Duşem, Mijdar 29, 2021

Hem malên wan hilweşandin hem jî ew kirine binê deynan

Di sala 2015’an de li gelek navçe û bajarên bakurê Kurdistanê rêveberiyên xweser hatibûn îlankirin. Ji bo parastina van rêveberiyan Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) hatibûn avakirin, xendek hatibûn vedan û barîkat hatibûn çêkirin. Lê piştre dewletê bi awayekî tund mudaxaleyî van rêveberiyan kiribû û êrîşên gelek dijwar pêk anîbû. Yek ji van navendên ku êrîşên dijwar lê pêk hatibûn navçeya Hezexê ya Şirnexê bû. Di 16’ê sibata 2016’an de li navçeyê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û bi top û tanqan êrîşî bajar hatibû kirin.
Ji bo şopandina êrîşên li dijî navçeyê, ez û hevalên xwe yên rojnameger Mahmût Rûvanas û Ferzen Çatak derbasî navçeyê bûbûn û ji navçeyê derneketibûn. Li ber çavên me top û gule li avahiyên gel diketin û xisareke mezin pêk dihat. Ev xisar kêlî bi kêlî ji aliyê me ve ji raya giştî re dihat ragihandin. Piştî ku hat ferqkirin geşedanên navçeyê kêlî bi kêlî ji raya giştî re tên ragihandin, di 28’ê sibata 2016’an de polîsan bi maşîneyên zirxî bi ser mala ku em lê bûn de girtin û em binçavkirin.

‘Pêşwazîkirina’ polîsan!

Dema binçavkirinê midûrê polîsan ji me re got, ‘Nûçegihanê Ajansa Anadolûyê bêyî destûr nikarin bikevin navçeyê û hûn çawa tên navçeyê. Fermana walî ye divê hûn ji navçeyê bên derxistin’. Piştî binçavkirina şev û rojekê wekî ku midûrê polîsan gotibû me di saetên şevê de danîn nuqteyeke derveyî navçeyê û gotin, ‘Neyên navçeyê hûn bi ku derê ve diçin biçin’. Wê şevê em bi derfetên xwe ji Hezexê derbasî navçeya Midyadê bûbûn. Salek piştî vê derxistina ji navçeyê ez carekê di Hezexê re derbasî Şirnexê bûbûm. Wê carê jî polîsan ez ji wesayîtê pêya kiribûm û piştî ku heqaret li min kiribûn wan ez berdabûm.
Beriya çend rojan careke din rêya min bi Botanê ket. Berî ku ez biçim herêmê min ji xwe re got, ‘Ew çi jî bikin ez ê teqez biçim Hezexê û ez ê li wan hemû deverên ku lê mabûm bigerim’. Weke her devera Kurdistanê, li vir jî heke jê re pêşwazî bê gotin di têketina navçeyê de polîsan em “pêşwazî” kirin. Lê tenê çavek li zikê dolmîşê gerandin û em berdan.

Vexwendina îfadeyê

Destpêkê çûm Rêxistina HDP’ê ya li Navçeyê û bi Hevşaredar Mûrat Şen re ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, rûniştim. Piştî vexwarina çayekê ji bo hînkirina rewşa navçeyê min çend pirs aresteyî Şen kirin. Şen, di şaneşînê de peyarêyên kolana ku avahiya HDP’ê li ser e nîşanî min da û got: ”Me ev kolan sererast kir. Me peyarêya wê çêkir. Ji bo ku careke din neyê xerakirin me ji bo ceyranê xortomeke vala jî kir binê peyarêyê. Lê ji bo rantê ev peyarê niha tê xerakirin û xortoma ku me kiriye binê erdê jî tê avêtin û xortomeke din tê bicihkirin.”

Balkêş e çend deqe piştî hevdîtina me, ji Midûriyeta Polîsan a Şirnexê li Şen geriyan û gotin ku divê ew û hevşaredarên beriya xwe biçin midûriyetê û îfadeyê bidin. Piştî vê Şen bişirî û got, ‘hûn dibînin bela xwe ji me venakin’. Her çiqas dewlet bela xwe ji wî veneke û jê re astengiyan derxe jî hevşaredar Şen hê jî di dilê hezexiyan de hevşaredar e. Lewre dema ku em li nav bajar geriyan hemû kesên ku wî didîtin bi peyva “başqan” xîtabî wî dikirin û kêfxweşiyên xwe dianîn ziman.

Taxa Tûrgût Ozal

Piştî ku ez ji Şen veqetiyam min berê xwe da taxa Tûrgût Ozal a ku kêliyên herî dijwar ên şer lê qewimîn. Hê jî li taxê şopên şer hene. Gelek derî û diwar hê jî mîna serad û bêjingan kun in. Balkêş e berovajiyê navçe û bajarên din ên şer li wan qewimî, li vir herkesî kesî destûr nedaye ku dewlet ji wan re mal çêbike. Ji ber vê malên ku dewletê çêkirine ji hev bela wela ne û ne li cem hev in. Gelek kesan bi derfetên xwe li şûna malên wan ên hatine hilweşandin ji xwe re mal lê kirine.

Hin malên ku hatin hilweşandin jî ji ber ku derfetên xwediyên wan tune ne nehatine çêkirin. Mala welatiyê bi navê Salîh Karavîş ku ez gelek rojan lê bûbûm mêvan jî yek ji van malan e. Li ser kavilên mala xwe Karavîş ji min re axivî û derdê xwe vegot. Dewletê di berdêla pereyekî giran de malek daye Karavîş û wî kiriye binê deyn. Karavîş hê qurişeke deynê mala ku tê de ye nedaye û nafikire ku bide jî. Karavîş dibêje hem dewletê mala wan xera kiriye û hem jî wan kiriye binê deyn.