19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heger zwanî xwendin û nûsandinê newî nêtanê xuman wiparazê

Me demek berê nûçeya kovara bi navê Pîjok a ku dê bi devoka şexbizinî bê weşandin, parve kiribû. Pîjok yekem kovara ku bi devoka lekî ango şêxbizinî ye. Li ser vê yekê jî me xwest xwe bigihînin kesên ku vê kovar amade dikin. Em bi Gerînendeyê Giştî Onur Ozdemîr re axivîn. Me pirsên xwe bi kurmancî pirsîn, wan jî bi devoka şexbizînî bersiv dan.

Tu dikarî bi kurtasî xwe bidî nasîn?

Îme çend birader û hamrî je kurdê Heymene Anatolya Navîn în. Naviman Erhan Akbenli, Onur Özdemir, Mustafa Başaran, Mehmet Okçu û Ramazan Comer Tetik e. Her yekiman kar û bari cigî û cuda dikîn. Pirranîyiman le Enqere dijîn.

Pîjok çi ye?

Pîjok karekî nusrawîyî yekem e le nav kurdey me yî Şexbizinî. De dîrok hetta ev deme tîştekî nusraw le nawiman hiç newî. Menayê Pîjok le zarawey Kirmancî ‘Pîvoke’ û navi kovarêy me ye. Ev Kovar we alfabay latînî derket.

Fikrê kovareke bi devoka şêxbizinî bi kîjan armancê derkete holê? Armanca we ya ji vê kovarê çi ye?

Wek le ser vittîn, kurdey me yî Şexbizinî hetta ay deme xawindi tiştekî nusrawî newîn. Le lay xwendin û nûsandin jî eve tiştekî firê ecib e. Çunke, gelî wek îme ke kukeyan kone û qedîm e, je lay çand û kultur jî evqes devlemend e, meqbûl û meqûl nîye xwendîn û nûsandin we zwanê xêyan nezanin. Îme eve weki kemasîyekî gewre û mezin diwînîn. We rastî jî diliman sev eye zîz û giran wî. Le navbera xuman ev mijar firê nîqaş dikirdîn. Divitîn pewîst û lazimê je destiman kar û xebatî ra zwanêman derkevî.  Dûyaca, le ser çapkirdinî kovarî rekeftîn û gamê yekeman hawîştîn.

Zarawey Şexbizinî wek dizanin le bin beşê kurdiya xwari gestin. Le nav kurdê Tirkiya jî kemestin. Le ay dem û zemanê globalizm jî de bin xeteri mekwînîye. Ra we, we xuman vittîn; çiqas zu ra xebati zwanêman kirdîn, ewqesî kar û xebatî gewre da wikîn. Kovarê Pîjokiman jî enço derket.

Di naveroka Pîjokê de bi giştî kîjan mijar hene? Bi taybetî hûn giringiyê didin ser kîjan aliyê kovarê? Çend nivîskarên kovarê hene, nivîskar tev bi devokê şêxbiziniyan dê binivîsin?

Pîjok, kovarekî hunerî çandî û civakî ye. De Naverokê şiir, çirok, dîrok û nusanê civakî hestin. Wek dizanin, Pîjok kukê le bin zemiye û jêkirdinê û derxistinê we der asan niye. Le ser zemî jî çiçek û gulî nazenin û nazdar e. Zwan û kulturê îme jî eyni ye. Dixwazin çiqas devlenmendî, xweşî û ciwanîman hestin gî widerxîn navça.

Fireyê nûsîngeliman we zaraway xuman kurdîyê Şexbizinî ye. Derîman ra zarawegeli kurdî gî owkirîyagê. Hedefikiman jî zaten aşinabûnê insangeliman werdi zarawegeli kurdîyê dinê. De nav Pîjok çend nûsan we tirkî jî hestin.

Gelo devoka şêxbiziniyan rojane tê bikaranîn li Konya, Haymana û hwd?

Zaraway kurdîyê Şexbizinî nezî 200 sal e ekserî le heremê Heymene Polatlı Kulu, yekî din jî le Duzce, Hendek, Sivereg, Kastamanu, Sînop, Adıyaman, Amasya rojane diyay wekarandin û aydeme jî parçeyekî xelqiman e. Bes, ke wîşîn zwaneman de bin xeteri gewra we dirû nedîn. Newey nuyeman her ruj je zwanê xêyan dûr dikefî. Ra we îme ev kar û xebatî nusrawî firê girîng û mûhîm diwînîn.

Dê ‘Pîjok’ çiqasî rê li ber asîmîlasyonê bigire ango dê çiqasî çand û hebûna şêxbiziniyan biparêzin?

Îme dişîn asimilasyon mukkedaratiman nîyestîn. Ditanîn verê wigîrîn. Heger zwanî xwendîn û nûsandinê newî nêtanê wiparazê. Îme ked û xebatê nusrawî wek gamî gewra diwînîn. Çun ke firê insaniman we hesreti xwendîn we zwanê xeyanê. We rastî eleqey gewra jî şani Pîjok dan.

Di pêşerojê de hûnê Pîjokê bigihînin asteke çawa? Ji bo dewlemendkirina naverokê we xebatên bi çi rengî danîne pêşiya xwe?

Îme ne pispor û akademisyeni zwanîn. Bes, dixwazin her ke çu, kovareman le lay karê akademîk û hunerî bilindwu. Ra we, werdi pispori zwanê kurdî peywendî peyda dikîn ke ewane jî wiwin beşekî Pîjokiman. Yekî din jî, hunerê anonîm û gelerîman dixwazîn tevarusê nesilgeli duyagimgeliman wî. Ra we çew, gwê û gwêçikiman de nav xelqi xumane. We rastî dixwazin Pîjok bila yadigarî gewra wu ra kurdê xumanê hemî cihanê…