18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Helbestvan û fîlozofê mezin Melayê Cizîrî 

Muqades Agirî

Melayê Cizîrî, ne tenê di kurdiya kurmancî de, di çarçoveya edebiyata kurdî tevî de helbestvanê herî girîng tê hesibandin. Di edebiyata kurdî de cara ewil Melayê Cizîrî, li gorî krîterên edebiyata rojhilatî, bi taybetî ya Îranê dîwaneke mureteb nivîsandiye. Bi gotineke dî dîwana Melayê Cizîrî, yekem dîwana mureteb a bi kurdî ye ku gihîştiye roja me. Di nav zaravayên dî de jî berî Mela, dîwaneke bi rêk û pêk û mureteb nehatiye nivîsandin. Ev qidema Melayê Cizîrî, cihê wî di tarîxa edebiyata kurdî de bêhempa dike.

Dîwana Melayê Cizîrî ji aliyê çêja edebî, hêz û quweta vegotinê û taybetiyên din ve di nav edebiyata kurdan de di dereceya yekemîn de ye. Di nav ereban de Îbnû’l-Farid, di nav farisan de Hafizê Şîrazî û di nav tirkan de Fuzulî çi be, Melayê Cizirî jî di nav kurdan de ew e. Dîwana Mela digel ku yekem e jî di asteke gelekî bilind de hatiye nivîsandin.

Melayê Cizîrî, di edebiyata kurdî de ekola tesewifê temsîl dike, bi gotineke din ew helbestvanekî mutesewif e, lê digel vê jî ew ne nûnerê edebiyata tekyayê ye. Lewra di dîwana wî de derheqê tekya û pîrê tekyayê de helbest peyda nabin. Tesawifa li cem Mela, tesewifa felsefî ye ku di dîwana wî de reng vedaye. Xala pêş hizra wehdetu’l-wicûdê (yebûn) ye.

Her çiqas di xezelên Mela de yên şûşane hebin jî bi giştî Mela, di çarçoveya nêrîna tesewifî de, hizra evîna îlahî diparêze, lê mela evîna mecazî ji bo gihîştina evîna heqîqî wekî pirekê dibîne. Melayê Cizîrî, hizra evîna îlahî wekî eşqa heqîqî bi nav dike.

Mela berî her tiştî kesekî mutesewif e. Li gorî kesekî mutesewif ji bo ku ramanên xwe diyar bike helbest nivîsandin haceteke gelek girîng e. Di zimanê helbestan de sembol, hêma ji bo mebestên helbestvan diyar bike hacetek e. Bêguman çanda tesewifê jî ji bo zimanê helbestan musaîd e. Bandora çanda tesewif ya herî girîng ziman, çand û edebiyata gelan bi pêş xistiye.

Dîwana Mela jî di vê çarçoveyê de ji hêla ziman û edebiyata kurdî wekî şaheserekê tê qebûlkirin. Dema ku mirov li dîwana Mela dikole fikrên zanistî û ramanên entelektuel ber bi çav in.

Tevgera edebî ku bi Melayê Cizîrî dest pê kir di nav sofiyên kurd de deng veda û di heman demê de bi fealiyetên terîqatên cuda di nav civaka kurdan de sînerjiyeke mezin pêk anî. Ev jî di edebiyata kurdî ya tesewifê de bû sedema jiyandina qonaxa zêrîn.

Bi bihûrandina salan bi belavbûna îslamiyetê gelek civakên cihê ketin nav dînê îslamê. Helbet ev civak bi tevahî dev ji bîr û baweriyên xwe yên qedîm û çanda xwe ya qedîm bernedan. Ev civak bi tevî çand û bîr û baweriya xwe ket nav îslamiyetê. Ji ber vê jî êdî tesewif ne wek şêweyek jiyanê lê belê şêweyeke felsefî derket pêşberî me. Di nav vê felsefeyê de têgeha herî balkêş têgeha wehdet’ul -wicûdê ye. Ev têgeh bi şîroveyên Îbnî Erebî kete nav teşeyekê. Ev teşe, di nav dîroka tesewifê de hin baweriyên wekî aferîner û aferîde yek in derxist holê lê vê bîr û baweriyê pir qebûl nedît.

Di bingeha tesewifê de dev jê berdana dinyayê û hezkirina Xwedê heye. Li gorî tesewifê divê mirov dev ji xerabiyan berde û hemû însan di hezkirina xwedê de bibin yek. Li gorî vê baweriyê Xwedê layiqê hezkirinê ye. Hewce nake ku em ji xwedê bitirsin ji ber ku xwedê afirîdeyeke ku hemû mexlûqatan afirandiye û hezkirin hînî wan kiriye. Ji ber vê jî divê hemû însan hezkirinek bêhempa ji xwedê hez bikin. Ji ber vê jî hemû şair Xwedê wek afirîdeyek ku layiqê hezkirinê ye dîtine. Di heman demê de li gor tesewifê divê ku mirov di vê dinyayê de dev ji mal û milkên dinyayê berde û bibe xwedî exlaqek baş, ji ber vê jî divê bi nefsa xwe mirov têkeve nav têkoşînê. Helbet ji ber vê yekê jî lazim e rê û rêbazên tesewifê ji xwe re hilbêjêre. Ji ber van sedeman şairên mutesewif tesewifê wekî rêya rastîn yê îslamiyetê qebûl dikin.

Li gorî tesewifê li ser hemû afîredeyan hezkirinek mutleq heye û xweşikbûnek mutleq heye. Mirovên ku di vê rê de meşiyane di rûyê hemû mexlûqaten de neqşên îlahî dîtine û hemû qaînat ji bo wan bûye amûrek hezkirina Xwedê. Ji bo ku Xwedê xweşikbûna xwe derxe holê û xwe bide nîşandan hemû kaînat afirandiye û bi vî awayî têgeha eşqa îlahî derketiye holê. Ev têgeh bi sedsalan di nav zimanê edebiyatê de cih girt.

Berhem, nêrîn û jiyana Cizîrî

Zanyariyên Nasnameya wî: Melayê Cizîrî, yekem helbestvanê kurd e ku bi terzê edebiyata klasîk a rojhilatî dîwaneke bi kurdî derxistiye holê. Navê wî yê rastîn Ehmed e. Bi hesab meletiya wî ya di medreseyan de û bajarê wî Cizîrê wekî Melayê Cizîrî hatiye naskirin. Wî bixwe di gelek beytên dîwana xwe de navê xwe emilandiye. Bo nimûne;

Ehmed im sîne siper pêşberî tîra felekê

De’wedarê te me îro tû ji dehlê were der

Melayê Cizîrî di helbestên xwe de bi piranî mexlesa “Mela” bi kar aniye. Ew kesên ku ji medreseyên berê mezûn dibûn û ji wan medreseyan destûrnameya ilmî distandin wekî “Mela” dihatin binavkirin. Îcar Melayê Cizîrî jî melayekî bi vî rengî bû û çawa ku di vê beyta jêrîn de xuya ye, wî di helbestên xwe de ew wesfê xwe ji xwe re wekî mexles xebitandiye.

Rohniya çehvên Melayî ew tecellaya te dayî

Ya ji Ehmed dil rewayî dil ji min bir dil ji min

Wî carînan mexlesa “Nîşanî” jî bi kar aniye ku ev mexlesa wî di duwazde helbestên wî de derbas bûye. Bi qasî ku tê şîrovekirin, Mela bi neqandina vê mexlesê xwestiye îşaret bike ku ew bûye hedefa tîrên evînê, yan jî tîrên mûsîbetan. Her wiha dibe ku emilandina “nîşanî” ji ber hebûna nîşana li ser rûyê wî jî be. Wekî nimûne di vê beyta jêrîn de Melayê Cizîrî wekî mexles bêjeya Nîşanî bi kar aniye.

Qesdê serçeşmeê heywanê heqîqet ke Nîşanî

Bi cihanê mebe mexrûr ku cîhan ‘eynê serab e

Li gorî nusxeya Ebdulqadirê kurê ‘Eliyê Amêdî ku di sala 1238/1822’an de hatiye nivîsandin navê bavê Melayê Cizîrî Mela Mihemed e. Dîsa li gorî destnivîsa Omerê kurê Es’ad ku di sala 1937’an de hatiye nivîsandin ew ji malbata Ensariyan e. Her wiha ew ji eşîra Bohtiyan e ku wî bixwe di beyteke xwe de ev tişt aniye zimên:

Gulê baxê Îremê Bohtan im

Şebçiraxê şebê Kurdistan im

 Temenê Mela

Sala jidayikbûn û koça dawiyê ya Mela, di çavkaniyan de nehatiye diyarkirin, lê çawa ku li jorê jî hate nîşandan, ji helbestên Mela bi hesabê Ebcedê jidayikbûn (975/1567-68) û koça wî ya dawiyê (1050/1640) hatiye derxistin. Li gorî ku Elaeddîn Seccadî, ji destnivîsa Ebdulqadîr Amêdî neqil kiriye, Mela 75 salan jiyaye. Bi rastî jî li gorî tarîxa jidayikbûn û koça wî ya dawiyê ku bi hesabê ebcedê derketibû holê jî temenê Mela 75 sal çêdibe (1050-975=75)

