Rojnameya Heftane

Helbesta serkêş & romana barkêş

Helbest û Roman, wek du birayên hesûd in li mala wêjeya nûjen çarmêrkî rûniştine û ne yên çûyînê ne. Roman giran dimeşe û hêdî hêdî diaxive, helbest çapik e, destsivik e û direqise. Roman behsa şerekî dike lê helbestvan şerker bi xwe ye. Roman diltengiya evîndar pênase dike, helbest, wek gotina Mela teşbîhê zulfê dîlberê biêşan e. Roman xwarin e, helbest pêxwarin e.

Romana çilek, çavbirsî, peyvan li ser hev diqurtîne, hevokan dihêre û xwînerê xwe dikişîne nav gêreseya paragrafan û wî/ê di zikê nehengê de bê serşûn winda dike. Her çiqas li hember xwînerên xwe bêînsaf be jî, azadiya lehengê xwe jî ji bîr nake roman. Tolkien vê manîfestoyê bi devê  Gandalf aşkera dike: “Di nav serên we de mejî hene. Di nav pêlavên we de pê hene. Hûn dikarin rêça xwe kifş bikin. Hûn bi serê xwe ne. Hûn in yên ku biryara xwe ya cihê çûyînê bidin.”

Helbest demdemkî ye. Geh diltenik û nazik e, geh dînik e, li çolê dikeve û suwarê xwe deverû davêje erdê. Caran sermest û romantîk e, carinan tûra dibe û heroîk e. Ne wek romanê tiral e, li cihê xwe nasitire. Hildipeke, peyv bi peyv diqele, qelîneka ser sêlê ye.

Rêya gelekan destpêkê li helbestê dikeve. Wek rêya kurt e, lê di rastiyê de çiqas kurt be ewqas jî dirêj e. Namzetê/a nivîskariyê di parsa xwe ya di binhişê xwe de gava piyê wî/ê li hêmayekê diale berê xwe dide warê helbestê. Helbet bi du bêjeyan helbestek çak nabe! Lê xem nake, çawa be embara klîşeyan tijî ye. Û çi tişt bi qasî du risteyên lihevhatî kelecanê nade mirov. Di ser de jî, ji kêm rûpelan pirtûkek saz dibe.

Ji wan şaşwazên rêka kurt yek jî Faulkner e. Xweş li xwe mukir tê her ku wek romanûs serpêhatiya xwe dide dest: “Ez bi xwe helbestnûsekî binketî me. Belkû hemû romanûs destpêkê dixwazin helbestan binivîsin, dema dibînin ku pêk naynin, berê wan dikeve çîrokê û dema di wê de jî têk çûn axiriyê romanan dinivîsin.”

Vêca em ji yên ku destê wan ji nivîsandina her duyan jî nabe re çi bibêjin! “Di navbera nivîsandina romanên xwe de min helbest nivîsandin, ji bo ku ez têkçûna romanên xwe ji bîr bikim,” wisa dibêje Philip Shultz. Lê mirov nizane bi vê gotina wî li ber helbestê aciz be an jî şerma romanê bike. 

Her çi be û çawa be, roman û helbest cihê ku nêzik dibin ji hev dûr dikevin, li tanga dûr jî nêzikî hev dibin. Ew mîna her du hinarikên sûretê me ne, li rast û çepê me ne jî. Şal û şapikên me yên lihevhatî ne, lê goreyên me yên şarî û barî ne jî. Gelo bi qasî vê gotina April Bernard mirov dikare vê yekê wisa servekirî bibêje: “Roman derevînê di hundirê min de azad dike, helbest jî rastgoyê di hundirê min de dixe nav kemînê.”

Gelo em kurd bêtir nêzîkî camêriya helbestê ne -camêr, lê camêrê dînomîno- an jî em wek romana sik û sar di cihê xwe de qerimîne. Rast e, em wek vebêjê romanê xeber-req in, rasterast dibêjin. Lê  wek helbestvan peyvan li hev tînin, dixemilînin jî. Dema em paşûpê li dîroka wêjeya xwe dinêrin, helbest e ya ku serpêhatiya me ya qedîm dibêje, behsa helboqeyên ku li stûyên bapîran şidiyane dike. Pesnê egîtan egîtane dide û mixenetan rûreş dike. Ew e ya ku xemla çiyayên me çêdike, bi ava robarên me re av û av diherike bi qaydê Feqî, û li pirêzeyên welatê me bêhna xwe vedide. Lê roman jî ne bîyanî ye êdî, zavê nav malê ye. Bi çîrokên xwe yên ecnebî hatiye li nav me û çîrokên malê jî lê zêde kirine. Xwînşirîn e, keç û xortên me lê baleçe bûne.      

Wu Qiao, camêrê çînî gotinê xweş li hev tîne, her ku mînaka xwe li ser birincê dide: “Dema hûn pexşanê dinivîsin wê çaxê hûn birincê dikin xwarin, dema hûn helbestê dinivîsin jî hûn birincê dikin şerab. Birincê ku bûye xwarin şiklê xwe naguhere, lê birincê ku bûye şerab tişteke din e êdî. Birincê bûye xwarin zikê mirov têr dike, mirov pê dijî. Lê şerab jî mirov serxweş dike, kesên xemgîn şa dike û yên şabûyî jî xemgîn dike.”

De îcar biryar ya we ye, hûn kîjan birincê dixwazin?