20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Helîse û rûnê nîvişk

Diya min û meta Zerê, her tim bi hev re diketin pêşbirkê. Diya min digot; helîseya herî xweş û rind ez çêdikim. Meta Zerê jî digot; teeeew, ya herî xweş ez çêdikim. Dema ez helîseyê çêdikim hemû der û cînar dixwazin wek min çêkin.

Tu zingê (hestiyên lingê dewaran; çêlek, golik û ga) dewarên pîr davêjî navê, ez ên ciwan davêjim navê, lewma helîseya min ji ya te xweştir e. Yek ji wê û yek ji wê, her tim rojên wan wisa derbas dibûn. Lê li aliyê din jî hevaltiya wan a salan hebû, tu carê dilê hev nedişikandin. Bavê min jî ji helîseyê hez nedikir, hemû xwarinên wî gerek goştê sor di nav de hebûya, lê wekî din, xwarina bêgoşt nedixwar.

Diya min jî qet guh nedida gotinên wî û hema di malê de, di kîlera wê de çi hebûya ew çêdikir. Xema wê nîn bû, bavê min ji wê xwarinê hez dike an na?

Ê meta Zerê, hema wê çi xwarin çêdikir mêrê wê nedigot ev çi ye. Bi lepan dikete ser wê xwarinê, wê jî bi dilekî rehet hemû xwarinên ku jê hez dike çêdikirin. Dîsa rojekê diya min û meta Zerê xwestin helîseyê çêkin, lê ne li çarsiyê û ne jî li malê zing tunebûn bikin nava wê helîseyê. Fikrên diya min her carê cuda cuda hebûn, digot; ew nebû, ez ê yeke din çêkim.

Meta Zerê jî hema hemû xwarinên xwe dineqişandin, te digot qey tu li aşxaneyeke li qesreke mezin wan xwarinan çêdikî. Diya min got; ne li malê û ne jî li çarsiyê zing tune ye, ez ê vê carê jî bi goştê mirîşkan çêkim. Meta Zerê jî got; ez ê jî bi goştê dîkan çêkim, ka em binêrin helîseya kê ji me vê carê xweş dibe! Yekê bi goştê dîk a din bi goştê mirîşkê helîseya xwe çêkir. Meta Zerê rûnê nivîşk danî ser helîseya xwe, diya min jî wek her tim rûnê helandî, gizirk gizirkî danî ser helîseya xwe. Jixwe tu çi bidî ber mêrê meta Zerê, nabêje tal e an tirş e, hema dixwe, lê bavê min di nav de dibijêre, ev tal e û ev jî tirş e.

Diya min got; vê carê ez ê helîseya Zerê bidim ber mêrê xwe ka çi dibêje. Bavê min helîse tam kir, hema bi kevçiyan ket ser û binê tasê çîl û qerqaş kir. Vegeriya ji diya min re got; ev hezar sal in ku te helîseyek wiha xweş çênekiribû, ka binêre tam ev e, helîse divê wiha bê çêkirin. Ne gotin, te digot qey bavê min keviran li ser serê diya min dibarîne.

Wê got; ev ne helîseya min e, ev ya Zerê ye, goştê dîkan di nav de heye, dîkên wek te nikuldirêj. Got û xeyidî û çû mala bavê xwe, sê rojan nehat, heta ku bavê min çû li ber geriya, bi vir de û bi wê de. Jê re got; ez careke din qerfên xwe bi xwarina te akim, lê rûnê nivîşk jî tama wê pir xweş kiribû. Piştî sê rojan bavê min çû diya min ji mala bavê wê anî. Niha diya min çi xwarinê û zêdetir jî helîseya ku çêdike û rûnê helandî dide ser, bavê min madê xwe qet tirş nake û ji tirsa diya min bi kevçiyan dikeve ser. Helîse bi rûnê nîvişk jî xweş dibe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê