20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Her tişt bê te ye!

Di vê êvara payîzê de li dengê Mîryem Îbrahumpur guhdarî dikim. Dengê wê, hem xemgîniya payîzê, hem jî kêfxweşiya ji bo hatina biharê tîne. Bi dengê xwe yê zelal û azad, bi hunera koma xwe ya bêhempa, xwe di bîr, çav û dilê te de bi cih dike. Ev 20 sal in her ku li wê û Kamkaran guhdarî dikim, tu têyî bîra min. Dizanim tu yê jî pir ji dengê wan hez bikî; ji stranên ku bi hev re dibêjin; ji strana “Bulbulî bal şikawî” ya hem ew bixwe, hem jî Kamkaran dibêjin… Dizanim tu yê jî ji wê strana ku ji risteyên helbesta Hêmin Mukriyanî der hatiye pir hez bikî.

Vê payîzê, demsal bê te dest pê dike… Hesret, bêrî û bendewarî li qonaxên dawî ne êdî! Vê payîzê hêvî careke din xwe dikujin, li sînorê hebûn û tunebûnê ne… Ev bû çi! Temen, bi hezaran hêviyên pêknehatî dagirtî ye, xewn û xeyalên pêknehatî li ber xwekuştinê ne êdî. Rê girtî, aso nexuyayî, îro û sibê nediyar… Zindan e her der. Her carê ji zindanek agahiya mirina kesek… Her rojê wekî bûyerek rojane em navê kesek di dojeha vê cîhanê de mirî hatiye dîtin dibihîzin. Bi her mirinê re şerma zêdetir dibe. 

Vê îlonê, hezar car heyfê tînim li van sal û demsalên bê te! Bi her guherîna demsalekê re hêvî vediguherin birînê! Ji pêknehatinê, dibin êş û birîn êdî bi hezaran hêvî! Jiyan dibe jehr, ji ber dûrbûna we ya ji me û demsalan; demsal dibin êş ji ber nedîtin û nejiyîna we ya bi wan re û em jî dibin nebesî, neçarî… Em ‘bi halê xwe yê heyî’ dibin astengî li pêşiya azadiya we! Rewş ev e, tenê xwe bi gotinan teselî dike û dispêre dibetiyên dûr ên pêkhatina wan nediyar.

Rêwîtiya me ya jiyanê ya ku em gelek caran nizanin dê me bi ku ve bibe, di kîjan rê û rûbaran de derbas bike; her demsal di kesayetiya we de, me bi dîmenên ku xwe li ser û çavên me bi cih kirine re rûbirû dihêle! Hûn rastiyek tehl in li pêş çavên me, li dil û bîra me, girêkên neçareserkirî ne. Bîra me; bi dîmenên we yên wekî çûkên di qefesan de hatine dagirtin! Çavên me ji hesreta negihîştina we, westandî ne.

Payîz e êdî, roj bi roj dê pelên daran biweşin, hewa bicemide, bîranîn zindî bibin… Payîz e, gerdûn dê xwe bi rengên kesk û zer bixemilîne, em ê wekî her carê bibin evîndarên vê ahenga bêpênase… Payîz e, hûn li dûr, girtî, di qefesên dagirkeran de, em jî bi dilê xwe yê ji hesreta we dişewite, ji we dûr derbas dikin dem û demsalan…

Dizanim, em pir kêm dikarin we bibînin û fêm bikin di wan zindanan de… Dizanim, ew der ne dikare were dîtin, ne jî vegotin! Loma jî em tenê bi navê ‘berxwedanê’ behsa we dikin û naxwazin û nikarin çend nav û têgehên din jî ji bo we bibêjin. Ji ber ku hûn rastiya herî biêş a vê serdemê ne, em ji we direvin lewre hûn ji ber barê me li erdê hiştiye, di wî halî de ne û em ji ber vê kêmasiya xwe nikarin çend navên din, li jiyana we deynin.

28 bihar, havîn, payîz û zivistan bê te derbas dibin. 28 sal in tu ji hemû rengên demsalan bêpar î; bi bêrî û hesreta dîtina wan î bi şev û roj. Em û hûn bendewarên hêviyên pêknehatî ne hê jî di vê serdema ku her tişt bi saniye û deqîqeyan diguhere! Gelo kî ji me dikare, bi cesaret, behsa ‘van salan’ bike, gotin bi gotin, hevok bi hevok, kela dilê xwe birijîne! Kî ji me dikare, xwe bera binê vê bîra bêbinî ya ku bi hezaran hêviyan daqurtandine bide…

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê