23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Her malbateke girtiyan xwedî înîsiyatîf e

Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) 605 girtiyên bi nexweşiya giran, bi giştî hezar û 604 girtiyên nexweş hene. Bi sedan girtiyên nexweş divê bêne berdan, lê nayên berdan. Dîsa gelek girtî li gel cezayên wan qediya ye ne jî dîsa nayên berdan

Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Ahmet Baran, li ser rewşa girtiyên nexweş, tecrîdkirina girtiyan û pergala înfazê axivî. Baran, anî ziman ku 22 sal in li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdek heye û wiha got: “Em wekî MED TUHAD-FED’ê tecrîdê şermezar dikin. Bang li hemû sazî û dezgehên mafên mirovan dikin ku ji bo tecrîd bi dawî bibe bi lez înîsiyatifê bigirin û têkevin nava tevgerê.”

Baran diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sûcê mirovahiyê ye û wiha axivî: “Li tu welatên cîhanê me tecrîdeke wisa nedîtiye. Ne li gorî hiqûq û sincê ye. Ji bo tecrîd bi dawî bibe em dixwazin CPT bi lez rola xwe bilîze.”

Baran da zanîn ku di 27’ê Mijdara 2020’î de li tevahiyên girtîgehên Tirkiyeyê girtiyên siyasî li dijî tecrîdkirina Ocalan dest bi gireva birçîbûnê kiribûn û ev agahî dan: “Greva birçîbûnê 290 rojan berdewam kir. Ev greva birçîbûnê bi pêvajoya “Dem dema azadiyê ye dest pê kir. Em vê çalakiya girtiyên azadiyê pîroz dibînin. Bûne bersiva hamleyê. Piştî 290 rojan biryar dan ku vê berpirsiyariyê bi çalakî û berxwedanên cudatir berdewam bikin. Ev çalakî ji bo me moral e. Bûne bersiva pêvajoyê.”
Baran da zanîn ku wekî MED TUHAD-FED jî xwe ji vê pêvajoya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ berpirsiyar dibînin û wiha lê zêde kir: “Di çarçoveya vê berpirsiyariyê de me wekî MED TUHAD-FED’ê kongre pêk anî. Me biryar stendin û bi malbatên girtiyan re bernameyên hevpar pêk anîn. Me malbat anîn cem hev û ji bo xwe ev yek kir
armanc.”

Rewşa zêdeyî 300 girtiyan giran e

Baran bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û wiha berdewam kir: “Mijareke din wekî kevneşopiya dewletê nêzîkatiya li dijî girtiyên nexweş heye. Niha gelek girtiyên nexweş ên 25-26-27 sal in girtî ne, hene. Zêdeyî 300 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene. Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî yek ji van girtiyên nexweş e. Em vê yekê tu carî qebûl nakin. Li tu welatî ev yek nayê qebûlkirin. Lê mixabin ev rewşa girtiyên nexweş ên nayên berdan tenê li Tirkiyeyê heye.

‘Em ê panelan pêk bînin’

Baran bi bîr xist ku ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di 2’ê cotmehê de panelekê li dar bixin û wiha got: “Em ê di 2’ê cotmehê de li Otela Mîtanî panelê li dar bixin. Em ê bi tevlêbûna nûnerên hemû saziyên civakî û parêzvanên mafên mirovan vê panelê pêk bînin. Dîroka wê hatiye diyarkirin. Wekîl û qada siyasî jî dê beşdar bibin. Em ê li ser mijarên betalkirina înfazê, rewşa girtiyên nexweş û edaletê nîqaş bikin. Panela ewil dê li Amedê û panela duyemîn jî dê li Stenbolê pêk bê. Em armanc dikin ku panelên 3-4’emîn jî li dar bixin. Piştî van panelan em armanc dikin ku komxebatekê li dar bixin.”

Dê lîsteyê nûjen bikin

Baran li ser lîsteya girtiyên nexweş jî rawestiya û wiha got: “Em ê lîsteya girtiyên nexweş nûjen bikin. Lîste kevn bûne. Em ê li hemû Tirkiyeyê û Kurdistanê lîsteya girtiyên nexweş nûjen bikin. Dîsa em ê lîsteya girtiyên ku înfaza wan şewitiye nûjen bikin. Bi giştî çend girtî înfaza wan şewitiye. Em ê tespît bikin û nû bikin. Xebata vê yekê didome. Piştî me lîste nûjen kir em ê parve bikin. Em armanc dikin ku di nava 2 hefteyan de vê lîsteyê temam bikin.”
Her malbat xwedî înîsiyatif e