Xwendina Mela

Li gorî hatiye rîwayetkirin Mela, li Cizîr, Hekkarî, Imadiye û Diyarbekirê xwendiye. Di 32 saliya xwe de, li gundê Strabasê yê Diyarbekirê ji Mela Taha îcazet girtiye. Piştre li gundekî din ê Diyarbekirê bi navê Sirba melatî kiriye. Piştre çûye Heskîfê û li wir dersdarî kiriye. Piştre çûye Cizîrê û li Medresa Sor dersdarî kiriye û di heftê û pênc saliya xwe de wefat kiriye û li medreseya sor hatiye veşartin.

Piştî ku Cizîr 30 salan di destê Çelebî yê Akkoyunî de maye, mîrê çardehem Mîr Şerefxan kurê Bedir (…1512) di sala 1508’an de Cizîr ji wî kesî standiye û Medreseya Sor ya Mela tê de medfûn e ava kiriye. Mîr Şerefxan her wiha sê êrîşên Safewiyan jî berteref kirine.

Zewaca Mela

Li gorî rîwayeta xelkê Cizîrê Mela nezewiciye. Li gorî ku Mela Mehmûdê Bazîdî dibêje Mela aşiqê xweha mîr Îmadedîn bûye. Her wiha tê gotin wî ji keça Melîk Kamilê Heskîfê Selmayê hez kiriye û ev beytên li jêrê derheqê wê de gotine.

Îde û herkes ji dîdara te lê pîroz e îd

Ez tenê mehrûmê dîdar im bi sed menzîl be

Ma bi le’lên canfeza navê me bînit carekê

Bi’du’a bellix tehiyyatî li Selma ya berîd

*Pirtûka Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk Doç. Dr. Abdurrahman Adak r. 228-231-232

*Dâru’z-Zaman, Dimaşk 2009,r. 212-214;  Muhammed Zeki Bervârî, el-Kurd ve’d-devletu’ lOsmâniyye, *Dâru’z-Zaman, Dimaşk 2009 r. 273-288.

* Yekta Saraç, Sosyal Bilimler Ansiklopedîsi, Risale Yayınları, İstanbul 19″Wehdetu’l- Wicûd”

Berhemên Melayê Cizîrî

Bêguman Melayê Cizirî bi dîwana xwe û menzûmeyên xwe yên ji derveyî dîwanê mohra xwe li tarîxa edibiyata kurdî daye. Berhema herî girîng a Mela dîwana wî ye.

Dîwana Mela di tarîxa edebiyata kurdî de yekemîn dîwan e ku bi awayekî muretteb û di asta dîwanên farisî, erebî û tirkî yên navdar de hatiye nivîsandin. Nusxeya Cizîrî, digel helbesta “Ya Ramiye Qelbî” ku bi bal Xizir û Ehmed Paşa ve tê nîsbetkirin 114 helbest in.

*Qesîde: 21 heb.

*Xezel: Nûbihar: 87 heb.

*Medhiye: 2 heb.

*Rubaî: Di çapa Zivingî de 3 hene. Digel yên Hartman dibine 16 heb.

*Tesdîsa Şêx Remezan 1 heb.

*Terkîb bend: 1 heb

*Terci’bend: 4 heb.

*Terdiye: 1 heb.

*Ferd: 2 heb

* Hinek helbestên Mela yên neketine dîwana wî jî hene. Bo nimûne, di mecmû’eya Ebdureqîb Yûsif de 2 heb ji wan hene.

Ji bilî van helbestên Mela yên di çarçoveya dîwanê de hatine nivîsandin, hinek menzûmeyên wî yên dî jî hene ku ev jî piştre li dawiya dîwanê hatine zêdekirin û bi dîwanê re di nav yek bergî de hatine çapkirin.

Terzê Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî, di edebiyata kurdî de nûnerê terzê xezelê ye. Dîwana wî bi piranî ji xezelan pêk tê. Wî hem xezelên rindane, hem yên şoxane, hem yên hekîmane, hem yên sûfiyane nivîsandine. Mela di terzê xwe de bi taybetî di bin bandora Hafizê Şîrazî de maye ku ev bi awayekî aşîkar ji dîwana wî derdikeve holê. Her wiha Mela di dîwana xwe de ji edîbên farisan behsa Se’dê Şîrazî û Ferruxî jî kiriye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê