Sêşem, Nîsan 20, 2021

Helepçe û pênaseya komkujiyê

33 sal berê li ber çavên hemû cîhanê bi bombeyên kîmyewî li bajarê Helebçeyê komkujiyek bi destê Seddam Hiseyîn pêk hat. Komkujiya ku di 16’ê Adara 1988’an de pêk hat, ji her temenî 5 hezar kurd ji aliyê rejîma destbixwîn a Baasê ve hatin qetilkirin. Yê wek kujer li pêş xuya dikir Seddam Hiseyîn bû lê helbet Seddam jî pişta xwe dabû dewletên navneteweyî.
Em dikarin bêjin ku der barê komkujiya Helebçeyê de bi sedan berhem hatine nivîsîn û bi dehan belgefilm hatin çêkirin. Necmettîn Salaz jî yek ji wan kesen e ku têkildarî Komkujiya Helebçeyê pirtûka bi navê ‘Hîroşîmaya Rojhilta Navîn’ nivîsiye. Necmettîn Salaz dema ji girtîgehê derdikeve û di nav wan bêderfetiyan de berê xwe dide bajarê Helebçeyê. Salaz ji aliyekî ve hem ji bo belgefilma Komkujiya Helebçeyê dîmenan dikişîne hem jî bîra xwe bi gotinên kesên ku ji komkujiyê filitîne tije dike û tevan di pirtûka bi navê ‘Hîroşîmaya Rojhilata Navîn’ de kom dike.

Têkildarî Komkujiya Helebçeyê û bêdengiya 33 salan a hêzên navneteweyî ya li hember komkujiyê de em bi nivîskarê ‘Hîroşîmaya Rojhilata Navîn’ Necmettîn Salaz re axivîn.

Hîroşîmaya Rojhilata Navîn

Salaz destpêkê qala pêvajoya nivîsandina pirtûka xwe kir û da zanîn ku hem dema nivîsandina pirtûkê hem jî dema belgefilma komkujiyê amade dike her carê ji ber giriyê di nîvî de dihêle û wiha got: “Ev xebateke kolektîf a ku min û hevalên xwe di navbera 40-45 rojan de hem materyalên pirtûkê hem jî yên ji bo belgefilmên amade kiribû. Piştî ku ez ji Başûr vegeriyam hatim, di nav 6-7 mehan de me ev xebata xwe hem wek pirtûkê hem jî belgefilma wê amade kir. Bi kedeke mezin û kolektîf arşîvek der barê Komkujiya Helebçe û Enfalê de me ji bo gelê xwe amade kir.”

Fîrmayên DYA û Hollandayê

Salaz têkildarî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember Komkujiya Helebçeyê, diyar kir ku ev bêdengiyek ‘ji rêzê ye’ û ev tişt anî ziman: “Darizandina Seddam û Eliyê Kîmyager bi awayekî lez û bez ji aliyê van dewletên navneteweyî ve hat kirin. Sedema vê leza wan em dizanin ku pêşî girtina li agahiyan bû. Lewre Seddam lawê wan dewletan bû û di şerê Îran-Iraqê de cîhana rojavayî hevaltiya Seddam dikirin. Di tunekirina Îranê de Seddam serbest bû û bêsînor bû. Heke di vî şerî de qels derkeve û di şerê li hember kurdan de didomand lawaz biketa jî destûra ku tedbîrên xwe bigirin, dabûn. Li ser vê yekê jî Seddam ev fersendên bêsînor bi kar dianîn û çekên kîmyewî yên ku ji aliyê dewletên navneteweyî ve jê re hatibûn dayîn, bi kar anîn. Me di belgefilma xwe de qala belgeyên gazên kîmyewî yên ku ji aliyê fîrmayên DYA û Hollandayê ve hatibûn dayîn jî kir. Piştî komkujiyê der barê van fîrmayan de tenê darazake çêker/ne ji dil dest pê kiribû lê ji bo ku têkiliya van dewletan di vê komkujiyê de hebû, nexwestin ev daraz zêde kûr bibin û vekirin û girtina vê darazê bûn yek. Yanî hêzên navneteweyî bi awayekî bêdeng xwe ji vê bûyerê xelas kirin.”

Pênaseya ‘Komkujiyê’

Nivîskar Salaz di axaftina xwe de diyar kir ku li cîhanê jî gelek mînakên komkujiyan hene lê belê li Kurdistanê komkujî bi awayekî cuda diqewimin û wiha domand: “Li Bakur tenê di serdema komarê de zêdetirî bi dehan komkujî hatine kirin. Qirkirina Geliyê Zîlanê, Tendûrek, Sason, Koçgirî, di dema Şêx Seîd de, di dema Seyîd Riza de li Dêrsimê ev tenê hin mînakên ku pêşî tên bîra me. Li Başûr jî mînaka komkujiya herî xedar Komkujiya Helebçeyê ye. Li gorî qanûnên navneteweyî ger ku 3 kesên bi heman baweriyê ve bin û ji bo vê yekê werin qetilkirin ev yek wek ‘Komkujiyê’ tê pênasekirin û bi vê pênaseyê re hewce ye hêzên navneteweyî peywirên wek ‘parastina wê civakê’ bi cih bînin. Ji bo vê yekê jî dema mijar dibe kurd ev peywir bi cih nayê. Ji ber ku van hêzên di dîrokê de welatê kurdan xistine çar parçe, çand û zimanê kurdan bi polîtîkayên tunekirinê re rû bi rû hiştine dê çawa qirkirinên li ser kurdan pêk tên wek ‘Komkujiyê’ pênase bikin? Mesele ev e.”

Komkujiyên piştî Helebçeyê

Necmettîn Salaz di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di ser Komkujiya Helebçeyê re 33 sal derbas bûn lê kurd hê jî bi dehan caran rastî komkûjiyan hatin û wiha pê de çû: “Piştî Helebçeyê hê jî komkujiyên li ser kurdan didomin. Ji destê wan were heta ku kurdek jî bimîne dê wan tune bikin lê helbet ji destê wan nayê. Ji ber ku êdî gelê kurd gelekî birêxistinkirî ye. Kurd hêviya xwe ji dewletên navneteweyî qut kirine. Divê bendewariyên me ji hêzên ku bingeha dagirkeriyê li Kurdistanê amade dikin, tune be.”

Ji bo pêşî li komkujiyan were girtin…

Nivîskar Salaz herî dawî bal kişand ser yekitiya kurdan û wiha got: “Divê gelê kurd ji bo çareseriyê berê xwe bidin xwe û rêxistinbûneke cewherî ku pêşiya komkujiyan bigire. Astengiya herî mezin a li pêşiya yekitiya neteweyî hin kes û derdorên kurd ên ku tenê xwe û berjewendiyên xwe difikirin. Êdî ev derdor li her çar parçeyên Kurdistanê tên nasîn. Ez di wê baweriyê de me ku dê ciwanên kurd ji bo avakirina yekitiya neteweyî li ber xwe bidin.”