Baran, bal kişand ser Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar jî û wiha lê zêde kir: “Li dijî malbata Şenyaşar bêedaletî û bêhiqûqî heye. Ji ber vê yekê Malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê digire. Em vê sekn û berxwedana wan wekî MED TUHAD-FED pîroz dikin û piştgiriyê didin wan. Nêzî 9 hezar malbatên girtiyên azadiyê hene. Em bang li hemû malbatan dikin ku li dijî bêedaletî, bêhiqûqî, zext û tundiya hikûmeta AKP-MHP’ê, li cihê xwe bibin deng û înîsiyatîf. Divê her malbat bibin dengê girtiyan. Di vî milî de hemû malbatên me xwedî înîsiyatif in. Divê her malbatên me bi xwe înîsiyatîfê pêş bixin. Divê her malbat li cihê xwe têkevin nava tevgerê. Biçin saziyan û rêxistinan ziyaret bikin. Divê rêxistin û saziyan têxin nava tevgerê. Divê saziyan jî têxin nava xebatê û xebatê hevpar bikin.”

Tirkiye bûye girtîgeh

Baran li ser tecrîdkirina girtiyan jî rawestiya û wiha pê vde çû: “Em hemû tecrîdkirina Birêz Ocalan dizanin. Bi tecrîdkirina Ocalan re li ser hemû girtiyan tecrîd belav bûye. Êdî Tirkiye bûye girtîgeh. Li her bajar û navçeyan girtîgehan ava dikin. Li şûna dibistanan ava bikin, girtîgehan ava dikin. Dixwazin hemû civakê bavêjin zindanan. Xuya ye ku îtîfaqa AKP-MHP’ê bi avakirina girtîgehên nû dixwaze di rojên pêş de çi bike. Divê hemû civak û gelê me vê yekê bibînin. Dixwazin bi avakirina girtîgehan bêtir cihê girtiyan teng bikin û girtiyan sirgûn bikin. Dixwazin girtiyan dîl bigirin û zextan pêş bixin. Her çend dizanin ku bi van zextan nikarin vîna girtiyan bişkînin jî dîsa van zext û tundiyan li ser girtiyan didomînin. Divê malbat di mijara înfazê de li girtiyan xwedî derkevin. Em ê her tim mafê wan ê heq û hiqûqê biparêzin. Lê ev tenê bi me nabe. Divê hemû malbatên me û gelê me jî li cem me bin.”

Girtiyan tu carî serî danenîye

Baran, li ser girtiyên ku înfaza wan betal bûye û nayên berdan jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Li ser girtiyan zext hene. Dixwazin vîna girtiyan bişkînin. Ji ber ku ev polîtîka bi ser nakeve dixwazin wan ji azadiyê dûr bixin. Li her girtîgehê komisyona çavdêriyê heye. Ev komisyon li gorî xwe biryarê didin. Ev yek jî kirine zagon. Bi serê xwe biryaran didin. Destûr nadin ku girtiyên cezayê wan qediyane bêne berdan. Dîsa li gorî xwe peymanek nivîsîne û vê peymanê bi girtiyan didin îmzekirin. Di vê peymanê de nivîsa ‘Ez poşman bûme. Ez ê tev li van çalakiyan nebim. Daxwaznameyek amade kirine û dixwazin vê daxwaznameyê bi girtiyan bidin îmzekirin. Girtiyên vê yekê îmze nakin înfaza wan dişewitînin û destûr nadin ku bêne berdan. Van girtiyan bi salan li dijî zext, tundî û îşkenceyê serî danenîne. Tu carî tawîzan nadin û daxwaznameyan îmze nakin. Ji ber vê yekê wan bernadin. Em ê panelê amade bikin. Em ê vê mijarê jî nîqaş bikin. Saziyên me yên Botan, Serhed, Ege û Marmarayê jî xebatên betalkirina înfazê dikin. Di aliyê hiqûqê de lêgerîna me didome. Em ê daxwaznameyekê amade bikin û ji saziyên mafên mirovan û hiqûqê yên Ewropayê re bişînin. Hevalên me yên hiqûqnas xebata wê dikin. OHD xebata vê yekê dike. Piştî hejmara kesên înfaza wan betal bûye diyar bû em ê bi raya giştî re parve bikin û li gorî wê em ê gavan biavêjin. Em ê ewil serî li rêyên hiqûqiya navxweyî bidin û piştre serî li saziyên hiqûqa navdewletî bidin.”

Divê malbatên me li cem me bin. Em jî li cem wan in. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Em ê bang li hemû saziyên me yên hiqûq û mafên mirovan bikin. Em ê bi ÎHD, TÎHV, OHD û saziyên din re nîqaşan bikin.”