24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Her meh romanek

Lokman Polat

Xwendevanên ezîz,

Pêşî ez ji rojnameya Xwebûnê re spas dikim ku ez ê tê de mehê carekê der barê romaneke kurdî de dîtinên xwe binivîsim, romanê şîrove bikim, binirxînim û ji bo xwendevanên kurd bidime danasînê.

Xwendin xwenasîn e; divê mirov bixwîne. Pêşveçûna însanan bi xwendinê pêk tê. Min li ser girîngiya xwendinê gelek caran nivîs nivîsine û pêşkêşî xwendevanan kirine. Lêbelê, li ser girîngiya xwendinê mirov çiqas jî binivîse têr nake.

Civak bi xwendinê bi pêş dikevin. Bêyî xwendinê pêşveçûn çênabe. Civakên modern bi saya xwendinê gihaştine rewşeke ferah. Xwendin jiyana kesan û ya civakan digehurîne. Di nav civakê de prosesa xwendin û nivîsandinê pîvana pêşveçûna civakê nîşan dide.

Arîsto dibêje; “Di her însanî de meyla xwendinê, pêzanînê heye.” Ev meyl li gorî rewşên civakî, li gorî şert û şirûtên heyî, tê guhertin. Li cihên ku îmkanên xwendinê tune ne, meyla guhdarîkirinê derdikeve pêş. Guhdarîkirin ji xwendinê hêsantir e. Kultura devkî ya gelêrî li ser şêweya vegotin û guhdarîkirinê pêk hatiye. Di demên berê de, edebiyata devkî gelek xurt bûye. Di edebiyata kurdî de jî edebiyata devkî ji ya nivîskî xurtir bûye û hê jî xurttir e.

Xwendin hem ji hêla ferdî-kesayetî- û hem ji hêla civakî ve serketineke bêhempa ye. Descartes dibêje; “Difikirim, nexwe ez heme.” Xwendin û zanîn maneya hebûna mirov bi mirov dide fêrkirin. Heger mirov maneya hebûna xwe nizanibe, çi ferqa mirov û heywanan heye! Xwendin kategoriyeke hebûna însanî ye, hebûna mirov bixwe ye.

Hinek xwendin û nivîsînê wek çalakiyeke pasîf dibînin lê ne weha ye. Xwendin fêrbûna zanistê ye û nivîsîn jî berhemkarî ye. Berhemkarî, afirandina berheman bi serê xwe hunerek e. Ew kesên ku nivîs dinivîsin, berhem diafirînin heger her tim nexwînin nikarin berheman biafrînin. Nivîskarên herî baş di esasê xwe de xwendevanên herî baş in. Helbet xwendin tenê xwendina dibistanê û wergirtina dîplomayê nîn e. Jixwe pirtûkên ku mirov di dibistanan de dixwîne û pirtûkên din ne wek hev in.

Xwendin, fêmkirina ji tiştên ku tên xwendin, asoyên mirov fireh dike; mirov ji dinyaya teng xilas dike. Dema mirov pirtûkên edebî û felsefî dixwîne lênêrîna mirov a li jiyanê tê guhertin.

Xwendin û nivîsîn kedeke zinhî ye; qîmeta her cure kedê giranbiha ye. Xwendin û nivîsîn çalakiyeke jiyanê ye. Di temamê jiyana mirov de cihê xwe digire.

Xwendin beriya nivîsînê tê. Ji biçûkiya mirov ta dawiya jiyana mirov, tim û tim divê mirov bixwîne. Helbet nayê wê maneyê ku di civakê de her yê dixwîne dinivîse jî. Na. Yên dinivîsin, nivîskariyê ji xwe re dikin wek mesleg/sin`et gelek kêm in.

Xwendin wek nivîsînê nîn e. Yê bizanibe bixwîne û ji xwendinê hez bike, dê tim bixwîne. Wek ku Marcel Proust dibêje; “Zewqa xwendina pirtûkê, zewqeke orîjînal e.” Divê mirov ji vê zewqa orîjînal tehm û lezetê werbigire.

Nivîskarên bextiyar kêm in lê xwendevanên bextiyar hene û gelek in. Ez bixwe yek ji wan xwendevanê bextiyar im. Ma bi dil û can xwendina berhemên edebî kê bextiyar nake? Berhemên klasîk, yên Cervantes, Dostoyevskî, Tolstoy, Shakespeare, Molîêre, Çexov, Hûgo, Zola, Turgenyev, Çernîşevskî û her weha berhemên klasîk ên kurdî  Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û xwendina berhemên modern ên nivîskarên cîhanê digel berhemên kurdî yên nûjen, mirov çawa bextiyar nekin? Min dema van berheman xwend û ez dema berhemên edebî dixwînim, çîrok, helbest û romanên kurdî dixwînim jê haz/xweşhaliyê digirim, şad dibim, bextiyar dibim.

Xwendevanên delal, hûn jî bixwînin, hun ê bi xwendina berhemên edebî, bi xwendina romanên kurdî  bextiyar bibin.

Berê tenê weşanên çapbûyî hebûn. Paşê teknîk û zanyarî bi pêş ve çû, înternet derket û pê re weşanên elektronîk derketin holê. Weşanên elektronîk bi xwe re gelek hêsanî anîn lê li gor dîtina min di hêla xwendinê de bi qasî weşanên çapbûyî yên li ser kaxiz tehm û lezeta xwendinê nade mirov. Arşîvkirina weşanên çapbûyî, ji bo pêşerojê hêja ye.

Ji bo ku nivîsên nivîskarên kurd bigihîjin pêşerojê, bibin arşîv, têkevin pirtûkxaneyan, di demên pêş de ev nivîs werin dîtin û xwendevanên wê demê/ferz bikin 50 sal şûn de/ ji van nivîsan haydar bin, ji wan sûdê werbigirin, divê nivîsên kurdî, weşanên kurdî yanî rojname, kovar û pirtûkên kurdî li ser kaxizan bên weşandin, yanî bên çapkirin.

Weşanên tên çapkirin gelek girîng in. Ev weşan di nav gel de tên belavkirin; di gelek pirtûkxaneyên zanîngehan de û her weha di gelek arşîvên sazî, dezgeh û kesan de tên arşîvkirin.

Di vê hejmarê de, min der barê girîngiya xwendinê û her weha girîngiya weşanên çapkirî, bi kurtahî çend tişt gotin, dîtinên xwe anîn zimên. Di hejmara bê de, ez ê bi sernavê ‘Her mehek romanek’ dest bi rêzenivîsên xwe bikim.

Hetanî meha bê, bimînin di xweşiyê de…