24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Her wêneyek dibe qêrîn û hewar

Bi pêşketina teknolojiye re êdî bûyerên ku çêdibin bi rengên cudatir û leztir belav dibin. Carina nûçeyeke ku bi rûpelekê tê ragihandin bi wêneyekî jî tê aşkerakirin. Wêneyên Ribwar Parwîzî jî li ser vê tarzê ne ku nûçeyan bi wêneyan radigihîne.
Ribwar Parwîzî di sala 1984’an de li gundê Elekê yê bajarê Kamyaran ê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Parwîzî ji ber zextên rejîma Îranê neçar ma derkeve derveyî welat. Niha li Holandayê dijî.
Têkildarî çêkirina wêneyan Parwîzî diyar kir ku hemû bûyerên li Kurdistanê dibin mijara berhemên wî.

Ji tunebûnê hebûnê diafirîne

Ribwar Parwîzî diyar kir ku dema ew zarok bû li dibistanê heftê saetek dersa hunerê didît û gelekî ji vê dersê hez dikir û wiha got: “Lê ji ber tunebûna derfetan min nikaribû xwe pêş bixista. Hem ji ber li gund dimam, hem jî ji ber rewşa aborî min derfet nedidît ku herim bajarên mezin û perwerdeyê bibînim. Di nav vê bêderfetîbûnê de min xwe ji bo fêrbûna wênexêziyê perwerde kir. Min bi reng û qeleman wêne çêdikir. Lê ev saleke ku ez berhemên xwe bi awayekî dîjîtal çêdikim û li ser medyaya dîjîtal parve dikim. Di heman demê de bi reng û qeleman jî didomînim. Û gelek projeyên min ên cudatir jî hene.”

Ji civakê qut nabe

Parwîzî ji bo wêneyên xwe yên li ser medyaya dijîtal parve dike jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Mijarên berhemên min girêdayî rojevê ne. Ez berhemên xwe zêdetir li ser mijarên kurdan ên di rojevê de ne çêdikim. Bi nêrînên xwe li bûyeran dinêrim û li gor wê bûyeran bi wêneyan pêşkeşî şopînerê xwe dikim. Di berhemên xwe de ji civaka xwe jî qet qut nabim. Ev jî ji bo min pir girîng e.”

‘Dixwazim bibim dengê gelê xwe’

Parwîzî herî dawî destnîşan kir ku ew dixwaze bi wêneyên xwe hişmendiyekê bide avakirin û wiha got: “Dixwazim bi wêneyên xwe bibim dengê gelan. Bi taybetî jî dixwazim bibim dengê gelê xwe. Bi vî awayî qîr dikim, hawar dikim. Da ku dinya dengê gelê min bibîhîse. Da ku xwe wekî niha kerr û kor nekin. Di heman demê de dixwazim bi berhemên xwe hişyariyekê li ser şerê taybet ê ku li dijî çand, ziman, av û axa gelê kurd tê maşandin bidim avakirin. Bi vê armancê hemû bûyerên li Kurdistanê dibin mijarên berhemên min.”