19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara 4’emîn a kovara Folklora Me derket

Kovara Folklora Me ku ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê ve tê weşandin, bi mijar û hejmarên nû weşangeriya xwe berdewam dike. Hejmara 4’emîn a kovarê derket û xwîner dikarin li pirtûkxaneyan peyda bikin. Kovar bi mijarên cur bi cur derketiye û gelek mijar li rûpelên xwe xemilandî ye.

Di nivîsa edîtoriya kovarê de tê gotin ku li gel derxistina kovarê, tiştê din ê ku pê şanaz û serbilind dibin, eleqeya gel a ji bo kovara wan e. Nivîs bi van gotinan didome: “Hûn hem bi nivîsên xwe hem jî bi pêşniyar û rexneyên xwe hêzê didin me. Mala we tevan ava be. Bi taybetî girtiyên zindanan, bi name û nivîsên xwe yên hêja, coş û kelecana me zêde dikin. Bi xêr di hejmarên bê de, dê nivîsên wan jî bên weşandin di kovara me da.”

Bi domdarî jî nivîsa edîtoryayê wiha ye: “Folklora Me, hejmara çarem dîsa têr û tijî ye. Berhevkariyên ji beşên cuda yên folklorê û binbeşên wan, gotarên cur bi cur, xaçepirsa folklorê, ferhengoka peyvan û hevpeyvîn; me kovara xwe bi van xebatan dagirt. Helbet tiştekî ku kêfa we dê jê re bê heye di kovarê de, loma jî xwe nexesirînin; xwe û maliyên xwe bê ‘Folklora Me’ nehêlin.”