spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Her roj daristanên Kurdistanê dişewitînin

Li Bakurê Kurdistanê her roj daristan tê şewitandin. Welatî dixwazin vemirînin, lê rayedarên leşkeriyê  destûrê nadin vemirînin. Bi taybetî di meha dawî de her roj agir bi daristanê dikeve. Şewata ku li Xozadê bi operasyona leşkerî dest pê kir 11 roj in didome. Walîtî îdîa dike ku ji bo ji bejahî ve bê vemirandin rê nîne. Li aliyê din vemirandinê li şêniyên herêmê qedexe dike. Li Bestayê jî şewata ku ji aliyê leşkeran ve hatiye derxistin belav dibe. Li vir jî destûrê nadin ku welatî vemirînin.

Şewata li Bakurê Kurdistanê her wiha ji aliyê gelek tevgerên ekolojîk ve jî ji nedîtî ve tên.

Şewata daristanan a heta 20’ê tebaxê wiha ye

20’ê tebaxê: Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê şewata ku li Çiyayê Gomanê û derdora wê di 15’ê Tebaxê de dest pê kir, piştî çar rojan ji xweber vemirî. Bi hezaran dar şewitîn.

19’ê tebaxê: Li Çiyayê Cûdî agir bi herêma Zêre Kêrê ket. Nehate vemirand û li qadeke berfireh belav bû.

17’ê tebaxê: Agirê bi herêma Girêhirmo yê Çiyayê Cûdî hate xistin nehate vemirandin, ji xweber vemirî.

16’ê tebaxê: Li navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê bi şev agir bi daristana li gundê Batê ket û bi bandora bayê mezin bû.

6’ê tebaxê: Li navçeya Licê ya Amedê danê êvarê agir bi bejahiya gundê Şêxan ket. Ji bo vemirandinê tiştek nehate kirin.

5’ê tebaxê: Agir bi bejahiya navçeyên Tillo û Berwarî yên Sêrtê ket. Leşkeran bi hinceta ‘herêma ewlekariyê’ nehiştin gundî şewatê vemirînin. Li ser israr û biryardariya gundiyan destûr ji wan re hate dayin û şewat ji aliyê gundiyan ve hate vemirandin.

4’ê tebaxê: Li quntara Çiyayê Cûdî danê nîvro agir bi bejahiya gundê Gundik Remo ket. Ji bo vemirandinê tiştek nehate kirin, lewma belav bû.

4’ê tebaxê: Li navçeya Xozad a Dersimê di 30’ê Tîrmehê de ji ber operasyona leşkerî agir bi bejahiya gundên Derekoy û Gedîklî ket. Şêniyên herêmê ragihand ku ji ber şewatê qadeke mezin bû xwelî.

3’ê tebaxê: Li navçeya Pîran a Amedê agir bi bejahiya taxa Yeşîltepeyê hate xistin. Piştî rojekê hate vemirandin.

30’ê tîrmehê: Têkildarî şewata bi mehan û birîna daran a li herêmên Cûdî, Gabar û Bestayê Walîtiyê daxuyaniyek da û di bin navê ‘têkoşîna li dijî şewata li daristanan’ çûyîna qadên daristanî qedexe kir.

29’ê tîrmehê: Şewata li herêma Şenyaylayê ku biryarnameya Serokkomar bi Mûşê ve hatiye girêdan, 7 rojan dewam kir. Bi hinceta “ewlekariyê” destûra çûyîna herêmê nehate dayin.

20’ê tîrmehê: Li Çiyayê Cûdî ji ber topbaranê agir bi qadê ket. Ji bo vemirandinê tiştek nehate kirin.

17’ê tîrmehê: Li herêma Bestayê ya navbera bajarên Şirnex û Sêrtê şewata ku 12’ê tîrmehê dest pê kir belav bû. Li qadê ku ji ber operasyona leşkerî şewat derket, ji bo vemirandinê tiştek nehate kirin. Her wiha ji ber bombardûmana ji helîkopteran şewat roj bi roj mezin bû.

15’ê tîrmehê: Li navçeya Hezexê ya Şirnexê li qada Dehla Şêx a qiraxa Çemê Dîcleyê ji ber bombardûmana leşkerî şewat derket. Şewata ku ber bi qadên xwecihî ve çû, bi destwerdana şêniyên herêmê hate vemirandin.

5’ê tîrmehê: Li taxa Kerwas a navçeya Lice ya Amedê şewata ku 13’ê tîrmehê li malên Kume dest pê kir, bi bandora bê qadeke mezin li taxa Lîcokê şewitand. Çavkaniyên herêmî ragihand ku di dema şewatê de 4 helîkopter li ser herêmê digeriyan.

