Monday, September 20, 2021

Helwest û xîret

Nivîskara Rojnameya Welat Nurhaq Gulbahar li ser têgîna helwest û xîretê rawestiya û bal kişand ser têkoşîna jinên şengalî û dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyrazê. Gulbaharê di nivîsa xwe de bibîr dixe ku di vê pêvajoyê de bêtir bi xîret û helwestê heye.

Nivîsa Nurhaq Gulbahar a Rojnameya Welat wiha ye:

Di vê dema dawî de, hem li ser welat hem li ser hebûna me ya neteweyî û hem jî li ser hebûna me ya takekesî êrîşên dijwar, xeter û tuneker berdewam dikin. Êrîşeke bê pîvan, ji derveyî exlaqî, dijberayetî û mirovî. Ev yek bi armanc e helbet, da ku ew hestên weke gel me bi hev ve girê dide xav bibe, birize û di heman demê de herî dawî jî nemîne, pêk tên. Ev armanc, armanceke dem dirêj e û her wext jî bi pratîk bûye. Helbet li hemberî vê her dem jî sekin û neqebûlkirineke bi rûmet jî derketiye. Em di dema nêz de jî şahidên vê sekna bi keramet a berxwedêran in. Yekemîn peyv, yekemîn gav, yekemîn fîşek û yekemîn berd weke giloka ji berfê bûye xofek li ser dilê dagirker û neyaran. Ev diyalektîkeke gelê kurd e ku heta roja me ya îro hatiye. Lê weke rastiyeke neyar jî dikare bê gotin ku her çend li hember dagirker sekin xurt be, bi qasî wê xurtbûnê, rê û rêbazên neyar jî ewqas qirêj û kirêt dibin, sînorên exlaqî derbas dikin.

Em dibînin, li gorî vê rastiyê, êrîşên çekdarî, li gel vê êrîşên civakî, dejenerekirina kodên civakê, fêrkirina her cure kiryarên xirab weke dizî, fihûş, sîxurtî, madeyên hişber, bi plan û proje windakirin û jibîrkirina ziman, nav û nirxên hevbeş ên netewayetiyê bi çar hêlan ve tê meşandin. Dagirker qet valatiyekê nahêle û ji çar hêlan ve êrîşên xwe didomîne. Helbet ji xwe nav li ser e; dagirker e û dagirkerî tenê ne fizîkî ye, ev dagirker dixwaze hebûna me ya gelê kurd dagir bike. Ta ku tiştek bi navê kurdayetî nemîne.

Lê helbet ev ewqas hêsan jî nîne. Ji ber ku ev helwesta dagirker ew çend dijwar be jî lê damareke qedîm a gelê kurd heye ku ruxmî her tiştî berdewam dike. Lê dide û heta roja me ya îro hatiye. Ew jî di du têgînan de veşartiye ku weke kodeke dîrokî derbasî nifşan tê kirin; ev têgîn helwest û xîret e. Helwest û xîret, nerazîbûn e, neqebûlkirin e, rawestandina dijmin û dagirkeran e, xeta sor e û ji her tiştî bêtir jî hêvî ye. Ew hêviye ku me zindî û li ser pîyan dihêle, hêza tevgerê dide me û her tiştê bi keramet li xwe kom dike. Em vê helwest û xîretê li çar perçeyên Kurdistanê bi taybetî di van rojên dijwar de di her bûyerekê de dibînin. Ev helwest û xîret di destê jinên şengalî de dibe berd û li hember hêzên çekdar ên qerase nîşanî me didin ku bê çawa yek kesek dikare artêşekê rawestîne. Li Bakur bi gotina Fehîme Poyraza dayika Denîz Poyraz ku got; “Ez serî li hemberî we natewînim” , şêwazê helwest û xîretê nîşanî me dide. Li rojavayê Kurdistanê ji bo her rewşeke gelên herêmê bi meş û çalakiyan helwest û xîreta netewayetî bi girseyî tê nîşandan. Li rojhilatê Kurdistanê di daxwaza yekitiya çar parçeyên welat de ku dayika bi navê Emîne Bîglerî di merasîma veşartina kurê xwe yê pakrewan de hat ser ziman, weke helwest derket pêşberî me. Li başûrê Kurdistanê di hewldana Dayikên Laçik Spî de peyama aştî, aramî û yekrêziya nav mala kurd, helwest û xîretê nîşan da.

Hem weke takekes û hem jî weke civak ku ji takekesan pêk tê, di qonaxên herî dijwar de, di kêliyên herî xeternak de, di demên herî tarî de, helwesta pêwîst, di wateyeke werçerxî de ye. Pêşiya karesat an jî bûyerên mezintir digire û yê diyarker e ev e. Ev dema ku em tê de dijiyn ji wan deman e ku ji her demî zêdetir pêwistî bi helwest û xîretê heye.

Nerazîbûn, neqebûlkirin û sekin, di encama vê de jî helwest û xîret rûmeteke hêja ye. Yê ji bo dahatûyê dimîne jî ev e. Yê ku di vê demê de, ji her yek ji me tê xwestin jî rojane nîşandana vê yekê ye. Ji bo kerameta siberojê pirsa ku em ji xwe bikin ev e; helwest û xîreta min gelo têrker e?