24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara 11’an a Psychology Kurdî derket

Hejmara nû ya kovara Psychology Kurdî bi dosyaya ‘koçberî û derûniya koçberiyê’ derket. Bi hevpeyvîn û nivîsên curbicur li ser vê mijara girîng sekiniye.

Nivîs û mijarên vê hejmarê ev in: Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan bi nivîsa xwe ya ‘Psîkoterapî di Civaka Pir-çandî de’ behsa koçberî û qonaxên koçberiyê, pevçûnên nifşî û nasnameyê, di peywenda navçandî de dermankirina psîkoterapî dike.

Prof. Dr. Renos Papadopoulos bi nivîsa xwe ya “Tûrikê Koçberiyê” ku Leyla Turhan ji îngilîzî wergerandiye li ser malê, jidestçûna malê, nasname û travma û pêşketina aktîvasyona zehmetiyan disekine.

Ûsiv Biyanî bi Psîkyatrîst Dr. Azad Dildar re li ser têgeha koçberiyê, bandora wê ya derûnî, şîn û jidestçûnên koçberan, nasname, xerîbî û nexweşiyên derûnî yên koçberiyê hevpeyvîn kiriye.
Derûnnas Berîtan Guneş bi nivîsa Zayend, Zayendî, Nasnameya Zayenda Civakî, Meylên Zayendî; Ferdên LGBT’î; Pispora Xizmeta Civakî Gulperî Gunduz, bi nivîsa “Xizmeta Civakî ya Psîkyatrîk” tê de cih digirin.

Kovar 4 sal in ji aliyê weşanxaneya J&J’yê ve dihat çapkirin. Hêjayê gotinê ye ku wê êdî weşanxaneya Avestayê kovarê çap bike.