24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Helemon û çîroka Mart Şimonî

Di navbera salên 1913-1917’an de wê demê Împratoriya Osmaniyan, îro jî bi çeteyên DAIŞ’ê ku ji aliyê NATO’yê ve tên birêvebirin, heya roja îro ruxmî hemû operasyon û çalakiyên leşkerî gelê xiristiyan têk neçûye. Îro jî ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve ku ji 2016’an ve bi rengekî aşkera destwerdana xaka Sûriyeyê kirin. Polîtîkayên qirkirinê yên li ser hemû neteweyan, di serî de li ser gelê xirîstiyan pêk tînin. Ji sedsalekê û vir de gelê xirsitiyan wekî gelê kurd ji êş, jan, êrîş, qetilkirin û revandinê bêpar nema ye. Ji ber wê ye ku îro li dijî gundên wan yên li qiraxa çemê Xabûrê yên li Til Temirê êrîşên cur be cur tên kirin. DAIŞ’ê di sala 2015’an de 8 dêrê wan teqandin û îro dewleta tirk a dagirker û çeteyên xwe bi hevkariya herdû hêzên garantor (Rûsiya-Amerîka) qaşo ku garantoriya hevpeymana Soçî ya ku di cotmeha 2019’an de hatiye îmzekirin, dikin.

Êrîşa ku DAIŞ’ê nikarîbû armancên wê pêk bîne ew hewl didin pêk bînin. Erka ku DAIŞ’ê bi hêz, hevgirtin û yekitiya neteweyên ku li navçeya Til Temirê dijîn, nikaribû pêk bîne, niha dewleta tirk dixwaze wê temam bike. DAIŞ’ê Dêra Meryem El-Ezra ya ku li Til Nesrî dikeve, di roja Cejna Aşûriyan de teqand û wekî diyarî pêşkêşî wan kir. Dewleta tirk bêyî ku rêzgirtinê ji deverên pîroz re bigre, hewl dide ku dêrên li seranserî xeta eniya Til Cûma, Til Kêfçî û Til Tewîl jî bi êrîşan hilweşîne. Ev ji bilî hedefgirtina gundan, deverên pîroz wekî dê, mizgef, rawestandina pîrozkirina cejnan û pêkanîna rê û resmên wan dêra, hewldide wê hevgirtina gelan têk bibe.

Di vê nivîsa xwe de em dixwazin balê bikşînin ser gundê Til Cûma ango “Helemon” bi navê xwe yê aşûrî ya ku li rojavayê navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê bi 2km dikeve. Berî destpêkirina aloziya Sûriyeyê serjimariya gund zêdetirî 6 hezar û 500 kes bûn û mezintirîn gundê li qiraxa çemê Xabûrê ye. Ev gund bi hewaya xwe ya xweş, bedewbûn û çandiniya genim, ceh û gelek rengên daran yên fêkiyan tê nasîn. Dêra Mart Şimonî ku navê xwe ji dayikekê digire û her kes dizane ku 7 zarokên wê ji aliyê padîşahekî ve hatin qetilkirin. Tenê ji bo ku Mart Şimonî ji ola xiristiyanan vegere, 7 zarokên wê bi rengekî pir hov hatin qetilkirin. Dayik jî qetilkirin lê ji biryara xwe venegeriya. Weke baweriya wê ya olî, dêra gund ji bo xatirê navê wê kirin Mart Şimonî. Jinên gund dibêjin ku dema roja bîranîna wê tê, Mart Şimonî û 7 zarokên wê li pêy hev dimeşin. Li ser dîwarê dêrê xuya dike û her kes jî vî dîmenî nabîne. Dibe ku ji baweriya zêde be ku her kes nikare wê kêliyê xeyal bike.

Şêniyên gund bi wêrekiya xwe û keçên xwe yên bedew û zîrek dihatin nasîn.  Ji ber hejmara gund ên zêde ji wan re digotin Xelkê Çînê ango di nava herêmê de wiha dihatin nasîn. Kesên ku ji komkujiya Sêyfo û Sîmêlê dikaribûn xwe xilas bikin li gund bicih bûn û ji nû ve ew gund avakirin. Gemiya wan ji Colemêrgê dest pê dikir, di Nînovayê re derbas dibû, li Xabûrê radiwestiya. Xewn û xeyalên ku di wê gemiyê de dikirin, daxwaza wan ya ji sînorekî ber bi sînorekî din pêk nedihat. Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê nedihişt xewn û xeyalên xwe bi cih bînin.

Gelê xiristiyan wekî gelê kurd e, her tim buxçika wan li ser milê wan e û rêwiyên rêyên dûr û dirêj in. Gemiya wan li ku derê radiweste, li rastî êrîşan tên. Ew leşkerên osmaniyan yên ku di komkujiya Sêyfo de bi şûran zikê dayikan diçirandin, îro heman leşker, çete li vir in, lê bi rê û rêbazên cuda êrîşan pêk tînin.

Li aliyê din jî gund bi bêhna xwe ya xweş tê nasîn. Bêhna gul, dîrok û hebûna kesên temen mezin, lê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê dîtin ku çend malbatên li wir mayî ji bo wan û ewlehiya Tirkiyeyê xeterin. Ji ber vê yekê ye ev 3 meh in gund topbaran dikin. Niha li şûna bêhna gul û dayikan, bêhna barûdê tê û parçeyên topan li her derê ne. Bi awayekî aşkera hevpeymanên navdewletî hedef digirin û binpê dike. Sivîl, goristan, dibistan û derdorê bombe dike. Diviya bû îro şagirt di refên dibistanê de bin û xwendina xwe bidomandana ji bo ku siberoja xwe bibînin û ji herêmê re bibin piştgir, lê topbaran dike.

Gundê Til Cûma ji gundê (Xelkê Çînê) ber bi nîvgiraveke terikandî ango çoleke vala ve diçe. Îro jî neviyên komkujiya Sêfo, Sîmêlê û Xabûrê ji ermen, sûryan û aşûrî ku hêzên xwe yên leşkerî avakirine (Meclisa Leşkerî a Sûryanî-Hêzên Parastina Xabûrê (Aşûrî)-Tabûra Ş.Nobar Ozaniyan a Ermeniyan) bi Meclisa Leşkerî ya Til Temirê re li hemberî êrîşan dibin bendav. Hewl didin ku dîrok û şaristaniya herêmê biparêzin.

Neviyên komkujiya Sêyfo, Sîmêlê û Xabûrê ku gemiya wan ji Colemêrgê dest pê kir û ji Nînovaya Iraqê derbas bû û li Til Temirê rawestiya, di vê pêvajoya çarenûsê de erkên dikevin ser milên wan pêk tînin. Hewl didin ku êrîşan têk bibin û hewayeke baş ji xiristiyaniyan re ava bikin da ku dîsa vegerin hembêza Xabûrê û ji nû ve wê zindî bikin.