25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara 20’an a Kovara Dilopê derket

Kovara Dilopê 2 mehan carekê bi kurdî û tirkî li ser çand, huner û polîtîkayê weşanê dike bi hejmara 20’emîn derket. Selim Temo, Firat Keklîk, Reyhan Sarhan û Muslum Aslan helbestvanên vê hejmarê ne. Fewzî Bîlge jî bi wêneyê xwe rûpelên vê hejmarê xemilandiye.

Dosyeya vê hejmarê Raperîna Nan a Amedê ye ku di sala 1880’an de qewimiye. Ozge Ertema akademîsyen vê raperînê bi nêrîneke alternatîf dinirxîne. Dosye bi hevpeyvîna Înanç Yildiz a li gel Yuksel Gençê berdewam dibe. Yuksel Genç di roportaja xwe de dibêje Stenbol jî tê de li 33 bajaran nifûs kêm bûye lê li bajarên Kurdistanê zêde bûye û ev jî dê xizanî û newekheviya aborî ya li herêmê girantir bike.

Bariş Avşar bi vazoyeke li bajarê Ûrûkê hatiye çêkirin dide ber xwe û dema hezar sal berê dinirxîne û wê demê bi me dide nasîn.

Mesut Alpê arkeolog jî li ser tofana Nuh nivîsiye. Alp di nivîsa xwe de diyar dike ku ev mît ne tenê ya vê herêmê ye, bi mînakan nîşan dide ku li gelek deverên dinyayê ev mît heye û berî olên yekxwedayî jî ev mît tên zanîn.

Tahirxan Giravî berhema Sofoklîs a bi navê Antigone wergerand kurdî. Zelal Sahidenur Sari ligel wî hevpeyvînek kiriye. Giravî Behsa serpêhatiya xwe ya sedema wergerandina Antigoneyê dike. Giravî dibêje ku Sofoklîs behsa dayikên şemiyê dike, loma min xwest wergerînim kurdî.

Di vê hejmarê de Recep Maraşli li ser ‘tezeke’ nijadperest a Tirkiyeyê nivîsiye û dipirse: Ecacoka ku ji Asyaya dûr rabû çi anî bi xwe re?

Murat Bayram di rojnamegeriya kurdî de rojnamegeriya edebî çi ye û çima li ba kurdan qels e? Bayram dibêje: Em hewceyî nûçeçîrokên îro ne!

Di hejmara dawî ya kovarê de Mehmet Bayrak li ser Yilmaz Guney, Ayhan Erkmen li ser Osman Sebrî, Mela Mihyedîn li ser Seyadê Şamê, Arîf Aslan, Alî Yavuz, Sezaî Sarioglu û Elîf Eser bi nivîsên xwe di vê hejmarê de cih girtine.