18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hem tecawizkar hem jî êrîşkar in!

Zihniyeta tecawizkar û kujer a dewletê, ji ber kiryarên wan, tecawizkar û kujerên jin û zarokên kurd xelat dike. Polîs û leşkerên tecawizkar bi saya vê zihniyetê, ne tên darizandin û ne jî tên girtin.

Herî dawî jî li navçeya Qubînê ya Êlihê çawişê pispor Mûsa Orhan dest dirêjî keça ciwan Îpek Er kiribû. Piştî vê dest dirêjiyê Er hewl dabû dawî li jiyana xwe bîne û li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest dabû.

Çawişê tecawizkar Mûsa Orhan piştî vê yekê ji ber bertekên zêde yên li hemberî dewletê hatibû binçavkirin û girtin. Lê ji ber xwedîderketina lê ya Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylû, tecawizkar Mûsa Orhan, hat berdan.

Atay kir hedef

Ev hem di nav kurdan de hem jî di nav raya giştî ya Tirkiyeyê de bû sedema bertekên mezin. Gelek derdorên cuda der barê mijarê de daxuyanî dan û bertek nîşanî xwedîderketina Soylû ya ji bo Mûsa Orhan dan.

Yek ji van kesan jî Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê û Parlamenterê Hatayê Bariş Atay bû. Atay, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanî Soylû da û got ku tecawizkaran diparêze.

Soylû xwe li vê rexne û berteka Bariş Atay, ranegirt û Atay kir hedef. Piştî hedefnîşandina Soylû bi çend saetan Bariş Atay, li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê bi êrîşeke fizîkî re rû bi rû ma.

‘Soylû aliyê tecawizkaran e’

Di serî de HDP û CHP gelek partiyên muxalefetê bi awayekî tund bertek nîşanî Soylû dan û gotin ku li şûna wezîrtiyê serokatiya mafyayê dike.

Bariş Atay jî destnîşan kir ku Soylû li hemberî keça ciwan Îpek Er li aliyê çawişê pispor ê tecawizkar Mûsa Orhan e û got ku wê dev ji têkoşîna xwe bernede.

Li gel ku destpêkê êrîşkar nehatin binçavkirin jî piştî çend rojan ji ber bertekên zêde 3 kes ji ber êrîşê hatin binçavkirin û girtin.