spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêj 2 bersûcên komkujiyê firar in

Parêzerê doza komkujiya Pirsusê Serdil Îzol, bi minasebeta salvegera komkujiya Pirsûsê, diyar kir ku hêj 2 bersûcê komkujiyê firar in û îfadeya wan nehatiye girtin. Îzol, da zanîn ku 5 saet dîmen ji dosyeya dozê hatine derxistin û got: “Heta îfadeya 2 bersûcan neyê girtin û 5 saet dimenên hatine windakirin li dosyayê neyên zêdekirin, darizandineke adilane pêk nayê.”

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 20’ê tîrmeha 2015’an de DAIŞ’ê li ber Navenda Çandê ya Amarayê li dijî şahiya ciwanên sosyalîst ku dixwestin biçin Kobanê teqînek xwekuj pêk anîbû. Di teqînê de 33 ciwanên sosyalîst û şoreşger jiyana xwe ji dest dabûn. Têkildarî teqînê doz hatibû vekirin. Heta niha 19 danişîn li dar ketin. Danişîna 20’emîn wê di îlonê de pêk bê.

Heta niha tenê bersûcek girtî ye. Ew jî Yakûp Şahîn e. Hêj carekê jî neanîne eywana danişînê. Her tim bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê beşdarî danişînê kirine. Têkildarî darizandina dozê parêzerê li dosyeya komkujiyê dinêre Serdil Îzol agahî dan Xwebûnê.

Hêj du bersûc firar in û îfadeya wan nehatiye girtin

Parêzer Serdil Îzol, diyar kir ku danişîna doza komkujiya Pirsûsê wê di 29’ê îlonê de bê dîtin û wiha got: “Dozger li gel gelek kêmasiyên dosyayê hene jî mutaala xwest. Xwest dadgeh biryarê bide. Lê hêj di dosyayê de tenê delîlên bersûcê ku girtî tê darizandin Yakup Şahîn heye. Hêj du bersûcên din firar in û îfadeya wan nehatiye girtin. Bersûc Îlhamî Balî û bersûc Denîz Buyukçelebî hêj firar in. Heta niha tenê bersûcek derxistine pêşberî dadgehê. Ew jî Yakup Şahîn e. Şahîn heta niha bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûye û li salona dadgehê amade nebûye. Dîmenên beriya komkujiyê û piştî komkujiyê, 3 sal û nîv (3.5 sal) piştî bûyerê li dosyayê zêde kirin.”

Di dosyeyê de 5 saet dîmen hatine windakirin

Parêzer Îzol, destnîşan kir ku 5 saet dîmenên aydî bûyerê ji dosyayê derxistine û wiha berdewam kir: “Dema mirov li dîmenên aydî bûyerê dinêre, em dibînin ku 5 saet dîmenên piştî bûyerê hatine qutkirin. Heta niha dîmenên kêm li dosyayê zêde nekirine. Dîsa heta niha dadgehê der barê kesên dîmen qut kirine de û ji qutkirina dîmenan berpirsiyar in tu lêpirsîn û xebat nekiriye. ”

Gel bersûc girt, polîsan serbest berda

Parêzer Îzol, bal kişand ser bersûc Abdullah Omer Aslan ê ji aliyê gel ve li ser bûyerê hat zeftkirin û wiha lê zêde kir: “Gel roja bûyerê bersûc Abdullah Omer Aslan, li cihê bûyerê zeft kir û radestî polîsan kir. Lê polîs bêyî der barê wî de tu lêkolînê bikin û lêpirsînê bikin ew serbest berdan. Dîsa der barê wî de biryara bêşopandinê dan.

‘Dixwazin ser bûyerê bigirin’

Parêzer Serdil Îzol, da zanîn ku dadgeh der barê bersûcên biryara girtina wan heye de bi awayekî formalîte lêpirsînê dike û ev agahî dan: “Di esasê xwe de ji darizandineke rast direve. Vê sekna der barê bersûcan de, bi biryarên xwe nîşanî me dide. Dema em li şeklê darizandinê dinêrin, heta niha tenê bersûc Yakup Şahîn ê girtî ceza kirine. Bi vê yekê dixwazin ser dozê û dosyayê bigirin. Heta niha darizandineke adilane û li gorî edaletê nehatiye kirin.”

Tenê 7  hezar û 500 lîra ceza birîn

Îzol, bal kişand ser cezakirina Midûrê Polîsan ê Pirsûsê Mehmet Yapalial jî û wiha got: “Dadgeha Ceza ya Edliyeya Pirsûsê, bi sedema ku ji komkujiyê berpirsiyar e der barê wî de bi sûcdariya “Erka xwe xerab pêk anîye” 7 hezar û 500 lîra ceza birî ye.

Berê ji bo tedbîr bêne girtin agahdarî kiribû

Parêzer Îzol, destnîşan kir ku der barê Şeyh Abdurrahman Alagoz ê komkujî pêk anî de Midûriyeta Polîsan a Pirsûsê hatiye agahdarkirin û ev agahî lê zêde kirin: “Ji bo der barê bombeya zindî de tedbîr bên girtin ferman hatiye dayîn.

Dadgehê biryar dabû ku di dîroka komkujî pêk hatiye de Navenda Çandê ya Amara jî di nav de li gelek kolan û neqeban 24 saetan li ser kesan lêgerîn bikin, alav û eşyayê wan kontrol bikin û tedbîran bigirin.

Lê derket holê ku wê rojê li dora Navenda Çandê ya Amara tu tedbîrên ewlehiyê nehatine girtin.”

NAVENDA NÛÇEYAN 