25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Helawa kurmancî erzan e’

Tevî astengî, zext û zoriyan li berê, kar û xebatên zimanê kurdî her diçe berfireh dibin. Li bakurê Kurdistanê bi taybetî salên dawîn di warên wêje, ziman, folklor, werger û lêkolînên li ser mijarên cihêreng de, gelek berhemên nivîskî çap bûn. Bi saya van berheman, bi hêsanî dikare bê gotin ku hem derfetên fêrbûn û xwendina zimanê kurdî pir bûne hem jî pirtûxaneya zimanê kurdî dewlemed bûye. Xebatên ferhengî jî hin ji wan kar û xebatên zimên in ku ji bo pêşketina zimanê kurdî pir girîng in.

Ferhenga Biwêjan a ji aliyê nivîskar Dilawer Zeraq ve hatiye amadekirin jî yek ji wan ferhangan e ku ji sê cildên ‘kurdî-kurdî, kurdî-tirkî, tirkî-kurdî’ pêk tê. Ferheng di sala 2015’an de ji aliyê weşanxaneya Lîsê ve hatiye çapkirin. Di her sê cildan de bi tevahî 18 hezar biwêjên kurmancî hene. Biwêjên di ferhengê de, li gorî mijaran ji hev hatine cihêkirin û kategorîzekirin: biwêjên resen, diayî, nifirî, rengdêrî, lêkerî û yên xweser.

Berhevkar û amadekarê ferhengê Dilawer Zeraq di ciwaniya xwe de bi dewlemendî û gencîneya biwêjên kurmancî dihese û sala 1995’an dest bi berhevkirina wan dike. Di 20 salan de wî bixwe nêzî ji sedî 70’yê biwêjên ferhengê berveh kirine û yên din jî ji çavkaniyên cur bi cur wergirtine.

Stûna kurmancî

Dilawer Zeraq têkildarî ferhenga biwêjan û girîngiya wan a ji bo zaravayê kurmancî axivî. Zeraq diyar kir ku biwêj yek ji stûnên kurmancî ne û ne ji biwêjan be nikare behsa kurmanciyeke li gorî ruhê wê bê kirin û wiha got: “Biwêj yek ji gelemşeyên sereke yên zimanê kurdî ne. Heger mirov ne serwerê zimên be, nivîsîn û vegotin kelî û tehmsarkî ye. Ji sedî 60-70’yê kurmancî biwêj in. Tu biwêjên kurmancî jê derînî, wê êdî ew bi kêrî tiştekî neyê. Mixabin kurmancî di asta perwerdeyê de, ji aliyê gelek kesan ve nayê zanîn. Ji ber vê jî, ev kes nikarin zimanê xwe yê derbirînî (vegotin) ava bikin.”

‘Biwêj wekî xoxê ne’

Zeraq behsa pêkhatina biwêjan û taybetmendiya wan jî kir û got ku di dîrok û gera jiyanê de; bi tecrûbe, lêqewimîn û bûyeran, agahî û zanîn peyda dibin; li ser wan jî qalibên biwêjan tên avakirin. Zeraq amaje pê kir ku qalibên gotinê yên biwêjan hem gramatîk hem jî dergramatîk in û ji ber vê yekê, ji aliyê qalibê gotinê ve anarşîstiyeke biwêjan heye û wiha pê de çû: “Biwêj (idiyom) wekî xoxê ne, ji derveyî xwe ve nerm in lê kakil û dendika wan hişk e. Tu nikarî wan bişikînî. Bi rêya hostetî û derbirîna zimanî dikarî pê bilîzî. Di warê pêlîstina biwêjan de, gelek kesên bi kurmancî diaxivin an jî dinivîsin, hê negihîştine hostetiya axaftina rojane ya 50-60 sal berê. Ev hostetî bi awayekî niha li gundan heye.”

Di axafitina xwe de Zeraq da zanîn ku biwêj kengî destûrê bide, tu wê hingê dikarî wê biguherînî, wekî din ew bi kêfa xwe ye. Zeraq ji bo vê taybetmendiyê mînaka biwêja ‘dilşewatbûnê’ da û wiha got: “Ew hevalekî dilşewat e. Di vê hevokê de biwêja ‘dilşewat’ dibe rengdêr, ango diguhere.”

Biwêj ji gotinên pêşiyan pirtir in

Der barê cihêtiya biwêj û gotinên pêşiyan de jî Zeraq aşkera kir ku pirî caran ev her du beşên zimên tên tevlihevkirin û da zanîn ku biwêjên kurmancî belkî sê caran li gotinên pêşiyan ên kurmancî ne û wiha lê zêde kir: “Gotinên pêşiyan, hevokên rasterast in; hîn dikin, şîretan dikin, rê li ber dixin û tespîtan dikin. Biwêj car caran tespîtan dikin lê ev ne li ser armanca rêliberxistin, hînkirin û şîretan e. Di biwêjan de mecaz heye. Di gotinên pêşiyan de mecaz pir kêm e. Herî zêde ji sedî 5 e. Biwêj ji sedî 95 mecaz in. Ew hem xwedî qalib in hem jî di qalibên xwe de hil nayên.”

Divê ruhê kurdî rizgar bibe

Zeraq da zanîn ku kî ji rola mantiqa qalibên biwêjan fêm bike, wê dikaribe xwe bigihîne zimanê çandî jî û ji bo em dikaribin bêjin ‘bi qewlê kurmancî’ divê mirov beşek ji hiş û bîra xwe ji biwêjan re terxan bike; wan bixwîne û bi kar bîne. Zeraq axaftina xwe wiha domand: “Helawa kurmancî erzan e. Qad berfireh bûye, herkes dikare tê de hespê xwe bibezîne. Dibêjin qey hinekî fêrî gramerê bibin, zanîna xwe ya peyvan ji pêncsedî bigihînin hezarî, wê dikaribin nivîs, çîrok an jî romanekê binivîsin. Belê dikare bê nivîsîn lê wê ew berhem çawa bin. Vegotina çîrokekê tiştekî din e, nivîsîna wê tiştekî din. Her zimanek ruhek wî heye; divê tu wî ruhî rizgar bikî; ne parçe parçe, bi tevahî.”

Di dawiya axaftina xwe de nivîskar Zeraq destnîşan kir ku wî bi vê xebata xwe biwêjên sereke yên hîmî yên wê têra xelaskirina kurmancî bikin, berhev kirine û got ku heger ew keysê lê bîne wê hinekên din jî bide hev û hejmara biwêjan bike 25 hezar. Zeraq her wiha diyar kir ku biwêjên taybet/spesîfîk hene, yên çandiniyê ku di tu zimanan de tune ne; divê ev biwêj bi taybetî werin berhevkirin.