25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heke Talîbanê bibe desthilatdar dê çi bibe?

Amerîkayê û Hêzên Hevpeyman piştî 20 salan bi tevgera Talîbanê re şer kirin biryar dan ji wî welatî derkevin. Piştî wê biryarê roj bi roj tevgera Talîbanê deverên nû dixe bin kontrola xwe. Heta niha ji sedî 80 zêdetir axa Afganistanê ketiye bin kontrola vê tevgera çekdar.

Wekî tê zanîn di sala 2001’ê de piştî ku DYA û Hêzên Hevpeyman leşkerên xwe birin Afganistanê û li dijî tevgera çekdar a islama radîkal, tevgera Talîbanê şer kirin hinek guhertin bi xwe re anîn. Destûrekî nû ji welat re hate danîn û hilbijartin çêbûn lê tevgera Talîbanê dest ji şerê xwe yê çekdarî berneda û 20 salan bi Amerîka û Hêzên Hevpeyman re şer kir.

Bi biryara xwevekişandina Hêzên Hevpeyman re dîsa Talîbanê hêza xwe nû kir û gelek deverên nû xistin bin kontrola xwe. Ev jî tê wê wateyê ku dê ev tevger bikaribe di demeke kurt de hemû Afganistan bixe bin kontrola xwe. Bi gotineke din artêşa Afganistanê ya ku bi alîkariya Hêzên Hevpeyman nikaribû tevgera Talîbanê bê bandor bike, dê artêşa Afganistanê bi tena serê xwe nikaribe wê têk bibe an jî qels bike.

Li gorî çavdêrên siyasî vekişîna Hêzên Hevpeyman tê wateya desthilatiya tevgera Talîbanê û her wiha tê wateya bihêzkirina rêxistina El Qaîde ku ji nû ve bi hêzeke mezin xwe birêxistin bike. Bi vê yekê dê rêxistina El Qaîdeyê bikaribe bi rengekî bi bandortir û xurtir êrîşên xwe li seranserê cîhanê pêk bîne û gefan li aramî û ewlekariya cîhanê bixwe.