25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara kujer û tecawizkaran zêde dibe

Li Tirkiyeyê hejmara kujer, tacîzkar û tecawizkaran piştî feshkirina Peymana Stenbolê her diçe zêde dibe. Li gorî daneyên ku ji aliyê Ajansa Jinnewsê ve hatine berhevkirin, tenê di meha nîsanê de 17 jin hatin qetilkirin.

Li gorî bîlançoyê meha nîsanê ji van 17 jinên hatine qetikirin, 13 ji wan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. 5 jin rastî hewldana qetilkirinê hatine, 9 jin bi tecawizê re rû bi rû mane . Her wiha 3 zarok hatine qetilkirin û 4 zarok jî rastî tecawizê hatine û darazê gumanbarê tecawiza li Kîlîsê bê ceza hişt.

13 jinên ku bi awayekî bi guman li bajarên wek Konya, Kocaelî, Sêrt, Îzmîr, Mêrdîn, Qers, Meletî, Hatay, Riha, Mereş, Colemêrg pêk hatine. Herî kêm li heft bajaran mêran jin bi zext, tahde û bi kuştinê jî tehdît kirine.

Bi feshkirina Peymana Stenbolê re, di meha nîsanê de jî bi daneyan hat dîtin ku mêran çiqas cesaret girtiye. Jin li mal, kolan û kargehan ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Jinên gotin ‘em dest ji Peymana Stenbolê bernadin’ pankartên wan hatin qedexekirin û ji ber kolan terk nekirin cezayê pere li wan hat birîn.