spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hefter û Seyfulislam Qedafî di nav namzetên serokkomariyê de ne

Li gorî agahiyên malpera El Hedes, dibe sibê serleşkerê berê yê Lîbyayê Xelîfe Hefter jî ji bo hilbijartinên serokkomariyê serî li Saziya Bilind a Hilbijartinan bide.  Wekî tê zanîn beriya çend rojan Seyful Isalam Qedafî kurê serokê berê yê Lîbyayê Muemer Qedafî jî ji bo berendamtiya serokkomariyê serî li Saziya Hilbijartinê da.

Berendamtiya van herdu kesan jî di nava siyaseta Lîbayayê de bûye cihê nakokî û tevliheviyan. Ji aliyekî ve tê gotin ku dê serokê parlamentoyê Eqîla Salih ji bo namzetiyê erî lê bide û di heman demê de Xelîfe Hefter jî dê serî lê bide. Ji ber ku ew herdu namzet jî yek aliyekî temsîl dikin dê dengê wî alî gelekî belav û qels bibe. Ji aliyekî din ve gelek nerazîbûn li ser berendamtiya kurê Qedafî jî heye ji ber ku der barê wî de gelek dozên ku hê bidawî nebûne hene.

Wiha xuaye ku hilbijartinên qaşo ji bo bidawîanîna li aloziyê vî welatî tên lidarxistin dê derî li ber nakokî û aloziyên mezintir vekin.

Her wiha gelek nerazîbûn li ser namzetiya Xelîfe Hefter jî hene ji ber peywîra wî ya leşkeriyê û aliyên ku nerazî ne dibêjin ku nabe leşekrek bibe namzet.

Wekî tê zanîn Hefter beriya derdora 2 mehan ji serokatiya artêşa Lîbyayê istîfa kiribû da ku di hilbijartinan de bibe namzetê serokkomariyê.