spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Herêm bûye cihê sixuriya welatan

Ligel ku parlementoya başûrê Kurdistanê di sala 2003’yan de ji bo derxistina artêşa tirk a ji axa herêma Kurdistanê biryar girt jî, niha zêdetirî 20 baregehên leşkerî û sîxurî yên dewleta tirk li herêmê hene û heta niha ev biryar nehatiye bicihanîn.

Serokên fraksiyonên Komela Îslamî, Tevgera Goran û Yekgirtûya Îslamî yên li Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê têkildarî mijarê gotin divê rêz ji axa welatên din re bê girtin.

Bombardûmana li ser herêmê û bicihkirina baragehên leşkerî yên li herêmê, ji hêla serokê Fraksiyona Komela Îslamî ya Kurdistanê Ebdulistar Mecîd ve hatin rexnekirin û wiha hat gotin: “Em li dijî hemû destdirêjiyên welatan ên li ser herêma Kurdistanê ne. Divê hikûmeta Iraqê û ya başûrê Kurdistanê hatina leşkerên derve û bombardûmana di nav axa welat de asteng bikin. Li gor peymanên navneteweyî, tu dewlet nikare di nav sînorên welatekî din de bombardûmanan bike yan jî mudexele bike. Heke hêzên welatên neyar jî bin divê rêz ji xaka welatê din re bigirin.”

Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Ebubekir Heledenî jî li ser mijara parlementoyê rawestiya û diyar kir ku Desteya Serokatiya Parlamentoyê ev mijar nekiriye bernameya xwe û paşguh kiriye.

Heledenî wiha dom kir: “Axa Iraq û herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên mezin û welatên cîran ve her tim tê binpêkirin. Hine caran dest diavêjin nav karên navxweyî yên herêmê jî. Herêm bûye qada çûn û hatina dezgehên ajan û sixuriya welatan.” Serokê Fraksiyona Tevgera Goran Elî Heme Salih jî anî ziman ku bi salan e dewleta tirk û welatên din axa herêma Kurdistanê bombebaran dikin, destwerdana van welatan ne qanûnî ye û wiha axivî: “Heta niha jî biryara parlementoyê ya ji bo derxistina hêz û welatan ji nav xaka herêma Kurdistanê nehatiye bicihanîn.” SILÊMANÎ