16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara nivîskarên Xwebûnê zêde bû

Rojnameya heftane Xwebûn vê hefteyê bi manşeta; ‘Li Iraqê şerê DYA û Îranê’ digihêje xwendevanên xwe. Di rojnameyê de ji çar parçeyên Kurdistanê û gelek deverên cîhanê nivîskar dinivîsin û vê hefteyê 3 nivîskarên nû li rojnameyê zêde bûn.

Helbestvanê ji herêma Xorasanê Elî Reza Spahî Layîn bi sernavê ‘Kurdên dûr, dilên nêzîk’ ji rojnameyê re nivîsandiye. Cemîl Oguz bi nivîsa xwe ya dimilkî ya bi sernavê ‘Ez anketçî niya’ silavek daye xwendevanan. Sedat Ulugana di nivîsa xwe ya ewil de cih daye nivîsa têkildarî Alayên Hemîdiyê.

Nivîskarên din ên vê hefteyê nivîsandine ev in; Mizgîn Ronak, Selîm Temo, Samî Tan, Şener Ozmen, Felemez Ulug, Agît Yazar, Dildarê Amedê. Rojname cih dide xwendevanên ku dixwazin nivîs û nûçeyên wan di rûpelên rojnameyê de bên weşandin. Di vê hejmarê de nivîsa Alîk X ya bi navê ‘Hêvî Carinan…’ û nûçeya taybet a xwendavanê rojnameyê Ednan Goyan ku der barê dengbêj Ebdulkerîm de şandiye hatine parvekirin.

Rojnameger Rizoyê Xerzî vê hefteyê bi helbestvan Berken Bereh re hevpeyvîn çêkiriye û Bereh têkildarî ziman, helbest û çandê, pirsên rojnameger bersivandine. Bereh dibêje ku ziman rukn û binyad e û divê her kes di axaftina kurdî de bi israr be.

Di rojnameyê de nûçeyên taybet û nivîsên lêkolînî jî cih digirin. Di rûpela jinan de têkildarî jinên ku mohra xwe li dîrokê xistine, dosyayek hatiye amadekirin. Di rûpela kirmanckî de der barê tundiya li hemberî jinan û qetilkirinan ji civaknas Rûken Erguneş nêrîn hatiye wergirtin.

Her wiha têkildarî geşedanên li Kurdistanê jî nûçe di rojnameyê de hatine parvekirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê