18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heke tu kurd bî nikarî alîkariyê jî bikî!

Li çar aliyê Kurdistanê kurd ji ber nêrînên xwe yên siyasî ji aliyê desthilatdaran ve tên hedefgirtin. Bi hincetên pûç û vala tên girtin an jî têne kuştin. Mînaka ciwanên di dema rizgarkirina Kobanê de xwestin pêlîstokan bibin ji zarokan re û li Pirsûsê di êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ’ê de hatin qetilkirin, di bîra hemû kurdan de ye. Desthilatdar îro ji xeynî kuştinê dema bixwazin li kurdekê-î zilmê bikin bi riya girtîgehan, wan ji jiyanê tecrid dikin. Yek ji van kesan jî Ferzad Samanî yê 28 salî kuji rojhilatê Kurdistanê ye. Ferzad Samanî di 10 çileya 2021’an de ji sedî zêdetir hevalên xwe yên ji Zanîngehê Xerezmî ya Ûrmiyeyê hat girtin.

Hinceta dozger: Teqez li pişt we rêxistinek heye!

Malbata Samanî da zanîn ku heta çend meh berê jî wan nekaribûn ji Ferzad Samanî agahî bigirin û pê re hevdîtinê bikin. Li gor agahiyên ku malbatê dan, Ferzad Samanî ji ber ku di erdheja Kirmanşahê de ligel hevalên xwe ji bo kesên xizan alîkarî kom kiriye û li malbatan belav kiriye, hatine girtin. Malbatê diyar kir ku piştî 5 mehan fêr bûne ku dozger ji sed kesên ku hatine girtin re gotiye ‘Hûn bi tena serê xwe nikarin alîkariyê ji bo kesên xizan kom bikin û belav bikin, teqez li pişt we rêxistin heye’.

Malbata Samanî destnîşan kir ku piştî girtina Ferzad, ew 5 mehan di hucreye yek kesî de maye û pişt re tevî hevalên wî ew birine Girtîgeha Ûrmiyeyê. Di nav wan 5 mehan de malbatê û parêzerên kesên girtî ji Ferzad û hevalên wî agahiyan negirtine.  Dîsa sedema girtina wan jî fêr nebûne. Malbatê diyar kir ku Ferzad û hevalên xwe dê bi hinceta ku endamên PKK’ê ne werin darizandin, lê di ser girtina wan re salek derbas bû hê jî danişîna wan nehatiye kirin.

Wek tê zanîn li girtîgehên Rojhilatê îşkence zêde ye. Hikûmeta Îranê niha jî dixwaze bi tecrîdkirinê girtiyan ji hev dûr bixe û tekiliya di navbera wan de qut bike. Girtiyên rojhilatî ku li hemberî vê biryara hikûmetê tevî ku ketin greva birçîbûnê jî di 10’ê çileya 2022’yan de ji hev hatin cihêkirin. Tundî li wan hat kirin û niha her yek ji wan di hucreya yek kesî de tên girtin.