêgerîn û berxwedana ji bo azadîyê reşik û kurdan jî di xalekê de digihînin hev.

Lehengê “Hefsar”a Hesenê Metê; Germîyan, samboleke axa bindest e. Di serî de wekî berdêl; malbata xwe, jin û zarokên xwe li ser axê kiriye, paşê jî psîkolojîya/derûnîya xwe – axir di talîyê de jiyana xwe jî li ser dike… Psîkologa bi navê Monica Bogren, hewl dide psîkolojîya Germîyan baş bike ku ji welatê xwe dûr ketîye û psîkojîya wî xerab e. Germîyan gelek caran serî lê dide, diçe û tê wekî lewlebê. Talîyê, gava fam dike êdî rêbazên “zanistî” yên wî welatî bi kêr nayên, xwe diavêje dexl û bextê dengbêjan. Meseleya nivîskêr, di vir de ne dengbêj û psîkolog û qeder û Xweda yan jî tiştekî din e(!) Dema ku xwîner bi baldarî Hefsarê dixwîne, têdigihîje ku ji serî heta binî hewldana nivîskêr bo kodên civaka kurdan e. Çûn û hatina Germîyan, êşa wî, xerabî û tiştên hatine serê wî, êdî hefsar ji mista nivîskêr derdixe û dide mista xwîneran. Berxwedana Germîyan a ji koletîyê ber bi azadîyê ve dibeze, dihêle ku xwîner Hesenê Metê (nivîskar) ji nav xwe û lehengê romanê derxe – yan jî nivîskar ji serî de ev destûr daye xwendevên û xwe ji navê vekişandiye. Bêguman ev ji bo romanê serkeftinek e.

Diyarkarî/determînîzma nivîskêr, piştî demekê êdî sembolîk dimîne. Hostetîya nivîskêr, bi vebêjî û vegêrana xwe xwîner dixe nav lepên pirtûkê. Ji welatên kurdan heta Ewropayê awaza dengbêjan di mejîyê Germîyan û xwîneran de olan dide.

Nivîskar têgihên mîna zozan, dengbêj, bêrîkirina welêt, hezkirin, êş, mirin û hemû tiştên ku dikarin werin serê lehengekî mîna Germîyan, gelekî bi xurtî û hostetî bi kar anîye.  Bêguman Hesenê Metê dikarîbû xwe tevlê bikira û qedera Germîyan biguheranda, lê hostetî di demên wisa de diyar dibe. Nivîskar hiştiye lehengê wî piştî hemû berxwedan û hewldanan wekî kesekî ji rêzê bimire. Ew mudaxilî xwekuştinê jî nebûye. Heke nivîskar bi hestîyarî tevbigerîya, xwîner nikarîbû ew ji nav xwe û Germîyan derxista. Dûrbûna ji axê dikare nivîskêr bike temaşevanek jî. Ev ne tiştekî xerab e; ji dêvla nivîskar mudaxalekar be, temaşekar be çêtir e.

Kesên Hefsar xwendine, kêlîyekê çavên xwe bigirin û bi awayekî fîzyolojîk li dûrbûna welatê xwe bifirikirin – li dûrbûna xwe. Bêgûman gava em bifikirin em ê hemû bibin Germîyan. Axir xwîner jî bi Germîyan re li ber xwe dide…

Hêma û sembolên di Hefsarê de ew ê çiqasî ji alîyê kesên ne kurd ve werin fêmkirin, nizanim. Lê gelekî diyar e ku Germîyan ne tenê lehengê Hesenê Metê ye. Ma jixwe ev bi tena serê xwe ne gelek tişt in gelo? Diyarkirina encama romanê yan jî ya jiyana Germîyan ne xem e, lê ji alîyê antî-kolonyalîzmê ve çi dide xwîneran? -berxwedana ku xwîner û leheng bi hev re, berhemê dike metneke dij-kolonyalîst. Bêguman ev yek nîşaneya xurtîya pênûsa Hesenê Metê ye. Dibe ku êşa me û reşikan jî nêzî hev dike… Jixwe Toni Morrison û Hesenê Metê jî wekî hev “reşik” in. Belkî zêde ‘objektîf’ be, lê her du jî, bi metnên xwe ‘reşik’ên gelekî ‘xweşik’ in…

Kî dizane belkî ev jî yek ji wan berheman be ku ji nifşên piştî me re bibe yek ji belgeyên zindî – te dî ew nifşên ku “hefsar” qetandibin û li zozanên welatê xwe azad dijîn.

*Hefsar, Hesenê Metê, Roman, Weşanên PEYWEND, 2018