1’ê tîrmehê: Lil navçeya Farqînê ya Amedê agir bi daristana li Haci Çerkezê ket. Xelkê herêmê hewl da bi derfetên xwe şewatê vemirîne.

29’ê hezîranê: Li navçeya Omeryan a Mêrdînê danê êvarê agir bi daristana li bejahiya gundê Mercê ket. Bi bandora bayê belav bû û gihîşt nêzî gundê Kurikê.

28’ê hezîranê: Li qadên Girêgivavra, Besta Hincê, Germav û Kanîfeşkê yên Bestayê agir bi daristanê ket. Ji ber oeprasyonên leşkerî ku demeke dirêj e li herêma Bestayê dewam dike, dest li şewatê nehate werdan.

26’ê hezîranê: Li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê şewat li gundên Guzeldere, Derebag, Çamliyûrt û Sogûkpinarê belav bû. Li gundê Guzeldereyê gelek heywan ji ber şewatê mirin. Gundiyan bi derfetên xwe hewl dan şewatê vemirînin. Şewatê bandor li 20 gundan kir. Gundiyan diyar kirin ku tiştekî tesadûfî nîne ku şewat her sal li vê qada leşkerî rû dide.

20’ê hezîranê: Li Çiyayê Cûdî danê êvarê agir bi daristanê ket. Ji bo vemirandina şewatê ya li bejahiya gundê Hesena yê navçeya Silopiyayê tiştek nehate kirin.

17’ê hezîranê: Li navçeya Pîranê ya Amedê piştî ku operasyona leşkerî ya li bejahiya taxa Pîrejmanê qediya di 1’ê hezîranê de li quntara Çiyayê Goreseyê agir bi daristanê ket. Şewatê 13 rojan dewam kir û ji ber nehate vemirandin bi bandora bê heta gundên Bahçekapi û Çevrecîk ên navçeya Arica ya Xarpêtê belav bû. Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku şewat ji ber bombardûmana ji helîkopteran derketiye. Şewata ku 13 rojan dewam kir beşeke mezin a daristana Çiyayê Goreseyê şewitand û zerar da gelek zindiyan.

17’ê Hezîranê: Li gundê Hor ê navçeya navendî ya Bedlîsê 12’ê hezîranê ji ber bombardûmanê agir bi qada daristanî ket. 12’ê hezîranê Walîtiya Bedlîsê li 35 gund û gundikan derketina derve qedexe kir. Piştî ku 14’ê hezîranê qedexe bi dawî bû operasyonê dest pê kir û şewata bi operasyonê dest pê kir belav bû. Dest lê nehate werdan û destûr nehate dayin ku bê vemirandin.

15’ê hezîranê: Li navçeya Omeryan a Mêrdînê li bejahiya taxa Pinarcikê agir bi daristanê ket. Ji ber şewatê qadek ji 200 donimî şewitî.

13’ê hezîranê: Li quntara Çiyayê Gabarê yê li navçeya Basan a Şirnexê li bejahiya gundê Zêwê agir bi qada daristanî ket. Li heman herêmê par jî di encama topbarana ji Qereqola Akdîzgînê gelek caran agir bi herêmê ketibû.

12’ê hezîranê: Li navçeya Kerboran a Mêrdînê li taxên bejahî yên Sû Çati û Soganli û gundikê Ûlû Çinarê agir bi qada daristanî ket. Ji bo vemirandina şewatlê tiştek nehate kirin.

7’ê hezîranê: Li quntara Çiyayê Cûdî li bejahiya gundê Şaxê yê ku salên 1990’î hate valakirin ji nû ve agir bi daristanê ket. Ji bo vemirandinê tiştek nehate kirin. Şewat piştî 5 rojan ji ber xwe ve vemirî.

5’ê hezîranê: Li Çiyayê Cûdî li qada Mila Tîkera agir bi daristanê ket. Ji bo vemirandinê tiştek nehate kirin.

2’ê hezîranê: Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li bejahiya taxa Îsaaga ya li qiraxa Çemê Dîcleyê agir bi daristanê ket.

29’ê gulanê: Li pêşiya gundê Ogûlê yê Colemêrgê leşkerên ku nobed digirtin gule li aliyê din ê çemê Zazpê reşandin. Di encamê de agir bi derdorê ket û bi bandora bayê belav bû.

28’ê Gulanê: Li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê li qada Deştadêm a bejahiya taxa Nasirhanê agir bi qada daristanî ket. Ji ber şewatê qadeke ji 300 donimî bû xwelî.