20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hem îşkence kirin hem jî 50 sal ceza li wan birîn

Di 18’ê Gulana 2019’an de li gundê Derto yê navçeya Xelfetî ya Rihayê HPG û polîsan şer kir kiribûn. Piştî şer polîsan gelek kes binçavkiribûn û ji van kesan 8 jê girtî û derbarê 17 kesan de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘rêvebiriya rêxistinê’ doz hatibû vekirin.

Danişîna 9’an a Dozê doh li Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Rihayê hat lidarxistin. Zekî Alakûş, Celal Ercan, Cind, Zîncîrkiran, Celal Yildirim, Mehmet Alakûş, Fahrettîn Alakûş, Omer Gul û Vakkas Kiliç ji Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T’yê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Ji kesên bi awayekî negirtî tên darizandin jî Guler Alakûş tevî parêzeran hat hêwana danişînê.

Girtiyan diyar kirin ku di bin çavan de hatine îşkencekirin û xwestin bên berdan. Piştî parastina parêzeran dadgehê biryara xwe aşkere kir. Dadgehê bi îdiaya  ‘endamtiya rêxistinê’ 7 sal û 6 meh ceza li Celal Ercan û Zekî Alakûş, bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 5 sal ceza li Mehmet Alakûş birî.

Her wiha dadgehê bi îdiaya ‘alîkariya rêxistinê kirine’ 3 sal û 6 meh ceza jî li Celal Yildirim, Fahrettîn Alakûş, Cindî Zencîkiran, Omer Gul û Vakkas Kiliç birî.

Dadgehê li Gazeley Alakûş, Fatma Alakûş, Mehmet Hayrî Çîftçî, Sariye Gumuş, Niyazî Gumuş û Rûken Gumuş jî ku bi awayekî negirtî tên darizandin 2 sal û meh ceza birî û biryara beraetê derbarê kesên din de da.