16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Herêm Tirkiyeyê naxwaze

Ligel nerazîbûnên gelek dewletan, Rûsya û Tirkiye dixwazin li Lîbyayê bi bandor bin. Hewldanên Tirkiyeyê îhtîmala çareseriyê kêmtir dike û ji ber vê jî hebûna wê nayê xwestin

Mijara vê hefteyê ku herî zedê di rojevê de ma agirbesta li Lîbyayê, ne îmzekirina peymanê û bidawîkirina agirbestê bû. Xelîfe Hafter ê li Lîbyayê û şefê hikûmeta Trablûsê Fayyez Saraj ji bo agirbestê berê xwe dabûn Moskovayê. Lê Hafter agirbest îmze nekir û ji Moskovayê veqetiya. Xelîfe Hafter piştî ku çû Lîbyayê diyar kir ku agirbest bi dawî kiriye. Ev mijar di rojeva hemû cîhanê de cihê xwe girt.

Gengeşeya li Lîbyayê ku derket hê jî didome. Di sala 2011’an de rejîma Qedafî ji aliyê NATO’yê ve hatibû hilweşandin û ji wê rojê şûnde aloziyeke mezin li welêt heye. Li rojhilatê welêt hêzên xelîfe Hafter û li rojavayê wê jî Hikûmeta Yekitiya Neteweyî heye ku Neteweyên Yekbûyî jî ew nas dike.

Hêzên xelîfe Hafter ji nîsana 2019’an vir ve, ji bo standina Trablûsê operasyonek daye destpêkirin. Hefteya borî bajarê Sîrte yê stratejîk kete bin kontrola hêzên Hafter. Şerê di navbera her du hêzan de, ev 9 meh in didome.

Hewldana Tirkiyeyê

Ligel ku tu dewlet li Lîbyayê leşkerên tirk naxwazin, Tirkiye helwesta xwe ya şandina leşkeran didomîne. Dewleta tirk bi hikûmeta Trablûsê re di meha mijdarê de peymanên leşkerî û behrê destnîşan kirin, piştre jî tezkereya şandina leşkeran a ji bo Libyayê li meclisê tevî îtiraz û nerazîbûnan hat qebûlkirin. Vê gavê aloziya li Lîbyayê zêdetir kir. Herî dawî Rûsya û dewleta tirk ji bo Lîbyayê banga agirbestê kirin.

Agirbest hat îlankirin

Hafter û Sarraj bersiveke erênî dan banga agirbestê û roja yekşemê piştî saet 01.00’an agirbest hat îlankirin. Lê piştre her du hêzan hev sûcdar kir ku li gorî agirbestê tevnegeriyane. Fermandarê Artêşa Lîbyayê yê girêdayî Hafter diyar kir ku wan wesayîteke hewayî ya dewleta tirk xistine. Her wiha dewleta tirk ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî (YE) binpê kiriye û gelek çek, wesayîtên zirxî û hewayî ji Lîbyayê re şandine. Di hefteyên dawîn de bi balafiran gelek çeteyên li Sûriyeyê şandin Trablûsê. Tirkiye dixwaze bi çeteyan li herêmê aloziya heyî kûrtir bike.

Hafter peyman îmze nekir

Hafter û Sarraj ji bo agirbesta fermî bê ragihandin çûbûn Moskovayê. Lê encam nehat bidestxistin. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zaharova jî diyar kir ku Hafter bêyî ku peymanê îmze bike ji ser maseyê rabûye. Piştî ku Hafter vegeriya welatê xwe li wir bi mutefîqên xwe re banga bidawîkirina agirbestê kirin û gotin dê şer bidome. Piştî wê bangê hat diyarkirin ku ev li dijî mijarên ku Tirkiyeyê eleqedar dike derketine. Serokê parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih bang li dewletên Ereban kir ku roleke çalak bilîzin ku destwerdanên dewleta tirk ên li welatê wî sînordar bikin û got: “Peymana dewleta tirk a bi Sarrac re, bi hedefa piştgiriya milîsên çekdar û temamkirina talankirina dewlemendiyên Lîbyayê ye.”

Tirkiye asteng e

Li gorî agahiyên televîzyona El Arabiya ya Dûbaiyê hat ragihandin sedema ku Hafter agirbest îmze nekiriye vekişîna leşkerên tirk a ji Lîbyayê ye û betalkirina peymana di navbera Trablûs û Enqereyê de ye ku di nav agirbestê de tune ne. Xelîfe Hefter jî di 3’yê çileyê de di televîzyona El Hadatê de axivîbû û li hemberî mudaxeleya dewleta tirk banga ‘seferberî’ û ‘cîhadê’ kiribû. Di warê mayîndebûna agirbesta li Lîbyayê de gumanên mezin hene, ji ber ku yek ji garantorê agirbestê dewleta tirk e. Ev jî îhtîmala çareseriyê kêmtir dike.

Leşkerên tirk naxwazin

Li gorî metnê peymana ku di malpera erebî ya televîzyona El Erebiya ya alîgirê general xelîfe Hafter de hat weşandin, hat diyarkirin ku tê xwestin Tirkiye şandina eskeran a ji bo Lîbyayê rawestîne. Di pêşnûmaya peymanê de van xalan cih girtibû: “Divê Tirkiye şandina leşkeran a ji bo Libyayê rawestîne. Divê agirbest di bin çavdêriya aliyên navneteweyî û saziyek bê alî ya YE’yê de bidome. Divê her du alî jî bê şert hêzên xwe yên çekdar bişînin baregehên wan. Divê tenê li çareseriya siyasî bê gerîn. Divê hin mîlîsên çekdar dest ji çekan berdin. Divê erk û peywira xwe di navbera Trablûs û Bingazîyê de parve bikin.”

Krîza heyî kûr dikin

Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekitiya Ewropayê Josep Borell nerazîbûn nîşanî Rûsya û Tirkiyeyê da ku bi rengekî ‘leşkerî’ tevlî krîza Lîbyayê bûn û ev rewş şiband rewşa li Sûriyeyê. Borell destnîşan kir ku Tirkiye û Rûsya bi hevsengî li parçeyê rojhilat ê Deryaya Spî guhertin, dê heman rewş li Lîbyayê jî rû bide. Borell anî ziman ku Moskova û Enqere ‘çek û leşkeran’ dişînin Lîbyayê.

Di sala 2015’an de li Fasê peymana Skhrîat, di 1 û 2’yê tîrmeha 2017’an de û di gulana 2018’an de civînên li Parîsê, di mijdara 2018’an de konferansa Palermoyê û di sibata 2019’an de jî peymana Abû Dabiyê hatibûn kirin. Ev peyman bûbûn sedema hêviyan lê bi ser neketibûn. Rewşa heyî nîşan dide ku ew ê krîza hîn bidome.