spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hek û pekên teknolojiyê

Di hemû pêvajoyên pêşketina teknolojiyê de mirov hinekî şaş û metel dimîne. Berê jî li gorî dema xwe hin tişt hebûn lê ne wekî niha pêşketinên rojane hebûn.

Mînaka herî balkêş a hatina elektrîkê bû. Bi hatina wê re gelek serpêhatiyên ecêb bi serê mirovan dihatin. Wekî mînak dema ku nû elektrîk anîbûn gundekî pîrekî gotina mala wan ava be cihê şûjina min jî çêkirine. Pîrê şûjina xwe dirêjî pirîza elektrîkê kiribû û elektrîkê ew zeft kiribû, pepûkê xêr ji elektrîkê nedît û koça dawî kir.

Di wê demê de pêkeniyek din jî hebû dema mêvanên gundiyan dihatin ji wan re digotin ma em limba xwe û perwaneyê ji we re vekin an em çayekê bidin we. Vêxistina perwaneya bayê jî wekî ikramekê dihesibandin.
Dema ku nû televizyon jî hatibû herêma me em hîna zarok bûn û di mihelê de televizyona 2-3 malan hebû.

Wê demê filmekî bi navê terezan hebû. Em zarokên taxê hema bêje tev, di seata destpêkirina rêzefilmê terezan de, em diçûn mala Salihê Pîrê. Ber deriyê wan ê hewşê tijî sol û şemikên zarokan dibûn lê bi destpêka rêzefilm re his û deng nema ji kesekî dihat heta ku film xelas dibû, dîsa wîzewîz bi me diket û hundir di nava çend kêliyan de dibû wek kewara mêşên hingiv. Lê piştî demekê êdî televizyon ket mala her kesî.
Niha êdî rewş aloztir bûye û pêşketin wiha bi lez û li pey hev çêdibin ku mirov nema di ber wan re digihê. Wekî mînak telefonên destan û pêşketinên di warê teklonojiyê de roj bi roj tên guhertin.

Jixwe dema ku telefonên destan nû hatibûn herêmê îca her yekî di civatê de datanî ber xwe, çawa ku berê xelkê pesnê markeya demançeyên xwe didan îca jî pesnê markeyên telefonên xwe didan.
Îca merivekî me bi navê Feysel hebû. Her demekê telefoneke nû dikirî û dihat îca di nava civatê de dengê zîlên telefona xwe nîşanî me dida. Yek bi yek zîl diguhertin , çîîî, çîrçîr çîr, ding ding ding ….çi zîlên di telefonê de hebûn yeko yeko bi me dida guhdarî kirin û civat tev bi dengê zîlê telefona Feyselo derbas dibû.
Dema ku pêşî ew berguhkên telefonan derketibûn, haya min ji wan tune bû. Berê yên bi kablo hebûn ew zêde kêm dihatin xuyakirin, niha mîratê berguhkên bluetooth ên telefona derketine.

Dema ku nû derketibûn di kolanê de ku xelk bi telefonê diaxivîn ji min werî ku xelk bi xwe re diaxivin. Min di dilê xwe de digot: Xelk tev dîn bûne, bi xwe re dipeyvin.
Îca wê roja bû behsa vê meslê, hevalekî din jî got çîroka min ji ya te hê xerabtir bû. Camêr dest bi çîroka xwe kir û wiha got: Ez carekê li otobusê siwar bûn, keçeke delal jî hat li kêleka min rûnişt piştî kêlîkekê got tu çawayî başî. Min jî bi matmayîn û fedî got ez başim el hemdila.

Gava min wiha got hema min dît keçikê tiştek wek pişkokekê ji guhê xwe derxist û şanî min da. Bê ku bipeyve wekî ji min re bêje kuro ma ez ji te re dibêjin tu çawayî, ez bi telefonê dipeyvim.
Min jî hema destê xwe avêt bêrîka xwe û min tizbiya xwe ya kehreban derxist. Min libê tizbiyê kişandin û pê re got el hemdila , el hemdila, el hemdila, wekî ez jî jê re bêjim; ma min ji te re gotiye el hemdila ez tizbiya xwe dikişînim.