16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Helbest di nav kurdên Xorasanê de

Mehbûbe Seadetmend
Mehbûbe Seadetmend
Hest û Helbest

Helbest di nav kurdên Xorasanê pêşîneyeke berbiçav  heye. Ev pêşîneya bi sebeba dîroka helbesta êraniyan û zewqa kurdan ku piştî koçberiya wan bi Xorasanê jî hatiye domandin û ji hezar salan zêdetir e.

Ev dibe mijara  ji ser sêxiştiyên ku çend hezar sal in li wêjeya kurdan bi taybet kurdên koçber li Xorasanê, fehm kir. Lê ji ber ku wêjeya xelkê kurd pirrtir bi şikila devkî û sîng bi sîng  gihêştiye nifşên paşê. Hem ji ber tunebûna rênivîsek yekîne heta salên dawîn, hejmareke zêde ji wan helbest û stranan li dema borî ji dawê çûne ya navên helbestvanên wan nenas mane.

Her wiha bextewarî ye ku parek ji helbestên  folklorên kurdî ku li dîrokê  ji bîr nebûne  li  qalibên  wek sêxiştî û lo gihêştine destê nifşê îro. Bi hewla lêkolînerên nûjen berhev bûne û hatine weşandin.

Ji ber ku belge û senedên nivîsariya pêwîst, nemane bihêli nîne ku yekemîn helbestvana  kurd li Xorasanê kî bûye. Lê çawa ku ji ser sened û belgeyan diyar e. Îbnê Qerib (sedsala 12’emîn) û Ceferqulî (sedsala 13’emîn) ji helbestvanên herî kevnare yên kurdên Xorasanê ne. Herdu helbestvan jî li Xorasanê ji dayîk bûne û li Xorasanê jî mirine. ji ber ku li Xorasanê ji berî niha  xelkên kurd û tirk û fars li gel hev dijiyane, her du helbestvanên klasîkên kurd xeyrî stirandina helbestên xwe bi zimanê zikmakî (kurdî), bi çend zimanên din yên wek tirkî , erebî û farisî jî stirandine.

Heta îro dîwana Ceferqulî û parek ji helbestên Îbnê Qerîb hatiye weşandin û gihêştiye berdestê giştan. Lê li navbera wan, Ceferquliya Zengilî (Zengilanlûyî) li du sedsal berê, şohret û xoşewîstiyek taybetî heye. Ji ber ku helbesta wî dikare bi mûsîqî re îcra bibe û hem ji ber şohreta wî li dutarvaniyê, bala berdengan zêdetir kişandiye  ser xwe.

Ji hidûda nîv sedsala dawîn, bi diyarbûna helbestvanên xwendekar û xweş zewq, helbesta kurdî li Xorasanê  caneke teze girt. Ev helbestvan ku giştî ewl bi zimanê kurdî stirandin, li zimanê farsî jî henekoyiya xwe hêçandine û bi xwendin û xebat û behremendî ji wêjeya farsî , bi dirustî helbestê nas dikin. Meraq bi parastina zimanê zikmakî bala wan kişandiye ser stirandina bi zimanê kurdî. Helbestvanên hevçaxên kurd, li Xorasanê ji ber xwendina helbestên  giştî dere cîhanê û bandor girtin ji wan, bişe kirine.

Taybetmendiyên bihêz ji zimanê farsî wek wezn û erûz û beşavend û wêneçêkirinê li helbestên kurdî jî bi kar bînin. Helbesta îroyî ya kurdî li Xorasanê li qalibên kilasîk wek xezel, mesnewî, qit’e, sêxiştî, çarok, robayî, dumalik û li qalibên nû wek lo, nîmayî û helbesta spî dihê stirandin. Li salên dawîn helbestvanên kurdên Xorasanê bişe kirine ku qaliba dumalik ku yek ji qalibên berçave, wek derfetek ji bo stirandinê bi qalibên helbesta kurdî zêde bikin û wê bigihênine kamilî û gêraniyê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê