20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara bêkaran 9 milyon derbas kir

Serokê Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) Îsmaîl Yilmaz di semînerekê de diyar kir di tîrmehê de qedexeya ji kar derxistinê bi dawî bûye lê tevî ku qedexe qediyaye jî di aliyê bêkariyê de encameke neyînî derneketiye holê.

Li ser axavtinên Yilmaz, Navenda Lêkolîna Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK-AR) raporeke ji bo çaryeke duyemîn a 2021’an amade kir û li ser vê raporê da zanîn ku hejmara bêkaran ji 9 milyonê derbas bûye.

DÎSK-AR’ê di rapora xwe de bal kişand ser van xalan:

*Di çaryeka duyemîn ya 2021’an de hejmara bêkaran ji 9 milyonê derbas bûye.

*Ji 63 milyon û 6 hezar hemwelatiyan tenê 19 milyon û 5 hezar kes dixebitin.

*Ji 100 jinan tenê 17 jin dixebitin.

*Rêjeya ciwanên bêkar ji sedî 45 e.

*Rêjeya bêkariya jinên ciwan jî ji sedî 55 e.