20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Heke şerê birakujiyê dest pê bike em ê ji hikûmetê vekişin’

Ji rêvebirên Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bilêse Cebar Ferman der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî axa herêma Kurdistanê û piştevaniya PDK’ê ya di van êrîşan de ji ajansa Hewlatî re axivî. Ferman diyar kir ku heke şerê birakujiyê derkeve em ê ji hikûmetê vekişin û wiha got: “Ne tenê YNK heke tiştekî wiha biqewime divê hemû alî ji bo rê li ber vê xwekujî û întîharê bigire ji hikûmetê vekişe. Qendîl neşê têk biçe. Dema em li Qendîlê bûn rejîma BEAS’ê  hemû hêzên xwe li wir qûç kiribû, lê dîsa jî Qendîl neket.”

Ferman diyar kir ku PDK hewl dide li ser navê Rêveberiya Federal a Herêma Kurdistanê têkeve şer û ev yek anîn ziman: “Em jî parçeyek ji vê hikûmetê ne û em li dijî şer in. Em li dijî wê yekê ne ku li ser navê hikûmetê banga şer bê kirin û bingeha şer bê danîn.”

Ferman der barê pirsa berpirsiyariya YNK’ê ya di operasyonên dersînor de jî wiha bersivand: “Tu kes neşê berpirsiyariya xwe veşêre. Lê eyan e ku li ser sînorên PDK jê berpirsiyar e ev yek pêk tê. Berpirsê ewil PDK ye. Tirkiye bi xeyala sultaniya ku di dîrokê de maye tevdigere û qanûnên navneteweyî bin pê dike. Sînoran derbas dike û şêniyan dike armanc. Li hemberî vê destdirêjiya Tirkiyeyê divê parlamentoya Iraqê jî helwesta xwe bide nîşan. YNK ji êrîşên leşkerî yên Tirkiyeyê berpirsiyar nîne, em ji hebûna hêzên biyanî bi fikar in.”