19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara 11’emîn a kovara Zrîngê derket

Hejmara 11’emîn a kovara Zrîngê derket. Kovar di berga xwe de balê dikişîne ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê û polîtîkayên tunekirin û tunehesibandina zimanê kurdî.

Kovara Zrîngê ku mehê carekê derdikeve bi hejmara xwe ya 11’an hat çapkirin û bi naverokeke têr û tije gihîşt ber destê xwînerên xwe. Kovar bi berga ku ji aliyê xêzkara jin Rûşen Sarili ve hatiye xêzkirin, balê dikişîne ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê û polîtîkayên tunekirin û tunehesibandina zimanê kurdî.

Nivîskar û xêzkarên vê hejmarê; Azad Kutî, Rûşen Sarili, Eşref Mumcu, Şêx Zubêr, Erceren Akbayir, Kubîlay Odabaş, Ikram Balekanî, Mehmet Erbey, Mustafa Yaman, Ozgur Amed, Eliyê Xemxwir, Ûsiv Mele, Mem Aliyê Kamûr, Hebûn, Michael Erdman, Ercan Altûntaş û Îsa Bal bi xêz û nivîsên xwe mijarên ku kurdan eleqedar dikin derdixin pêş. Bi mîzah û îroniyan ji rewşa polîtîk, aborî, ziman, zext û tundiya bi taybetî li ser kurdan vedibêje.

Kovar ji bo eleqeya li çand, ziman û wêjaya kurdî cih dide pêșbirkekê jî. Dîsa ji bo nasandina navdarên kurd bi xêzên Ercan Altûntaş cih dide portreyên navdarên kurd. Di vê hejmarê de jî portreya  Hejar Mukriyanî heye. AMED