Tuesday, October 26, 2021

Hemçaxê Ehmedê Xanî nivîskar Jean De La Fontaine

Château-Thierry, bajarokekî biçûk ê bi ser bajarê Aisne yê li herêma Hauts-de-France ya welatê Fransayê ye. Li vî bajarokî helbestvan û nivîskarekî bi navê Jean de la Fontaine di sala 1621’ê de hatiye dinê ku li dû 400 saliya çêbûna xwe hê jî berhemên wî bandorê li mirovên cîhanê dike. Di heman sedsalê de li gundê Xanê yê bi ser bajarê Hekariya Kurdistana di bin nîrê Osmaniyan de helbestvanekî kurd di sala 1950/51’ê de hatiye dinê ku wî jî bi Memûzîna xwe bandoreke sedsalan e li mirovên kurd kiriye. La Fontaine mirovekî xwedî nasnameyeke neteweyî ya fransî bû ku neteweya wî ji aliyê hemû cîhanê ve dihat qebûlkirin; Xanî bi nasnameya xwe ya kurdî di binê hikmê Osmaniyan de weke hemû hemnijadên xwe dijiya û nasnameya wî ya neteweyî ji aliyê hemû cîhanê ve nedihat pejirandin ku hê jî nayê pejirandin.

Pejirandin û nepejirandina nasnameyên neteweyî ji aliyê hemû cîhanê ve hêmaneke girîng e ku ev hêman di heman demê de nasandin, navdarbûn, wergerandin û navneteweyîbûna ziman û berhemên nivîskarekê/î jî diyar dike. Dema neteweyek bi giştî bindestê çend serdestan be û ew serdest jî bi tunebûna cihêrengiyên te mijûl be, tu yê jî nikaribî weke parçeyeke çanda cihanî werî naskirin û pejirandin. Digel ku Memûzîna Xanî berhemeke manzûm a resen e ji bo wêjeya cîhanê, ji ber sedemên li jorê diyarkirî di herêmeke teng de maye û nebûye berhemeke milkê wêjeya cîhanî. Her wiha kitêba wî ya ji bo zarokan Nûbara Biçûkan bi xwe li gorî serdema sedsala 17’emîn berhemeke qedirbilind û girîng e ku ew hê jî bi temamî nebûye mal û milkê wêjeya kurdî, ji lewre negihîştiye zarokên kurdan.
Helbet berawirdkirina du nivîskarên giranbuha La Fontaine û Xanî, di nivîseke rojnameyê de derfetê nabîne ku li ser hemû hêlên nivîskarên wan û berhemên wan were rawestin. Lê xwende û zanayên kurd ên ciwan dikarin bi tezên (lêkolînên) akademîkî vî karî ji her kesî çêtir bikin û ragihînin hemû derên cîhanê. Ji ber hindê ez ê vê meseleyê bihêlim ji wan re û werim ser meseleya xwe ya bingehîn: Jean de la Fontaine.

***

Jean de La Fontaine di sala 1621’ê de hatiye dinê ku di ser çêbûna wî re 400 sal derbas bûne. Her wiha ev hejmara gilover, 400 ji bo xwînerên fablên wî weke sembolekê şayanî girîngiyê tê dîtin û ji bo zindîhiştina bandora wî li gelek hêlên cîhanê tê pîrozkirin. Bajarokê Vevey ê bi ser bajarê Lozana Swîsreyê jî bi hin hewldanên xwe vê girîngiyê pêşwazî dike. Li çend cihên diyarkirî, di nava fetlonekên rêyan de wêneyê wî yê weke peykerên metalî, weke pano, weke nivîs hatine danîn û mirov ji bo tevlêkirina ahengan hatine vexwendin. Ji lewre li şatoyeke devê gola Lémanê di nava Muzeya Pêlîstokan de La Fontaine tê danasîn û fablên wî têne xwendin. Li vê herêmê yek ji pûtepêdana vî nivîskarî ew e ku berhemên wî bi zimanê Fransî ne û Kantona Lozanê jî fransîaxêv e. Helbet li kantonên din jî çalakiyên weke şev û şahiyên şanoyan jî têne lidarxistin.
Her çiqas La Fontaine weke nivîskarên fabl û xeberoşkan tê naskirin jî, ew helbestkarekî serdema xwe ye jî. Ew di çerxa perwerdeya dînî re derbas bûye û pişta xwe daye dînê û herî dawî li Parlamentoya Parîsê bûye parêzerek. Li Parîsê komeke helbestvan a bi navê Şovalyeyên Maseya Gilover nas kiriye û xebatên xwe yên wêjeyî geştir kiriye. Dû re li bajarokê Chateau-Thierryê weke berpirsiyarê av û daristanan xebitiye. Dema di karê xwe de weke mirovekî serketî derketiye pêş, ji ber hesûdiya Louisê XIV. bi fermana wî hatiye girtin û La Fontaine tûşî êşên nedîtî hatiye. Wî jî dêhn û bala xwe li ser nivîsandinê zêde kiriye, berhemên bi navên élégie aux Nymphes de Vaux û Contes et Nouvelles nivîsandine.
“Bi keldûmanên bêdeng diherikin re,

Bi danîna kulîlkan,

Serê wî li ser piyên wî û piyên wî li ser ewran…”
Lê ev berhemên wî zêde bala mirovan negirtine ser xwe. Zewaca wî ya bi keçeke 15 salî re, çêbûna zarokek wan û nelihevkirinên jin û mêrtiyê bandoreke din li ser wî hiştiye. Herî bêtir qayişkêşanên wî û Louisê XIV. ew ber bi jiyaneke bohemî ve dehf daye. Li dû hev bi jinên cuda re danûstandinên wî yên evînî pêk hatine. Hewldana wî ya ji bo xweîsbatkirinê di warê nivîsandina helbestê de çêbûye. Lê li dû temenekî dirêj, destavêtina nivîsandina xeberoşkan bûye sedem ku ew bigihîje mertebeya kamilbûnê.
Ji sala 1668’an heta sala mirina xwe -ku teqrîben 25 sal in- [1668 şeş cildên xeberoşkan, 1678 pênc cildên xeberoşkan û 1694 cildek xeberoşkan], berhemên xwe yên herî navdar xeberoşk (meselokên sewalan) afirandine. 238 xeberoşk di 12 pirtûkan de civandine. Wî 18 çîrokên ji pirtûka Kelîle û Dîmne wergirtine û ew ji nû ve bi zimanekî helbestî pêşkêş kirine. Mijarên xeberoşkên wî ji çîrokên erdnîgariya Rojhilatê hatine wergirtin. Wî di van xeberoşkan de bi behskirina xerabiyan xwestiye peyama başiyan ragihîne mirovan. Ji ber hindê mirovên Rojhilatî û kurd ne xerîbên van xeberoşkên wî ne. Dîk, rovî, gur, şêr, ker û sewalên dîtir ên di van xeberoşkan de, di meselokên kurdî de jî hene.
Gelo mirovekî jiyana wî ew qas girîft çima fabl nivîsandine? Jean de la Fontaine di sala 1684’an de ketiye Académie françaisê û li wê derê tev li nîqaşa mezin a wêjeyê ya dawiya sedsala 17. bûye: Pevçûna navbera xwedî fikra nûjen û xwedî fikra kevin. Di bin pêşengtiya Charles Perrault (helbestkar, nivîskar, teorisyenê wêjeya fransî) de wêjeya nû û nûjen dihat parastin û La Fontaine jî di koma duyem a kevnparêzan de cih girtibû. Li gora fikra wî, divê afirandina wêjeyê pişta xwe bisparta nivîskarên klasîk ên serdema antîk. Û wî li ser vê fikrê xeberoşkên sewalan ên naveroka wan tevgerên mirovan afirandine.
La Fontaine di 13’ê Nîsana 1695’an de li odeya otelekê miriye. Nivîsa ser gorîçeya xwe beriya mirina xwe amade kiriye:
“Jean çawa hat, wiha çû. Li dû dahata xwe ji yên kîsê xwe dixwe. Hewce ye ji tiştên baş were bawerkirin. Dema ber bi dawiyê ve dizanîbû dê çawa belav bike. Du tişt kirin: ji bo xerc bike, vexwar; tişta dîtir jî nekirina tu tiştî.”

***

Ahmedê Xanî nivîskarekî pirziman bû û di serdema wî de li ser erdnîgariya Kurdistanê serdestiya zimanên farisî û erebî li pêş bûn, û wî li ser armancekê berhemên xwe bi zimanê kurdî afirand ku ew nirxê zimanê xwe mayînde bike. Mîrektî û pêşengên kurdan di helwesta wî de negihan û qîmetê nivîs û afirandinê fam nekirin. Her wiha parçebûn û berbelavbûna mîrektiyên kurdan bû sedem ku ne çanda kurdan û ne jî berhemên wê çandê bigihîje çarnikarê cîhanê. Û sedemên dîtir nehiştin ku Xanî weke parçeyek ji mîrata wêjeya cîhanê were naskirin. Jixwe wî di malikek helbesta xwe de ev rewş wiha aniye zimên: “Binêr ji axa ereb ta gurcan/ welatê kurdan bûye wek bircan/ ecem û rom xwe bi wan diparêzin/ kurmanc jî li çar aliyan rêz in.” Xanî 370 sal berê hate jiyanê û digel hemû neyîniyên li dijî çanda urdî nav û nûtika wî hê jî dijî. Ew ê di 400 saliya bûyîna xwe (2051) de jî bijî.
Jean de la Fontaine nivîskarekî fransî bû û di serdema wî de li erdnîgariya Ewropayê zimanê wî bixwe serdest bû. Ji ber hindê hemû berhem û nivîsên wî bi xwezayî derbasî nava milkên wêjeya cîhanê dibûn. Wî jî li ser xîmê klasîkê afirand û berhemên wî heta niha jî li her derên cihanê têne xwendin û belavkirin. Gotin, jiyan û berhemên wî bi hêminî têne pêşwazîkirin. Ew di 400 saliya bûyîna xwe de jî dijî.