18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heke jin hewl bide…

Li cîhanê gelek mirovên wisa hene ku bêyî biaxivin, bibihîzin û bibînin bi têkoşîn û hewldanên xwe ji mirovan re dibin îlham.

Yek ji wan kesan jî pedagoga amerîkî jina bi navê Hellen Keller e. Tişta ku Keller ji pedagogên din cuda dikir korbûn, nebihîstin û lalbûna wê bû. Kellera di 27’ê hezîrana 1880’an de tê dinê, hêj nozdeh mehî bûye di encama nexweşiyekê de qebîleyeta xwe ya dîtin, axaftin û bihîstinê winda dike. Tabî ev encama nexweşiyê dibe sedem ku Keller ji derdora xwe dûr bikeve û bibe mehkûmê jiyaneke tarî. Lê jiyana Keller di heft saliya wê de bi mamosteya bi navê Anne Mansfield Sullivan re diguhere. Mamoste Sullivan bi sebr û hezkirina xwe ya bêhempa ji jiyana tarî ya Keller re dibe rêber.

 Peyva yekem

Yekemîn peyva Heller fêr dibe peyva ‘av’ê ye. Mamosteya wê Anne Sullivan rojekê Keller dibe ser pompeyeke avê, destê wê dirêjî avê dike û piştre jî peyva ‘av’ê li ser destê wê dinivîse. Piştî fêrbûna peyva avê di nav saetekê de Keller fêrî 30 peyvên nû dibe.

 Dersên axaftinê

Hellen Keller di sala 1890’an de dest bi dersên axaftinê dike lê tevî hemû hewldanan û ceribandinên teknîkên cuda jî Keller tenê fêrî derxistina çend dengan dibe. Û wan dengan jî tenê hin kesên derdorên jê fêm dikirin.

Bi saya hewldanên mamoste Anne Sullivan, Keller wek hevalên xwe yên din perwerdeya xwe berdewam dike. Hellen piştî dibistana koran a Massachusettesê û dibistana keran a li New Yorkê di sala 1896’an de ji bo berdewamkirina perwerdeya xwe bi mamosteya xwe re diçe dibistana Cambridge School for Young Ladiesê. Her wiha Keller zanîngehê jî li Radcliffe College ya di roja me ya îro de girêdayî Zanîngeha Harvardê ye, dixwîne.Di hemû jiyana perwerdeya Keller de Anne Sullivan li gel wê bû û bi piştgiriya xwe hêzeke mezin dide Keller. Keller a di sala 1904’an de ji zanîngehê mezûn dibe, bi dereceyekê serkeftî dibe yekem kesê kuunvana kesê kor-ker digire. Piştî qedandina zanîngehê jî Keller ji gelek zanîngehan dereceya doktoraya rûmetê digire.

 Pirtûka Çîroka Jiyana Min

Pirtûka Keller a behsa jiyana xwe dike û di dema zanîngehê de nivîsandibû, di sala 1903’yan de tê çapkirin. Pirtûka Keller a bi navê ‘Çîroka Jiyana Min’ ku di destpêkê de rastî eleqeyeke mezin nehat, di nav demê de dikeve nav pirtûkên klasîk. Her wiha pirtûka Keller a ‘Çîroka Jiyana Min’ bi 50 zimanî tê wergerandin.

Jiyana Keller dema hê ew dijiya, dibe mijara fîlman û belgefîlman. Gelek derhêner û hunermend ji jiyana wê sûd werdigirin.

Helen Keller a ji ber hewldana xwe ya jiyanê wek abîdeya serkeftin û têkoşînê dihat dîtin, tevî nebûna qebîliyeta dîtin, bihîstin û axaftinê bi saya mamosteya xwe wekî hevalê xwe yên din jiyana xwe berdewam kir. Ew jî wek mamosteya xwe heta dawiya emrê xwe ji zarokên wekî xwe re dibe ronahî û bi têkoşîna xwe nahêle zarokên wek wê di tarîtiyê de winda bibin.

Canê xwe ji dest dide

Pedagoga amerîkî Hellen Keller a jiyana wê ya tarî bi mamoste Anne Sullivan re tê guhertin û piştre bi têkoşîna xwe ji gelek jinan re dibe mînak, di 1’ê hezîrana 1968’an de bi qeyrana dil canê xwe ji dest dide.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê