25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Herêma Başûr kirine warê çeteyan

Tirkiye bi hemû hêza xwe ya hovane êrîşê ser axa Kurdistanê dike. Ji Şengalê heta Rojava, Bakur û Başûr bi her awayî êrîş dike û dixwaze deskeftiyên kurdan ji holê rake. Bi boneya vê yekê jî di cihê ku hêza Tirkiyeyê ya leşkerî têrê nake de berê xwe dide hevkarê xwe yên wek PDK’ê. Bi salan e hevkarî û rêhevaltiya herî têkûz a ku ji Tirkiyeyê re dike, PDK ye. Ev yek hem di operasyonên Tirkiyeyê yên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê de hem di mijara Şengalê de û hem jî di mijara kuştina endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût de derkete holê.

Wek tê zanîn ku di 17’ê îlonê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût (Şukrî Serhad) ku li Silêmaniyê tedawî dibû li Taxa Çarçira ya li naverasta Silêmaniyê rastî êrîşa MIT’a Tirkiyeyê hat û di encamê de hat kuştin. Hê jî bi tu awayî ne YNK’ê ne jî PDK’ê tu bertek nîşan neda û bêdengiya xwe didomînin.

Başûr bûye cihê çeteyan

Siyasetmedar û nivîskar Elî Kerîmî têkildarî sûcê hedefgirtina kesayetên şoreşger ên li herêma Başûr axivî û diyar kir ku başûrê Kurdistanê di encama siyaseta şaş de veguheriye navenda çeteyan û qetilkirina têkoşer û şoreşgerên kurd.
Elî Kerîmî di destpêka axaftina xwe de êrîşên Tirkiyeyê yên li ser axa Kurdistanê wek êrîşên ‘terorîst’ pênase kirin û ev êrîş şermezar kirin. Her wiha banga hesabxwestina ji sûcdaran kir ku divê radestî edaletê bên kirin û werin cezakirin.
Ne xwedî perspektîf in

Kerîmî behsa hedefgirtina şoreşger Yasîn Bûlût kir û da zanîn ku PDK û YNK nikarin herêmên kurdan bi rê ve bibin û wiha got: “Piştî Şoreşa Îlonê her du partiyên sereke yên li başûrê Kurdistanê PDK û YNK parçe bûn. Êdî wan her du partiyan desthilata başûrê Kurdistanê bi rê ve dibir. Lê aşkera ye ku ne xwedî perspektîfên birêvebirina herêmên kurdan in. Lê dewleta tirk û komara Îranê xwedî desthilat in û divê partiyên desthilat tenê biryaran pêk bînin.”

Nêzî navenda polîsan hat kuştin

Elî Kerîmî dest nîşan kir ku beriya çend rojan li Silêmaniyê ya ku bi ewlehiyê tê nasîn, li nêzî navenda polîsên federal şehîdxistina Yasîn Bûlût gelek gumanan bi xwe re tîne û ev tişt anî ziman: “Di vê serdema pêşketina teknolojiyê de ku kamereyên çavdêriyê li her devera Silêmaniyê belav in û tevî mijûlbûna gelê kurd bi bûyerê re jî hîn kujer nehatine girtin. Ev jî di demeke ku hilbijartin nêz bûne de bi xwe re gumanan dide çêkirin.”

‘PDK dixwaze fitneyê derîne’

Li ser armanca PDK’ê û nêzîkatiyên wê Kerîmî ev şîrove kir: “PDK ji vê êrîşê dixwaze bibêje kesên digotin ev bajarekî bi ewle û aram e, di rastiyê de nikare welatî û niştecihên xwe biparêzin. Bi taybetî jî ev nêzîkatiya PDK’ê bi hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re derkete holê û êrîşên li dijî başûrê Kurdistanê her çûn zêdetir bûn. PDK dixwaze fitne û tevliheviyê li Silêmaniyê derxe. PDK û dewleta tirk di vê sûcî de yekser tawanbar in.”

YNK dikare kujer radestî edaletê bike 

Elî Kerîmî da zanîn ku hîna jî kujerên Yasîn Bûlût serbest in û wiha anî ziman: “Tevî hebûna kamerayên çavdêriyê, YNK’ê dikarî yekser kujer binase û radestî edaletê bike. Lê heya niha ev pêk nehatiye.”
Elî Kerîmî bang li YNK’ê kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û kujerên Yasîn Bûlût pêşkêşî edaletê bike. Kerîmî wiha got: “Di rastiyê de heke rewş bi vî awayî berdewam bike, dê ev partî piştevaniya gel winda bikin û dê bi wê re jî başûrê Kurdistanê bi temamî were hilweşandin.”

Başûr bûye navenda çeteyan

Siyasetmedar û nivîskar Elî Kerîmî wiha dawî li gotina xwe anî: “Tecrûbeya başûrê Kurdistanê ne tecrûbeyeke ewqas serkeftî ye ku karibe bibe nimûneyek ji tevahî parçeyên dîtir re. Li şûna ku başûrê Kurdistanê bibe qiblegeha tevahî siyasetmedar, rewşenbîr, kesên xwedî nêrînên azad û şoreşger, bi siyaset û partiyên xwe yên desthilat veguherî navenda çeteyan û kujerên şoreşger û têkoşeran. Li başûrê Kurdistanê êdî têkoşer û xayîn ji hev nayên cudakirin û bûye cihê gendelî û bazirganiya bi doza kurd.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê